Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra REȘΖREŞAN -2

Lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser eșîra REȘΖREŞAN -2

Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneșop/zargotina Êzdîtiyê 

Rêzdar kekê Șoreș Reșî di name û lêkolînên xwe de dêje, “gelek lêkolînêr Xorîyan wek kalên kurdan qebûl dikin û dibêjin ew di navbera 4000-3000 bz ji Ezerbeycanê heta Anatoliya Navîn, rojhilatê Behra Spî û Hemedanê wek êlên koçber dijîn.

Mehrdad R.Îzady (*3), yê ku li ser dîroka Kurdistanê gelekî zana ye, di pirtûka xwe de daye xwanê ku eșîra Halikanlılar (Xelikan k.t.), li ser Reșiyan, yên ji eșîra Hurî/Xoriyan bûn û ew jî ji kevn ve li derdora Gola Wanê û Erzuromê jiyane.

Navê Reșî ji federasyona împaratoriya Hurî/Xorî, ya beriya z.îs.1650-1200 û pêșiyên Kurdan e hatiye. *1”

Di çavkaniya*2 de jî tê gotin, ” Hurî/Xorî, 4.000 sal berî zayînê cara pêşî Subaroyan li herêma Amedê jiyane û hikim kirine. Sumer û akad ango gelên navbera herdû çeman û paşê jî grekiyan ji wê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Di wê demê de kîjan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat naskirin. *2“

Her weha profesorê dîrokê Mehrdad R.Îzady, di pirtûka xwe*3 de dêje, “di dema dewleta Hurri, de bêhijmar qiralyet û dewlet hatine afirandin û tûne bûne. (binêr xarît 1, 2, 3). Di van xarîtên de navê pêșiyên me Êzdiyên Reșî ku em hêjî dêjin, em Xaltî ne weke navê “Haldi”, heta sala 1830 jî

tevî bajarê navenda Êzdiyan “Redwan”Ridwan xweș tê xwanikirin.

*3“ 

Kekê Șoreș Reșî, di name û lêkolînên xwe de berdewam dike û dêje,

“Piştî salên 1340 bz jî êdî dikevin bin desthilatdarîya Mîtanîyan. Di kolandinên li Alalah (Rojava) de kevirekî bi zimanê xorî yê li sala 1650 bz hatî nivîsîn derket. Di wî kevirî de: Navê mehên salê, agahî li ser gelên dinê li dora wan û agahî li ser xorîyên Helebê dijîn ku ji wan re Çûxreşîyan dihatê gotin heyî derket!

Piştî salên 1340 bz jî êdî dikevin bin desthilatdarîya Mîtanîyan. Di kolandinên li Alalah (Rojava) de kevirekî bi zimanê xorî yê li sala 1650 bz hatî nivîsîn derket. Di wî kevirî de: Navê mehên salê, agahî li ser gelên dinê li dora wan û agahî li ser xorîyên Helebê dijîn ku ji wan re Çûxreşîyan dihatê gotin heyî derket!

 

Peyva çûx-reşî-yan zelal bikin. Çûx, basme ku li xwe dibî, yan jî wê çaxê fîstanê ku bi rîs (hirî) didrûne.

Reşî jî navê êlê an federasyona êlan e. mirov dikare bêje ku: Reşî yên çûx li xwe dikirî yan jî ewên ku çûx didrûnî û difrotinî. Mirov dikarê têxmîn bike ew xwedî pezê reş an bizinên reş bûn…Çûxreşî îro li Mereş û Graznadara Rûsya hîna jî bi vî navî hene. ( Dîroka K. Koçber -I rûpel 45-46) Yên li Rûsya êzîdî ne; yên li Mereşê jî Sersor (Qizilbaş) an elewîne. Di dîrokê cara yekêm, em, di dema Xorîyan de bi vî awayî rastî navê Reşîyan tên.

 

Piştre, di serdema Medan de, em li Xorasanê rastî navê Reşîyan tên:

Rêvebirê Medan yê yekemîn Dîyako bû (727-675). Dîyako yekîtîyek durist kir. Di nivîsên li ser Behîstun de milîsên Medan wek Reşan tên binav kirin ku gelekî çekdar û şervan bûye. Hema vî navî em di dema Asûr de jî dibînin ku Asûran cîhê wan gûhartiyê…

Em di nava Êl û berên Mehmûdiyan (900) de ku ji Musûlê hatin Heqarîye û ji wir li bakûr belav bûn, jî Reşîyan dibînin: Aşmîşarat, Bala Beranî, Bergîlî, Delîkan, Babikî, Siwedanî, Birkanî, Mişkanî, Şikakî, Reşwanî, Rêswanî, Lewabî, Keşahî, Lewanî, Cemanî, Mihrîkanîkî, Wexşanî, Pismanî, Pûnyanî, Cezîranî, Mîranî, Bikanî, Dodanî, Dumkanî, Sêvkanî, Yûsûfanî,
Şadkanî, Mêrkanî ne. Sêvkanî (êla min e) yên min reş kirî jî îro di nava Reşîyan de wek êlêkê xûya dikin. 

Fermanên Osmanîyan: 

Li Meletî kesên ku ji mirovê li ser navê Şah Îsmaîl derketî holê re diyariya dişînin pêwîste werin qetilkirin! 

Ji begê Meletî re! Cemeetê (êlên) bi navê: Îzlû (Îzol-Îzdigan), Rişvan (Reşî), Eşkan, Solak, Şêx Huseyin, Soydan, Exirbuk, Adak, Kalaçak, Bezki, Çakal, Mihriman, Qeresaz, Komur yê girêdayî wilayeta we, kesê (heydût, şakî) li ser navê Şah Îsmaîl derê holê ketî re qurban şandine û xulamtî kirine. Kesê bi navê Mehmet e ku ji me re gote; em fermanekê dişinîn ku gihîşte destê we, ji nav ew êlên li jor navê xwe derbas dibin, kesên ku xulamtiyê dikin Rafizî ne; wana derxin holê bigrin û cezê wan bidine û sicîlê nivîskî ji mera birêbikin. Ferman dibê! 2.Recep 986/1578-Mûratê III (Kurê Selîmê II ya yê kurê Qanunî ye).

Gor Şerefname dinivîse Reşiyên wê demê li dora Heskîfê bûne. Navê wî bajarî jî ”Re’s el-Qule” derbas dibe. Gelo wata wê ne Kela Reşan e? Ji rîwayetan tê neqil kirin ku di sala 1264 an de, li Misr û Şamê, dawî li desthilata Eyyûbî hat û rewşeka wan ê xwe li ser piya bigire nema. Zarokekî ji vê xanedanê xwe li Hemayê veşart; piştre çû Mêrdînê. Lê nikarî li wir bimîne û berê xwe de Re’s el-Qulê-Heskîfê. Sêzdeh êlên girîng li Kela Reşan hene: Aştî, Mihalbî, Mîhranî, Becnewî, Şeqaqî, Îstûrkî, Kurdlî Mezin û a Biçûk, Reşan, Kişkî, Cilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan. Ji vê agahiya girîng em dizanin ku Reşî li wir hebûne. Dûre em dizanin ku li wir Celikî û Reşî ji hev cûda têne hejmartin. Dîsa Bidyan-Biyan jî em dizanin ku Oxçû ne. Hinek dîroknûs van êlana di bin sîwana Reşiyan de kom dikin, lê bi dîtina min ew ne raste. Dibe ku mirov û xismên hev bin û mil dabin hev, lê ne yek federasyon e. Dikare bibe konfedarasyon. Xaldî, Dêrmexarî û Îzzeddîn-Ezîzan jî êlên Kela Reş bûn, lê li Sason rûdiniştin. Hesenê Dirêj Kela Reşiyan girt bi şûnde; Melîk Xelîlê xwe li Hemayê weşartî, vegeriya û bi alîkariya Mihemmedê Şêrwanî Sêrt heyna û bi riya aştiyê jî Kela Reşiyan rizgar kir. Mirov dikare ji wê bûyerê jî xismatiya Eyyûbiyan û Reşiyan an jî êlên Kela Reşiyan bibîne. Paşê, dema Şah Îsmaîl hate welatê wî, ew bi xwîşka Şah re zewicî. Piştî demekê jî wexta bi Şah re îtaata xwe diyar kirin, li Tebrîzê ew girtin avêtin zîndanê. Yek ji wana Melîk Xelîl bû, ew fermandarê hatî teslîm kirin jî Zeynel Begê Şamlû bû. Dema Melîk di zîndanê de bû, êla Şêrwan, Zirkan û yên din li hev kiribûn û Melîk Silêmanê kurê Melîk Xelîl ji bo fermanrewatiya xwe hilbijartibûn. Lê êla Reşan tevlî vê hevkariya han nebûbû û pismamekî Melîk ji bo serokatiya xwe helbijartibûn. Wê demê Zerikî di nava wê konfedarasyonê de ne, lê xuyaye ku piştî wê bûyerê ew yekîtiya wan belav dibe. Piştî wê bûyerê jî gelek caran em dibînin ku ew federasyon ne li cîhên cûda bin jî benda hev bernedane û hevkariyê kirine.

Doç. Soylemez ji defterên Osmanî radigihîne ku di sedsala XVI an de Reşî li Meletî û Mereşê diçûn zozan û germiyanan. Wê demê hejmara êlên girêdayî wan 15 bûn, paşê ew êla mezin bû û heta Rûmeliyê belav bû. Di defterên Tahrîr de êlên Reşiyan wiha rêz dibin:

Rastnivîs (Ş):

  1. Hecî Omer Cemeetî (Cematî Ahmed veledî H. Omer)–Kaytanî Omerî-Qeytanî
  2. Xizir Soranî (Xizir Sora) îro li Semsûrê ne.
  3. Kellelû —
  4. Celikanlû (Celikî) Îro li Qonya ye ne.
  5. Mûlûkanlû (Molikî) Îro li Qonya ye ne
  6. Mendûbalî (Mendollû) Mendolî
  7. Zerûkanlû (Zerikî) Polatliye ne.
  8. Boxraşî (Boxreşî) Li Xorasanê ne.
  9. Rûmiyan (Rûmiyan) li Xorasanê ne.
  10. Mansûr (Mansûr) li Xorasanê ne.
  11. Îzdeganlû (Îzdegan) li Xorasanê ne.
  12. Mansûrganlû (Mansûrî) li Xorasanê ne.
  13. Karlû —
  14. Rişvan (Reşî) Qonya, Xorasan û gelek cîhên din.
  15. Çakallû (Çakalan)

Îro, li Anadoliya Navîn, êlên girêdayî Reşiyan ew in: Berkatî, Bilikî, Cûtikî, Nasirî, Mifikî, Sêvikî, Şêxikî, Omerî, Molikî, Oxcî (Mahyan-Mihîna?), Xelikî, Celikî yê li jor ve me tevî kiriye hene û hejmara wan digihîje 12 êlan.

Dîsa Hamîdliyê girêdayî Reşiyan li gundên Malkara, Akçekîzanlik, Edîrne, Sarûhan-Kirkaxaç, Îzmîr û Qastamonûyê hene. Îhtîmaleka mezine ku ew hatine helandin.

Rojekê min çermê marekî dît û anî mal. Pîrka min (1967) ji dest min girt û kirê bin biroşa şîr. Min got xerê? Got: ”Ewê bereketê texê şîr!” berê li cem me di nava civakê de bervê rojê mîz kirin gûneh bû. Mirov nedikarî tûyî agir bike. Li ser derîyên malan wênê Roj ê hebûn. Dema sond dixwarin, digotin: bi vî arî bê! Bi ve rojê bê! Em ji berê de Sersor û Êzidî bûnê lê dora salên 1700 an yên li Qonyaye dibin misilmanê henefî. „*1

Birêz Faik Bulut jî bi tirkî nivîsandiye û dêje: „ XALTÎ : Di wextê Osmaniyan de, li derdora gund û bajarên (Silivan, Beșiri, Siirt, Ridvan û hwd.) yên ku hingê li ser herêma wîlayeta Diyarbekirê bûn û di tevaya herêma ava Dicle de, weke eșîra Halidiyan ya mezin dihatine naskirin. Di rastiya dîrokê de, hinek șaxên van Êzdiyên Xaltî, di sedsala 16 û 17 de, li navendên herêma Muș, Sason, Garzan, Derik, Genç, Kulp û Batmanê belabûbûn. Ew hingê di nav dîrok û begên Kurdan de xwedî cîh, hêz û hêjmareke mezin bûn. …- Werger K.T*4 “

Êdî ezê zahf dilxweș bim, ku hûn jî bikaribin zanîn û nêrîna xwe, li ser vê xembariya min, bi șiklekî ku em hevûdinê ne êșînin – piçûk nekin, binivisînin û di virde bi me ra parvebikin!

 

*Çavkanî 

1 Șoreș Reșî- Name û lêkolîn : –http://yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=81976

http://yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=82010#.WmL9ovOROLM.facebook https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=164125847551951&id=143405146290688

2- https://ku.wikipedia.org/wiki/Hur%C3%AE

3-Mehrdad R.Îzady, ”Bir El Kitabi-Kürtler”, rûpel: 71 û xerîta rûp.:72, 80, 84, 125 de

4- Faik Bulut- Ortadoğu`nun Solan rengleri – rûpel 271/272 de

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev