Ji ŕȇzenivîsȇn ,,Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd,, -1

Ji ŕȇzenivîsȇn ,,Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd,, -1

KURD Û DONORTÎYA WAN A BI HEZARAN SALAN

yanê

Parêzîya Îsa ji Ŕoparêzîyȇ hatîye bergirtinê

 

Em îro beşa pêşin a gotara nivîskarê malpera me, lêkolîner Torinê Torinî ser dînê êzdîtîyê raberî we dikin. Ev lêkolîna zanyarî derseke bêhempa ye bo wan kesên xalifî, ku êzdîyan û kurdan ji hev cuda dikin. Beşa duduyan emê sibê çap bikin.

 

Torinê Torinî, lêkolîner/êzdîzan

 

,,Şemso, tu serê serayî,

 Çira her çar qulbayî,

 Çara bê çarayî,

 Gazîya bêhewarayî,,.

 Evan xetên dua – dirozeya êzdîtîyê

 ṫenê lavaya Ŕoyȇ ya Êxnaton, Nêfêrtîtî,

 Zerdeşt nînie, ku tînine li ber çavan…

 

Donortîya bi ŕezedil û bȇ ŕezedil

Xwîna piŕanîya kurda ḱom – girûpa yekê ye, ango, kurd xwînê didine hemû girûpan, lê ji wana hilnagirin. Awa kurd donorên ûnîvêrsal in. Hemû alîyên jîyana xwe va jî kurd nava dîŕokê da her awa bûne…

Dibek donortîya ûnîvêrsal ya kurda ewê yekê va girêdaîye, ku destpêka merivatîyê, avakirina şaristanîya merivayȇ (wek kesȇn mînanî zanyarȇ înglîz Ȇndryû Kollînz jî gotî) li Kurdistanê dest pê bûne?…

Hemû piŕtûk ên ji zang – kevir, ji heŕîyê, ji çerm, ji dar, ji ḱaxetê û qewl – beyṫȇn ȇzdîtîyȇ yȇn zarkî diaxivin – divêjin, ku buhuşta li ser erdê hema Kurdistan bi xwe bû ye.

Ji Kurdistanê çendik – çend civak wek sûmerîyan, wek arîyȇn hindoavropî derketin (hê jî gelek dapîr û bapîrên xwe yȇn pȇşin yȇn wek Hewa û Adem ȇn nuh û bergirtî mînanî pêşîyên kurd – sûmerîyan ên LÛLÛ – LOLO (ORO/ ÊRÊ) di Kurdistanê da tinine dinê),

pey ҫendik û ҫend tofanan ŕa dîsa ҫîyayȇn Kurdistanȇ bona merivayȇ bûne sṫar,

çiqwas şaristanî ji çandina genim, ,,ḱasa ji tirîyȇn Mȇwa,, (,,Homa,,, ,,Soma,, ), ḱum – ḱulikȇn serîyan girtî heta nav û parȇzîya Mȇr – Xwedawendan, dengbêjî, zargotin, dîn – bawerî, sîmvol mînanî avên Dicle û Ferat ji axa Kurdistanê der bûn, heŕikîn, li seranserȇ dinȇ – alemȇ belav bûn (,,…Eve ḱasa mi da, Dabû destȇ babil û hinda…,, – Qewl – beyṫa ȇzdîtîyȇ dililîne),

alîyê pêşîyên kurda yȇn kûtî, ḱasît, med va ҫiqwas civakȇn wek sûmerîyan, babilyan ji dȇspotîzma hovȇn DAÎŞ ȇn demȇn kevnare û nuh hatine ŕizgarkirinê û ҫiqwas jî bûne xwey ax, ṫext û ṫac (Ev bûyerȇn dîŕokî lȇgȇnd – efsaneyȇn ȇzdîtîyȇ da jî dihar bûne: Şȇ Şemsȇ Mȇrȇ Ŕoyȇ ȇ piştovanȇ kal – bavȇn kurda diҫe hewara Şȇ Sinȇ Mȇrȇ Hîvȇ ȇ piştovanȇ sûmerîyan, ewî ji hȇsîrîyȇ azad dike. Berî wȇ kesekî wek Bedlo yȇ kuŕȇ Nemrûd piŕtûka Şȇ Sin dizî bû, bi alîḱarîya suŕȇn piŕtûkȇ Şȇ Sin kiribû kevan – serşȇmîka xanîyan û dîwar li ser ci dabû…),

çiqwasên wek Hamûrabbî, Aşûrbanîpal kanonên xwe ji ber ,,kanonên pîroz,, ên zîyaret – zîkûratên wek ya ÊZDA Nebî li Borsîpayȇ girtin û ҫiqwas zîyaret– zîkûratȇn wek ya Ȇrîdû (,,mal – yȇra ji mal – yȇrȇ dûrtir,,), wek pîrozgeha here kevnar a cîhanȇ ya Xerab Ŕeşkȇ a ŕe(x)ş – ŕonahîyȇ û Ŕo – steyrparȇzîyȇ li Sûmerȇ, li Misirȇ û li deverȇn dinȇ jî alîyȇ kesȇn wȇk Gûdȇa yȇ kûtî – kurd da hatine avakirinȇ,

xizmet û ŕamanȇn ҫendik ҫend kesȇn wek Zerdeşt xelq lȇ bûne xweyî, bona xwe bi ḱar anîn, çiqwas xêr û xweşî, dua bona ,,72 (dehbarîya jmara pîroz ya 7) miletên,, cihê bûyî hatne dayînê, çiqwas lawên gelê kurd, bi gotina akadêmîk Î. A. Orbêlî, nava parsûyan, ṫirkan, ereban, ermenîyan da wunda bûn
Gûdȇa yȇ kûtî, ku padîşahtî li Sûmerȇ û Kûtîûmȇ kirîye, destȇn xweda ḰAS a pîroz girtîye. Ji ewȇ ḰASȇ ҫemȇn Bihuştȇ yȇn Dicle û Ferat tȇne der.

Ev donortî bi ŕezedil û bê ŕezedil, bi hemdî xwe û bȇ hemdî xwe hê jî didome. Ȇn çavȇn wana li ser hebûna kurda tovȇn neyartîyȇ û xayîntîya wek ya Harpagos berdidine nava kurda, hewil didin pê dîn, zaravan, aşîrtîyê, partîayetîyȇ hê jî ji ḱurda ,,ḱom – miletên nuh,, ,,çêbikin,,, wana ji netewa wan qut bikin, nêzîkî xwe bikin, bikin ,,birayên xwe,, û paşê jî dabelînin – ṫune bikin, çawa li serê kurdê li nav ṫaṫar – ṫirkȇn hatî ȇn Azȇrbaycanê hate kirinȇ ( Atrpatȇna ya dîŕokî ya parҫekî welatȇ medan sedsala 11 da alîyȇ eraba va bi şȇweyȇ ,,Azȇrbaycan,, lȇ ṫaṫar – ṫirkȇn hatî, ҫawa Hȇydar Alîyȇv ȇ kurdȇ ṫirkbûyî bi xwe jî li xwe mikuŕ tȇ, piştî sala 1936 an bi ,,azȇrî,, hatine navkirinȇ). Îro li ser axên Kurdistanê û Ŕom – Bîzansîayê êṫnoseke tirkȇn monxoloîd, bawer bikin, îdî nema ye, ṫenê navê wê maye, ew jî dîsa bi donortîya kurda saya îdêologîa sexte ya biratîya gelan û ometȇ û doza siniftîyȇ (ne ya neteweyî – azadarîyȇ).

Hine helandarên dinê jî bona berjewendîyên xwe êzdîyên nuh pêketî û nedîtî didine bawerkirinê, ku wana ŕa wê neteweke nuh, zimanekî nuh, dînekî nuh û şimşat çê bikin. Lê ev êzdîyên dûrnedîtî yên ku wek gongilên vala li ber bayê xelqê diŕeqisin, haj ji xwe ṫunene, ku gava êzdîtîyê ji bingeha wê ya ŕonahîparêzîyê bêtir dûr dixin, dîn dikine netewe, dînê vala mayî jî bi kundirtîyê va dadgirin, ango, dînekî nuh ê bi sofîtîyê va perdekirî, ŕojên nuh bona cejnan û zîyaretan hasil dikin (bo nimûne, cejna Şê Şems ne ku pey, lȇ berî cejna Êzdîdê Sor pîroz dikin. Cîye bȇ gotinȇ, ku cejna hasilkirȇ ҫar hȇman – qisman ji Duŕȇ, hipostasekî Ŕoyȇ yȇ bi xweŕa ŕonahîyȇ tîne yȇ berî zeredeştîyȇ: Yazad – Ȇzdîdȇ Sor, wek cejna li Ŕohilatȇ Kurdistanȇ ya Velda ya dawîbûna şeva lape dirȇj, ȇzdîyȇn Serhedȇ ṫimȇ jî hevtȇkȇ berî cejna destpȇka dirȇjbûna ŕojȇ ya Şȇ Şems gor salnameya ŕojȇ – hîvȇ pîroz kirine), kesên sofî wek Mêr – Xwedawendan ŕaber dikin, ,,Hol û ḱaş,, a Ȇzdîdȇ Sor (ku bi navȇ ,,Hokşa,, derbazî Misir a kevnare jî bûye) ya berî lîstikȇn Olîmpîyȇ bi navȇn kesȇn du na pȇr nav dikin, Stȇŕ ȇ stara Quvȇn li ser ṫepȇn zîyaret – zîkûratȇn kevnare bi hirîya peza qurbanȇ va diguhȇŕin, tȇrmîn, al û sîmvolȇn nuh ber xwe derdixin – çê dikin û hwd, awa êzdîyên nezane belengaz hem ji netewetîyê, hem jî ji dîn merûm dibin û (xwezma ewan welatan da, li ḱîderê ŕûyê pêşneḱetina sêkûlarîyê û civaka bajaŕvantîyê da ji baxçeyên zaŕan destpêkirî – girtî heta baregehên leşkerî da ṫevî zaŕokên xwe usa jî zaŕokên bawermendên êzdî fêrî dînê xwe dikin) li ber xwe dergehê dînguhartin – bişavtin – ṫunebûnê vedikin. Hêla dinê va jî dîŕoka kevnare, erdnîgarî û dînê kal û bavan, cejnên ŕoparêzîyê û ŕê – rizmên wana va girêdayî bêxweyî dimînin, ṫevî awazan, ŕeqasan, ,,lûrî lawo,,yan, goranî – heyranokan û yên dinê dibine xurê xelqên benda wana li beratan û donortîyê û êzdî jî mînanî tayên ḱoḱ lê biŕî hêdî – hedî diçilmisin. (Bi hûrgilî binêŕe: Ṫoŕinȇ Ṫoŕinî, ,,Ŕûpelekî nuh ȇ pȇrgamȇnta Silȇmanîyȇ yanȇ ҫawa ȇzdîtî tȇ nuxsankirinȇ,,, ŕojnameya ,,Zagros,,, N12, sal 2012, bi zimanȇ ermenî)…

Dûmûzî – Taûs

Mîr Celadet Elî Bedirxan dema xwe da nivîsîye: ,,Miletȇn bindest dikarin hebûna xwe bi du ҫeka biparȇzin.

Yek dîn, ya din ziman.

Ger dînȇ miletȇ serdest û bindest yek be, tenȇ ҫekek dimîne di dest de, ew jî ziman e,,.

Lȇ divȇ neyȇ ji bîrkirinȇ, ku dînȇn kurda yȇn netewî – xwexwatîyȇ wek zerdeştî, wek ȇzdîtî hela zȇndî ne, henin, ber xwe didin. Dîŕoka gelȇ kurd û bawerîyȇn wȇye kevnare nava hev da hûnandîne. Evȇ yekȇ dagirkerȇn Kurdistanȇ ji kurda bȇtir dibînin. Lema jî ew bi hovane ȇrîşȇ dibine li ser zerdeştîyȇ, ȇzdîtîyȇ, deverȇn ȇzdîyan. Wana ṫevî avahî – warȇn dîŕokî ṫune dikin, ku ew carke din nebin tov, dendikȇn Kurdistaneke azad û serbixwe.

Lȇkolîner pîr Xidir Silȇman dinvîse: ,,…dibȇjin pitir ji mîlyon nîva kurd ji ber wȇ kotekiyȇ ji bakûrî Kurdistanȇ revyabûne Rûsya, di nav wan de 21000 Ȇzidî bûn, xala divȇ li ser bisekinim, dibȇjim ji ber ku kurdȇn bisilman dîn û Qurana wan ne bi zimanȇ kurdî ye û ji ber ku dikarin ji miletȇn Azer û Turkman û Gurcan û miletȇn din bizewicin, wȇ milyon û nîvȇ ҫi xizmeta canda kurdî kirîye, mixabin zorbeyî wan di nav miletȇn Sovyet de helyan, beramberî wan 21000 Ȇzidiyȇn me ji ber ku zimanȇ dînȇ me di xizmeta zimanȇ me da bûye li xerîbîyȇ Rojnama Rya teze weşandin, Radiyoya kurdî li Ȇrîvanȇ bi stranȇn dilvekir û xweşik sarandin, folklorȇ xwe top kirin…,,.

Heta Ḱurdistan bi her alîyava azad nebe, ḱurda ŕa wȇ li hev neyȇ dînȇn serdestan ,,bikine kirasȇ xwe,,.

Belȇ, bawerîyȇn dînî yȇn kal – bavȇn kurda jî donortî bona dîn – bawerîyȇn dûr û nȇzîk kirine. Gor Qewl û Beyṫȇn ȇzdîtîyȇ bingeha ҫanda kurda – ȇzdîtîya kezî serekanî û şerefȇ dîna ye, ew

,,stûna her ҫar dînaye,

ḱilît – mivta hemû xezînaye,

dezmala şerfedînaye,,.

Xemxwar û berhevḱarȇ kevneşopȇn ȇzdîtîyȇ Kemal Tolan bi xwe jî hatîye li ser ewȇ nȇŕînȇ , ku ,,ҫiqas olȇn…hene tevan jî bingehȇn olnasîna xwe ji ber rastîya ilm û qewlȇn Xwedȇnasîna miletȇ Tawisî Melek girtine,,.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Rizo

    Hûn hemasa dibêjin yekî ji dê bavê Êzdî nikare bibe Êzdî. Lê, xizmên me yên li Rewanê mane tev bûne Êzdî. Ew ça dibe?

    Ez misilmantîyê yan êzdîtîyê naparêzim. Ya ku ez meraq dikim, ew e ku ka ça bûne êzdî?

    Li gundê Senger, malbata Mîrzoyan kurapê kalikê min e. Ji eşîra Redkan. Em jinRewanê hatine, ew li wir mane. Me sala par dît ku bûne êzdî. Ez xwe şabûm ku çûne ser dînê bav kala. Lê ça dibe? Ne we digot nabe ku dê bav êzdî nebe, nabe êzdî.

Şirovekirin hatine girtin.