KURDÎ NE KU NE TÊR E, EM KÊMMAYÎ NE!

KURDÎ NE KU NE TÊR E, EM KÊMMAYÎ NE!

Xwendevanên delal, ev nivîskarê malpera me yê nû – Azad Selem bi esilê xwe va ereb e. Ji kurdan hez dike, xwe daye nivîsîna bi zimanê kurdî û kêfa wî jê tê û kêfa me jî jê tê, him jî pir.

Hêvîdar im kêfa we jî ji wî, helwesta wî û nivîsa wî bê û gelek kurdên ku ne li ser riya nivîsîna bi zimanê kurdî ne, çav bidine vî camêrî û li xwe vegerin.

Azad Selem

Rojek me li hewşa xaniyê xwe ligel merivên me bi zimanê erebî gotûbêjek xweş lidarxistibû. Hingê min ji wan re qala xebatên xwe yên bi kurdî dikir. Ji nîşka ve xalê min gotina min birî û wiha got; ”ma bi kurdî meriv dikare qala wêje bike? Niha ev cîranên me dikarin bi kurdî fêrî dersên erdnîgariyê, dîrokê, matematîkê bibin?” Min jî bê şik bersîva ”erê,” da. Ew jî bi şêwazak hişkayî, bi Tirkî, weha pirsa xwe ya dûyemîn kir: ”De ka bila yekî ji wan vê peyva min wergerîne: Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina pirsgirêka birçîtiyê ya Afrîqayê civînek awarte lidar xistin.” Min jî jê re bi şêwazek nerm, lê bi ken: ”Ka tu berê vê peyva xwe bi erebiya me wergerîne?”

Sekinî, serê wî serobîno bû. Xuya bû ji pirsa xwe ya dûyemîn bendewariya serkeftinekê bû. Xwe li vir de, wir da zîvirand û bi hevoka ku nîvê wê bi têgehên tirkî û ya mayî jî bi erebiyek şikestî wergerand. Min go, ”Te çima van peyvan bi tirkî got? Yên mayî jî çewt bûn, xalê min.” Ji ber ku perwerdeya me ne bi zimanê dayika me bû, me têgehên mîna ”neteweyên yekbûyî, pirsgirêk, civîn, awarte” nizanîbû. Piştre min gotina xwe dewam kir. Min ew hevoka wî bi erebiya nivîskî, ku ew jê qet fêm nekiribû, wergerand. Min dîzanîbû wê hevokê bi erebiya nivîskî an zanistî wergerînim; lewre bi keda xwe ya taybet min fêrî zimanê dayika xwe yê erebî bûbûm. Merivên ku derdora me rûniştibûn, keniyan û kêfxweşiyê xwe anîn ziman. Min ji xalê xwe ra go: ”tu nekarî wergerînî; lê ev ne kêmasiya erebî bû, kêmasiya te û ya me gişa ye ku me bi zimanê xwe perwerde neditiye. Loma têgehên me nînin. Xelkên ku zimanê wan erebî û kurdî bin, ne paşdamayî ne; berovajî pergala perwerdahiyê li paş e û hişt ku em fêrî zimanê xwe nebin.”

Ew tiştê ku di navbera min û xalê min de qewimî bû, ne mînayek awarte bû. Di jiyana min de gelek ji wê mînakan hene. Ji ber ku kêfa min ji çanda gelan re tê, çi olek, zimanek, çandek cihêrengî hebe, dizwazim hînî taybetmendiyên wan bibim. Ji loma di weqta gerê de qasî ku ji destên min tê rêya xwe li gundan dixim û bi mirovên temendirêj re dikevim bi kûrahiya guftûgoyan. Rojek ez çûm gûndê Çerkezan. Zilamek di bexçeyê xwe de dixebitî. Nêzî wî bûm. Darên wî tije fêkî bûn. Bi rastî gundek di nava daristanan de bû ku ji durî gund xuya ne bû. Gava karê wî xelas bû, ji bo vexwarina çayê ez vexwandim mala xwe. Hewşa mala wî hebû û hewş jî tije fêkî û her cûre gul û çîçek bû. Merivên wî jî li hewşê bûn. Me hinek qala welatê xwe kir. Ji ber ku rojevê tije bi mijara şerê bi kurdan re bû, pirsên wan ji ya min zêdetir bû. Ji ber ku min dizanîbû agahiyên wan derbarê welatê min kêm e, wê tenê çend pirsên wan hebe. Min bi rehetî bersîvên wan dida. Gava min qala kurdî kir, û min got divê zimanê perwerde bibe, birayê xwedî malê got, ”ma hama wê çi bikin bi zimanê kurdî? Va tirkî heye! Ma hêjaye ew qasî xwîn birêje!

Min fam kir ku nîqaş ne pêkan e, lewre zanayiya wî tune bû û haya wî jî ji nezantiya xwe tune bû. Carna nezantiya mirovan wekî helwestek bi zanayî teşe digire û ew kes tu bersîv jî napejirîne.Loma bersîvdayîn jî dê ji nezanitî be. Carna hinek jî bi her awayî û di her rewşê de bersîva xwe didin ku ew jî di rastiyê de bi armanca zanabûna xwe nîşanî derdora xwe bikin e. Li kêleka xwediyê malê pîrekek temendirêj rûniştibû. Li me gûhdar dikir. Xuya bû fêm nedikir û dixwest ji lawê xwe bipirse. Birayê xwediyê malê ji dewsa wî bersîv da û bi çerkezî axivî. Nivê axavtina wî tirkî bû. Ez aciz bûm û min jê pirsî: ”dayika te bi tirkî nizane?” Ew jî vê bersîvê da: ”mixabin, na!” Min jî got, ”çima mixabin, bira! Bi zimanê xwe diaxive û mafê wê heye ku bi zimanê xwe fêm bike. Em hemû mirovên vî welatî ne. Çi zerarê zimanên me li dewletê heye!”

Tiştek ne got, lê heq dida min. Serê xwe kiribû ber xwe. Weqta ku pirsa xwe ji min kiribû, min heman bersîv bidabaya, teqez ne diket serê wî. Lê rewşek gelek guncav pêk hat ku bersîva min bi bandor têkeve serê wî. Min piştre ji dayika xwedîyê malê re çend peyvên çerkezî pirsî. Bi xweşî bersîvên min dida. Bi rastî zimanek zehmet bû. Heta jiber bikim, min gelek hewl da. Fonêtika wî xweş dihat gûhê min.

Xalê min jî û ew zilamê çerkez jî çima di serî de ew çend bi xwe bawer û hinek jî bi tinazî pirsa xwe ya ku nîşaneya nezantiya wan bû, dikin û piştre dikevin nava çewtiyan. Ev pêşdaraziyên me ya çêkirî bû sedemên nebextewariya me. Mixabin, çîrokên me giş wek hev in. Bela ku êşên me jî wek hev in, lê em çima ew çend ji hev dûr in û em nagihêjin têgihiştinek hevpar. Di rastiyê de ji bo vê têgihiştinê, bingeha çandê ya jiyana me gelek guncav e. Eger jiyana me hevpar be, çima têgihiştinek hevpar dernakeve. Ev nakokiyek mezin e ku aqilê mirov dibire.

Bi ya min sedema vî tiştî, pergala pişaftinê ye ku dihêle mirov li hemberî rasteqiniya xwe biyanî be. Sed carî heyfa zimanan!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Rizo

    Her bijî bira. Welle ez zef şabim. Xwêgiravî ereb dibêjin “em bira ne” ez teze dibînim erebek wek birayan tev digere. Xwedê yeka te têxe hezarî û bereketê têxe emrê te.

Şirovekirin hatine girtin.