25 sal in li Rojavayê Kurdistanê Kovara PIRSÊ tê weşandin

25 sal in li Rojavayê Kurdistanê Kovara PIRSÊ tê weşandin

Mihemed Zekî Mihemed

Ji ber ku ziman ji hêmanên sereke ye ji hebûna gelan re, gelê me di rojên tarî û dijwar de li zimanê xwe xwedî derketiye û xebateke bê westan di ber fêrkirin û parastina zimên de kiriye, ji ber ku xebat di ber hebûna gelan de ne tenê bi şer û hilgirtina tivingê ye, lê belê parastin û fêrkirina zimên parstina nasnameya netewî ya gelê kurd e û ew şer û berevaniya rasteqîne di ber hebûna gelê kurd de.

Hêjayî gotinyê ye ku ji sedan salan ve gelê kurd tûşî şerekî giran tê, armanc û mebest jî tunekirina wî û bincilkirina rola wî ya sereke di avakirina şaristaniyê de, tevî ku tevan jî pêşî dest avêtine zimanê me yê şêrîn û rewan û hewil dane ku rehên wî ji kokê rakin, lê hemî kiryar û hewildanên wan li ber pêdarî û wêrekiya zimên têkçûn û zimanê me resen û xweragirtî li hemberî êrîşan zelal û paqij maye.

Ew jî bi saya rewşinbîr û zanayên kurd ên ku jiyana xwe ji bo pêşxistin û parastina zimên terxan kirin û helbest û nivîsên cur bi cur nivîsîne û hêja ye em bînin zimên ku jiyana kovargeriyê di Rojavayê Kurdistanê de bi derçûna Kovara HAWARê ya ku Mîr Celadet Alî Bedirxan weşandiye, destpê kiriye ku rê li pêşiya rewşenbîr û nivîskarên kurd xweş kiriye.

Ji me tevan ve diyar e ku bi dehan kovar li Rojavayê Kurdistanê der çûne, mîna kovara Agahî, Gulîsan a seydayê Cegerxwîn, Gelawêj, Gurzek Gul, Stêr, Rê, Zanîn, Zevî, Pirs, Buhar û Hevind ….) ev hêmî jî berî kirîza Sûrîyê dihatin weşandin, ez lêborînê jî dixwazim, heger min hin kovar ji bîr kiribin.

Cihê xemgînîyê ye ku piraniya wan rawestiyan e, sedem jî dê gelek bin, ji wan çavsoriya rijîma Sûrîyê di derheqa ziman, çand û wêjeya kurdî de ye, tunebûna jêderên aborî ji bo piştgîriya weşandina wan…

Çîroka Kovara PIRSê

Di 25-9-1992an de, li bajarê Qamişlo desteyên sernivîser yên sê kovarên navbûrî (Stêr, Rê û Gelawêj), li hev civiyan û mijara yekkirina hersê kovaran gengeşe kirin, di encamê de her sê kovar hatin rawestandin û kovarek bi navê PIRSê hate weşandin, armanc jî ew bû, ku xizmeta ziman, çand, dîrok, folklor û wêjeya Kurdî bike.

Li dirêjahiya 25 salan (54) hejmar ji Kovara PIRSê hatine weşandin, mirov dikare bibêje ku salê ji (2-3) hejmar ji kovara PIRSê dikete nav destên xwêneran de, li gorî nîrên zor û dijwar ku çand û rewşenbîriya kurdî li Sûrîyê tê re derbas dibû, ji qedexekirina zimên ku bi dehan ferman derbarî qedexekirina stran û zimanê kurdî de derktine, her weha kesên ku têkilî bi ziman û fêrdana wî dikirin tûşî fişar û gelek caran dihatin girtin jî, ji hêleke din ve çavdêriya ewlekariya rêjîmê li ser weşanaxane û çapxaneyan, wê yekê tirs dixiste dilên xwediyê wan de, ji loma bi tirs û giranî bi çapkirina berhemên kurdî re danûstandin dikirin, ez bawer im ku di bin sîdariya van merc û sedeman de, evê kovarê bi mêrxasî û wêrekî rêya xwe qelaştiye, rast e bi livgiranî ye jî, lê berdewamî di weşana xwe de ji bo xizmeta ziman û çanda kurdî de berdewam kiriye.

Endamên desteya kovarê:

Li gorî agahiyên li cem min, endamê desteya kovara PIRSê ev in:

(Rezoyê Osê, Berzo Mehmûd, Dr.Ebdulmecîd Şêxo, Heyder Umer, Newafê Bişar, Tengezarê Marînî, Dr. Rozad Elî, Ebdusemed Dawûd, Kemal Bavê Rojîn, Mihemed Qere Hesen, Merwan Berekat, Mihemed Emîn Umer û Merwan Osman…).

Giringtirîn mijarên ku di kovarê de dihatin weşandin.

  • Ziman û rêzimana kurdî:

Hêjayî gotinê ye ku evê kovarê rûpelên xwe ji mijarên ziman û rêzimana kurdî re vekirine, her weha bi lêkolînên nirxdar û rexneyî derbarê pirsgirêk û aloziyên ku di pêşiya pêşketina zimên de bûne kelem, xemilandî ye û rêya gengeşekirinê li pêş xwêner û hezkeran rast kiriye ku ziman bi pêş ve bibin û çareseriyê ji wan pirsgirêk û kêşeyan re bibînin.

  • Werger: Çimkî werger zanisteke xweser e û alaveke ji bo veguhestina zanîn û zanistê ye di nav gelan de, bi wergerê mirov çand, rabûn-rûniştn û zanistên miletên dinase û têkilî û peywendî geş û gur dibin, loma kovara PIRSê rê ji weşana gotarên têvel ên wegerandî re vekiribû û gelek caran hin werger ji wêjeya cihanî di nav rûpelên wê de cih girtine.
  • Dîrok: Ji ber ku dîrok neynika giyanê mirovatiyê ye, mirov bi dîrokê pêvajo, lehengî û qehremaniya bav û kalên xwe nas dike û rola wan di avakirina şaristaniyê de û herweha di pêşketina zanîn û zanistê dibîne û hêviyên mirov geş dike, ji ber vê yekê mijarên dîrokî jî di nava xwe de dihewandine.
  • Wêje, helbest û çîrok: Ev hemî şêweyên afirandinê ne û bandora wan di pêşketina mejî û geşkirina hestên neteweyî de berçav û diyar e, her weha tov, evîn û hezkirinê û çand lêbuhurînên di civakê de diçîne, van mijaran jî beşeke mezin ji rûpelên PIRSê wergirtibû.
  • Tûrikê PIRS ê: Ew jî rûpela dawî bû ji kovarê, ku tê de bersiva gotarên ku gihiştibûn desteya kovarê dihate dan, her kesî di rêya Tûrik re dizanîbû ku berhema wî gihiştiye kovarê yan na.

Bê guman e, dê gelek mijarên din jî hebin, lê bi nêrîna min ev ên sereke ne.

Pêwîst e em bêjin ku Kovara PIRSê rewşinbîrî û serbixwe ye, rêya nakokiyên siyasî û partîtî di rûpelên xwe de venekiriye, her tenê ji bo çand û zimên xizmet kiriyê, di pêvajoya 25 salan de helbet dê kêmasî û şaşiyên çapê û têbîn û rexneyên nivîskaran jî li ser hebin, ji ber ku tu karê sergihayî û bê kêmasî tune ye.

Tenê dixwazim bibêjim ku gelek caran li pêş min weke şîretekê ji hin rewşenbîr û nivîskaran ji xortên nû re hatiye gotin: ”Eger win li jêderên zimên ên paqij digerin, kovara PIRSê jî yek ji wan jêderên zengîn û dewlemend e”.

Di dawiyê de 25 saliya PIRSê li hezkerên zimên pîroz be, û spasî ji desteya wê re ku ew gihandine vê qonaxê û ez xwe şanaz û serbilind dibînim ku min piraniya hejmarên wê xwendine û her (54) hejmarên wê li cem min parastîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev