Di Mem û Zîn de “kurmanc” û “kurd”

Di Mem û Zîn de “kurmanc” û “kurd”

Welat Agirî

Feylesofê kurd Ehmedê Xanî, di destpêka berhema xwe a bi navê “Mem û Zîn” de, sedemê nivîsandina bi zimanê kurmancî dike.

Beriya destpêkirina sebeban, tiştekî balkêş heye ku dixwazim bala we bikişînim ser. Di Mem û Zînê de, peyva kurmanc di deh ciya de û peyva kurd jî di çar ciya de derbas dibe. Yanî Ehmedê Xanî ji kurd û kurdî zêdetir li ser kurmanc û kurmancî sekiniye. Gelo sedemên vê çi bin?

Helbet tespîtkirina sedeman hewceyê lêgerîn û analîzên akademîk in, bi fikr û texmîna encamên seqet derdikevin meydanê. Feylesofê kurd, di beyteke xwe de du peyvan tîne ba hev, ku ew peyv milet û kurmanc in. Ehmedê Xanî dibêje:

 

Enwaê milet xwedan kitêbin

Kurmac tenê di bê hesêbin

 

Di vê beytê de weha tê gotin “Çeşîd bi çeşîd milet xwedan kitabin, tenê kurmanc ji kitêban bê par in.” Heke li gor vê beytê tevbigerin, em dikarin bêjin kurmanc jî netewek e.

Dîsa di beyteke din de dibêje:

 

Ez mame di hikmeta Xwedê da

Kurmac di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcimle ji bo çi bûne mehkûm

 

Dibê “Ez şaş û matelê hikmeta Xwedê me, gelo çima kurmanc di dinê de mehrûm in, bona çi hemû mehkûm in.”

Fîlozofê kurd, di vir de jî li dewsa peyva kurd, ya kurmanc bi kar aniye û kurmanc di dewleta dinê de wek miletek dîtiye.

Ev gotinên Ehmedê Xanî 323 sal berê hatine gotin û nivîsandin. Herçiqas destpêka nivîsandina Mem û Zînê nayê zanîn jî, sala qedandina eserê 1695 e. Dixwazim bêjim, dibe ku pênaseya peyvan hatibe guherandin. Yanî wateya milet a 323 sal berê û ya îro ne wekhev e?

Di roja me de, ji wî miletê li ser axa Kurdistanê dijî re, kurd tê gotin. Erê netew kurd e û peyva “kurmanc” jî ji zaravayê kurmancî tê. Lêbelê wisa bawer im ku , “kurmanc” ji bilî zarava, bi hin faktorên sosyo-kulturel ve jî girêdayî ye.

Min dixwest bibêjim ku di vê sedsalê de, nivîskar û rewşenbîrên me di nivîs û pirtûkên xwe  de “kurmanc-netew” bikar naynin. Lê meşwereta bi berpirsiyarê malpera Riataza, brêz Têmûrê Xelîl, re him fikr û him jî nivîsa min guherand ku kitêbên wek Şivanê Kurmanca, Folklora Kurmanca di vê sedsalê de hatine nivîsandin.

Wek me di destpêkê de jî behs kir, belkî bi analîzên hûr û kûr, cewab û encamên baştir derkevin holê. Lêbelê wisa difikirim, ku sedema sereke ya bikaranîna peyva kurmanc, di derbarî nifûsê de ye. Ji demên borî heta roja îroyîn jimara kurmancîaxêvan herdaîm ji yên din zêdetir bûye. Heke ne şaş bim, îro jî ji sedî heftê û pênc kurd, kurmancîaxêv in.

Wisa bawer im, ku di pêşerojê de bi xebat û lêkolînên zanyarî gelek pirs dê bên zelalkirin û gele kurd dê sûd û feydê ji berhemên xwe ên dîrokî bibîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Atir arman

    Dirûd(silav) û rêz
    Sipas ji xebata we
    Ez ji kurmancên Xorasanê me
    Li Xorasanê jî bi piranî peyva kurmanc tê gotin peyva kurd bi kêmanî tê gotin
    Eger tu yê ji her kurd ku li Xorasanê dijin bipirsî tu kî yî û zimanê te çi ye?
    Dibêje ez kurmanc im û zimanê min kurmancî ye

    1. Rizo

      Birayê Atir ew nava teva kurmanca da wusan e. Tevayîya Kurdistanê, kurmanc tev wusa dibêjin.

      Lê gereke em wusa nebêjim. Çimkî zaza hene, soran hene. Lewma em gereke bêjine kurd, kurdî.

      Tu serwext bûyî ez çi dibêjim?

Şirovekirin hatine girtin.