Ji ŕȇzenivîsȇn ,,Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd,, -3

Ji ŕȇzenivîsȇn ,,Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd,, -3

KURD Û DONORTÎYA WAN A BI HEZARAN SALAN

yanê

Parêzîya Îsa ji Ŕoparêzîyȇ hatîye bergirtinê

 

Em îro beşa sisîyan a dawî a gotara nivîskarê malpera me, lêkolîner Torinê Torinî ser dînê êzdîtîyê raberî we dikin. Ev lêkolîna zanyarî derseke bêhempa ye bo wan kesên xalifî, ku êzdîyan û kurdan ji hev cuda dikin. Beşên 1ê û 2an me duh û pêr çap kiribû.

 

Torinê Torinî, lêkolîner/êzdîzan

 

Bawerîya êzdîtîyȇ ji Hindistanȇ hatîye yanȇ ҫûye Hindistanȇ?

Ҫemȇn şaristanîya ҫîyayȇn Kurdistanȇ ḱişyane ne ku ṫenȇ ber bi Sûmerȇ, Yewnanȇ, Misirȇ…, lȇ usa jî ber bi Hindistanȇ û deverȇn dinȇ….

Mîtra – Mehr – Mȇrparȇzîyȇ va girȇdayî serda zȇdekim, ku gor nȇŕînȇn hine biraderan bawerîya ȇzdîtîyȇ ne ya evan deran e, hinekȇn ji Hindistanȇ hatî ew ṫevî xwe anîne. Bo îzbatkirin, makkirina evan nȇŕînȇn xwe ew dibȇjin, ku padîşahȇn Mîtanî bi navȇ Xwedayȇn Mîṫra, Varûna, Îndra, Nasatîya yȇn hindîyan sond xwarine, ҫawa li cem hindîyan usa jî li cem ȇzdîyan kastayetî û bawerîya ŕȇînkarnasîayȇ hene, ṫenȇ li cem hindîyan û ȇzdîyan marȇ ŕeş pîroz e, nîşana wî bal bawerî û gelȇn Mȇzopotamîyayȇ ṫune ye, mirîşka sînema poҫikdirȇj bona hindîyan û ȇzdîyan bi piŕ pîroz e û hwd.

Berȇ pȇşin emȇ matmayî û zendegirtî bimana, heger tiştȇn mînanî hev ȇn hindîyan û ȇzdîyan ṫune bûna, ji ber ku herdu jî civakȇn hindoavropî ne. Lȇ ya here sereke ewe, ku bi makkirina zanyaran, navȇn ҫemȇn pîroz ȇn Hîndos û Gangȇs ,,Vȇda,, yȇn kevnare da derbaz nabin, ango ,,Vȇda,, yȇn kevnare berî ŕȇḱetina hindîyȇn arî berbi Hindistanȇ hatine sȇwrandinȇ. Awa, parȇzî û navȇn piŕanîya Xwedayȇn hindîyan ȇn Vȇdawî wek Sûrya (A(Ȇ) Sor, Sor ȇ Sora), Şîva (A(Ȇ) Sivȇ, Mȇrȇ Sivȇ), Agnî (A(Ȇ) Agir, Mȇrȇ Agir), Varûna (A(Ȇ) Barana, Mȇrȇ Barana – ava) û yȇn dinȇ ṫevî gele bîr – bawerîyȇn arîyanîyȇ berî ҫûyîna hindîyȇn arî ber bi Hindistanȇ îdî li makewelatȇ destpȇkȇ yȇ hindoavropîyan da hasilbûyî bûne. Lȇ navenda ewî protowelatȇ hindoavropîyan hema erdnîgarîyȇn Kurdistanȇ û dor – berȇn wȇ ye.

Cem ȇzdîyan kastayȇn sosalîyȇ yȇn wek ȇn hindîyȇ (ȇn birahmayî, ȇn ḱşatrî, ȇn vayşî, ȇn şûdrayî – ḱoleyȇn ji diravîdȇn binelîyȇn binecî) ṫune ne. Ҫi ku dimîne derbarȇ ocax – malȇn mag – micȇwrîyȇn ȇzdîtîyȇ da, ew cidȇn xwe va digihîjne Mȇrȇn Dîwana Xwedȇ yȇn anegor. Awa micȇwirîyȇn şȇ şemsan cidȇ xwe va digihîjne Şȇ Şems ȇ Mȇrȇ Ŕoyȇ, micȇwrîyȇn şȇ sinan cidȇ xwe va digihîjne Şȇ Sin ȇ Mȇrȇ hîvȇ – mangȇ û hwd. Bi gotineke mayîn, micȇwrîyȇn her ocaxekȇ, ҫawa li cem somerîyan bûye, xizmetḱarî li ber zîyaret – zîkûrateke anegor kirine û ew erḱa ji bavȇ derbazî law bûye. Û ev înstîtûta ya ŕuhanîyȇ bi hezaran salan berî pȇşdahatina ,,Kanonȇn Manû,, û kastayan (diha ŕast –varnayȇn wergirtîyȇn ḱincȇn bi ŕeng – awazȇn cuda) yȇn sosalîyȇ yȇn hindîyȇ ḱar kirîye. Dibek peyvȇn ,,cid,, a kurdî û ,,catî,, ya hindî ji ҫavkanîkȇ tȇn û hindȇn arî ew ṫevî xwe birine û welatȇ xweyî nuh da gor ŕewşa cî bi ŕamana ,,kasta,,yȇ bi ḱar anîne, lȇ li Misir a kevnar da ew bi ŕamana ,,wezîrȇ faravon,, ȇ kuŕȇ Ŕa (Ŕoyȇ) hatîye bi ḱar anînȇ…. Heta niha her micȇwrîkî cidȇ xwedîyȇ ṫenȇ erkekȇ ye, ҫawa ku bi hezaran salan pȇşda bûye (Bo nimûne, micȇwrîyȇn zîyaret – zîkûratȇn Ŕoyȇ gor ṫesîra Ŕoyȇ ,,Bisk,, a hem kesȇn zengîn, hem jî ya kesȇn ḱesîv biŕîne, micȇwrîyȇn zîyaret – zîkûratȇn Hîvȇ gor ṫesîra Hîvȇ ,,Mar a bûk û zavȇ,, ya hem kesȇn zengîn, hem jî ya kesȇn ḱesîv biŕîne û hwd). Ji vir û pȇda ew ber bi piŕerktîyȇ va dimeşin. Wȇ bȇ dem, xizmeta dînî ya ȇzdîyan ew micȇwrîyȇn xweyȇn cidȇn cuda pȇk bînin – mîyaser bikin, ȇn ku xizmetḱarȇn li ber zîyaretȇn dînȇ ezdî yȇn anegor bin û Akadȇmîyayȇn dînȇ ȇzdî yȇn li ŕex ewan zîyaretan da perwerde wergirtî bin….

Gor bawerîya ȇzdîyan ŕȇînkarnasîa, ango pey mirinȇ ŕa ji govdekî derbazbûna ŕuh – giyan li govdekî dinȇ yȇ merivan, ajalan, hȇşnayȇ, keviran… ṫûneye. Ȇzdîtîyȇ da hebûna Dinya Axretȇ wek yȇra heta hetayȇ ya ŕuh – giyanan xweber ŕetkirina ŕȇînkarnasîayȇ ye. (Ŕamana ku ŕuh – giyan, Dinya Axretȇ hene û ŕuh ŕamanîye – nemirîye, ango pey mirinȇ ŕa jîyan a heta hetayȇ heye, cara pȇşin Kurdistana kevnare da pȇşda hatîye û bi şȇweyȇn cuda – cuda seranserî dinyayȇ belav bûye. Ev ŕamana, xwezma, destanȇn kûtî – sûmerîyan ȇn derbara ,,Dinya ҫûyîn û nehatinȇ,, da bi zelalî tȇ xuyanȇ). Gor ȇzdîtîyȇ giyan ser pira Siratȇ ŕa (ji peyva hindoavropî ya ,,sirȇ,, ji ŕamana ,,ŕȇz, cȇrge, dor seknandinȇ,, tȇ) derbaz dibin, diҫine Dinya Axretȇ ya giyanan. Û bo ku giyan bi hȇsane bigihîjne ewȇ dinȇ û firȇqetîyȇ da bimînin, ȇzdî hema ewan ҫȇlekan, ȇn ku hindî dest nadinȇ, serjȇ dikin, dikine xȇra giyanan. ,,Pira Siratȇ weke dezî, Xȇr kira ser ŕa bezî, Xȇr nekira ҫok lȇ lerizî,,. Gor ȇzdîtîyȇ gava giyanȇn merivȇn ne pak li ser pira Siratȇ ŕa derbaz nabin, ew giyan paşda vedgeŕine Dinya ŕonik, bi demkî qalib – kirasȇn cuda – cuda da sṫar dibin, heta ku bona evan ŕuhayan xȇr tȇne dayînȇ, ,,nanȇ miryan,, (ṫevî ṫasek xwarinȇ, avȇ… usa jî 2 nan. Pey mirinȇ ŕa bona giyan ji 3 Cîhanan Cîhana Ŕonik ȇdî namîne. Evȇ yekȇ va girȇdaî ye usa jî birina 2 kulîlkan bona biranîna mirî) tȇ derxistinȇ, dua – diroze tȇne kirinȇ û ev ruh ȇdî dikarin li ser pira Siratȇ ŕa derbaz bin, biҫne Dinya Axretȇ, bigihîjne ŕuhȇn dinȇ. Bawerîyȇn bi evî şȇweyî bi hezaran salan li Mȇzopotamîyayȇ ḱar kirine. Dibe bawerîya ŕȇînkarnasîya ya hindîȇn arî hema ji evȇ beŕbiŕîbûna dawîyȇ da ŕaber kirî (bi demkî paşda vegeŕyana giyanȇn merivȇn ne pak) pȇşda hatibe?

Bi hezaran salan berî ҫûyîna hindîyȇn arî ŕemzȇn mar – zîyan li her deverȇn makewelatȇ destpȇkȇ yȇ hindoavropîyan, heta li ser zangan jî, nexşkirî hebûne. Bo mînak, sîmvola zîkûrata Ȇrîdû ya Xwedayȇ An gî yȇ piştovanȇ ҫemȇn Dicle û Ferat li Mȇzopotamîya başûr mar bûye, ew jî ne ku marek, lȇ du marȇn li hev alyayî. Kûtî yȇn pȇşîyȇn kurda saya zîya – birq – birûsk parȇzkirina xwe ,,zîyayȇn ҫîyan,, hatine navkirinȇ. Gor mîf – efsaneyȇn sûmerîyan Mȇr – Xwedawendekî piştovanȇ Kurdistanȇ xwe kirye ŕemzȇ mar û nehiştîye ku Gîlgamȇş hȇşnaya nemirinȇ ji Kurdistanȇ derxe – bive. Ev mara ṫevî ḱasa jîyanȇ nava demȇda bûye usa jî sîmvoleke bijişkîyȇ….

Padîşahȇn mîtanî wek kal – bavȇn kurdaye dinȇ ne ku sîmvola balindeya sînema poҫikdirȇj, lȇ hema ya teyr ṫevî ya şȇr bi ḱar anîne. Cem hindîyȇn arî jî sîmvola Ŕoyȇ teyr yan jî jujîya ku difiŕe ya xwedî strî – kelemȇn wek tîrȇjan bûye. Ṫenȇ piştî ji Asîa Başûr li deverȇn dinȇ belav bûna balindeya sînema poҫikdirȇj ŕa, ҫawa xaҫparȇzȇn pȇşin, padîşahȇn sasanî û yȇn dinȇ, usa jî ȇzdîyan şûna sîmvolȇn teyr û mirîşka Ŕoyȇ – dîk (x – or – os) ȇ qasidȇ nedîrdayîna Ŕoyȇ ŕemzȇn sînema poҫikdirȇj wek sîmvola Ŕoyȇ bi ḱar anîne.

Awa, bira ṫu kes neḱeve nava şikan. Ne ȇzdî ji der hatine, ne jî ayîna ȇzdî. Ewana Ax, Av, Agir, Ba ȇn Kurdistanȇ va ḱîp girȇdaîyîne, bi mora erd û azmanȇ Kurdistanȇ morkirî ne. Bona ȇzdîyan havȇnȇ Kinyatȇ hema Ax û Av ȇn Lalişa Nûranî ne li Kurdistana dayîk…

Dengvedana veguhastî – roparȇzîya paşopȇbuyî

Belê, ҫanda kurda awqas zengîn e, ku bi her alîyan va xelq wȇ didizin, li ser beraṫȇn wȇ hev vedigevizinin – li ÛNȆSCO li ser navȇ xwe qeyd – ṫomar dikin. Gelek jî (usa jî ji bawerîyȇn dînî) ji dayînên kurda bûne wek dengvedan a veguhastî û careke dinê paşda li kurda vegeŕyane. Awa sonda kal – bavȇn me li Kurdistanȇ ḱefa destȇ wan bû, ji ber ku pȇ ḱefa dȇst maҫa cot dihate girtinȇ, xȇr û ҫiralix dihatine derxistinȇ. Hȇ jî dema dua li hev kirinȇ tȇ gotinȇ: ,,Destȇ te sî be, li ser serȇ zaŕȇn te, ḱoma te be,,, ,,Destȇ sar li te neḱeve,,. Hȇ Mȇzopotamîya kevnare da bawerîya ber bi pîrozîya ,,Destȇ Înana,, bi ḱar kirîye. Lȇ gava xelqȇ ,,Destȇ Înana,, jî ṫalan kirin, kirin ,,Destȇ Fatma,,, em ji evȇ bawerîya xwe ya ŕesenî jî neban bûn – ŕevîn. Usa jî ȇzdî ji sîmvola kal – bavan ya kevnare ya Qaşa Ŕoyȇ ku difiŕe (Fira wer) ŕevîne, gava ew bona dînȇ nuhkirî Zerdeştȇ kal bi ḱar anîye. Û awa gelekȇn dinȇ…

Çawa hate gotinê, bi nêŕîn û bi her alî mak kirina gelek – gelek zanyarȇn wek Thomas Paîno, parêzîya Îsa ji ber Ŕoparêzîyê hatîye girtinê, Îsa bi Ŕoyê va guhartine, dewsa Ŕoyê, wek Ŕoyê parêz kirine. (Badilhewa nîne, ku êzdî Îsa hema ,,Îsa yê Nûranî,,, yê ji nûrê çêbûyî nav dikin). Ango, êzdîyên demekê, yên ku îro ḱilîse – dȇran da berȇn xwe didine ŕohilatȇ, dua dikin, Îsa diparêzin, bi Îsa parêzîya xwe bi haj ji pê ṫunebûyî dîsa Ŕoyê diparêzin, lê îdî bi paşopê, bi hestên xelqê, bi çavên xelqê, bi edetên xelqê, bi nirxên xelqê, bi pîvanên xelqê, bi çanda xelqê, bi dîŕoka xelqê, ji hemȇz – paşila dayîka xwe, ji xwezaya welatê xwe qut bûyî. Ev êzdîyên nuh qulibî ṫevî dîn usa jî netewetîyê didine der – zewac û mêrkirinê ṫevî ṫenê bawermendên mînanî yên xwe dikin (ji çi neteweyan bibin, wana ŕa yek e, çawa dagirkeran kurdên misulman pê dîn kirine birayên ometê yên parsûan, ereban, ṫirkan). Evên xalifî xwe li wê ŕêyê girtine, ḱîjanê ra demê da Îvanê û Zaḱarê yên bira yên Çepildirêj û pareke adabîyên xaçparêz ên mîrgeh – dewleta Adîabênê têŕa derbaz bûn, nava neteweyȇn nuh peyda bûyî da bişivîn, bê serî û beraṫe unda bûn, çûn. Ev ,,berxȇn Xwedȇ,, yên kevn û nuh wek kaviŕên gêj çola diḱevin, diçin, diḱevine hewşa xelqê û dor kevirên wanan bi gêje gêj dizviŕin, qe nabînin, ku piş perda dîn da pêşîya wana xefik – ṫele danîye. Kula ser kulan ŕa jî ewe, ku hinek ŕonakbîrên me yȇn ku ,,nava ŕojȇ da gor ŕewşȇ bi hevt ŕeng – awazan her ŕengguhȇzî dibin,,, medya ya civakî da bona ,,helbest – xwedênasî – zimanpenî – fêlbazîyên,, bi jehra şîrin va mewicî yên evan qulibîyên ne ji xwe – ji xwe bi bê hêvî dûrḱetî ҫepikan lêdidin, bi xewneŕojkȇn wana va malpeŕ û kovarȇn xwe ,,dixemlînin,,. Bi evê yekê va ,,zane, dayîk û bavikȇn milet,, evên paşopê bûyî hê ber bi gêlî didehfînin , avê li ser aşê wan û pînckir – dersdarên wan da hê zêde dikin…

Belȇ, bawerîya kurda ya kevnare wek donortî – xȇrxwazîya wana, usa jî ŕewş, ṫȇr û ṫijya erdnîgarîya welatȇ wan va girȇdaî bûye… Pêşîyên kurda Kurdistana hȇnikda RO – ÛTÛ (protozimanȇ hindoavropî da – ,,rȇv,,, sanskrît da – ,,ravî,,, ,,rokatȇ,,) parêz kirin û ,,k – OR – d,, û ,,k –ÛTÎ,,, ango, ,,ên Royêdayî,,, ,,ên ji Ŕoyê,,, ,,k – ŕo – lawȇn Ŕoyȇ,, hatine navkirinê, mînanî tîrêjên Ŕoya pîroz, wek baskȇn wekehev ȇ xaҫȇ Mîhr – Mȇr, germayî, ŕonahî, ŕastî, xweybextî yȇn arî stokratîyȇ dane ,,her ҫar qulban – 72 miletan û 18 hezar xulyaqetan,,, ,,bona bêçaran bûne çare,,, ,,bona bêhewarayan bûne gazî,,… Lȇ lawȇn Ŕoyȇ bin ṫesîrȇn der – doran da hȇdî – hȇdî bîr kirin, ku ҫawa Ŕo bo dayîna agir – alav û ŕonahîyȇ hȇz û ȇnȇrgîyayȇ ji xwe hildide, usa jî kurd wek donorȇn ûnîvȇrsal gotî evȇ dinya merivxwur da donortîyȇ berȇ pȇşin hema bona xwe bikin…

Pîrhevok dixwazin pȇ konê xwe Dergehê zang – mixara Şeref Dînê Madî – Mîhr binixȇmin, nehêlin Dergeh vebe, ,,ṫext – ṫacȇ medan ŕizgarbe ji destȇ ḱafiran,,. Lê bêjinga konê pizinî nikare pêşîya tîrêjên Ŕoyê bigire. Mifta ḱilîta Dergeh îdî ḱetîye destên kurda. Bi ŕêfêrêndûma serxwebûnê kurdȇn dilsoz ew Dergeh îdî hunduŕê mejû û dilê xwe da vekirine – îdî wê selaheddîneyûbtîyȇ û xerîbdostîyȇ berȇ pȇşin bona xwe bikin – li ser mirîyên xelqê yên bê şêkir negirîn, ҫand, ziman, ḱilam, pîrozgeh, heta yȇrȇn hec – zîyaretvanîya xwe jî ji ȇn xelqȇ bişkivînin – li Welatȇ xwe li dor Kevirȇn pîroz ȇn ҫîyayȇn xwe bigeŕin, gazî Xwedayȇ pȇşîyȇn xwe bikin, li hebûna xwe ya ṫalanbûyî xwedî derḱevin, ji bîr û bawerî, sîmvolên bav û kalên xwe sil nebin, pêşîya maşandin – bişavtina xwe û heŕikandina bê xeda ya xwîna xwe bigrin – nemiҫiqin…

Çanda kezî ya bi tîrȇjȇn Ŕoyȇ va hûnandî ya gelê kurd awqas zor û zengîn e, ŕehȇn dîŕoka wê awqas kûrin, Axa wê awqas pîroz e, ḱokȇn wȇ awqas ȇn xwexwetîyȇ ne, ku kurd hela dikarin ŕabin li ser pîyan…

Wêneyê ŕojbûna Mîhr – Ŕoyȇ (Îsa) di dema cejna Şê Şems, ango ŕovegeŕa zivistanê da. Sȇ mag – padîşah ew sȇ steyrȇn ŕȇzgirtî ne. Steyra Ŕohilatȇ ku yȇra ji dayîkbûn – nedîrdayîna Ŕoyȇ (Isa) destnîşan dike steyra Serȇ Sivȇ ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev