Ji nimûneyên zargotina me – 131

Ji nimûneyên zargotina me – 131

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 132an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

KEÇELOK

Carekê cara, reme li dê û bavê hadir û guhdara. Padşak hebû, keçelokê wî hebû. Keçelok xewn dît, sivê hat jê ra gilî kir, go:

-Padişayî sax be, go, min îşev xewnek dîtye.

Padşa jêra go: -Bêje xewna xwe.

Keçelok go: -Kûçikê mîna te çi ne, ku bêjim!

Çima ku ne got xewna te xêr be.

Padşa berdayê: Keçelok revî çû. Ji xulamê xwe ra go:

-Kuro, herin, wî keçelokî bigirin, bikin zîndanê.

Keçelok girtin, avîtin zîndanê. Keçelokê te çaqoke wî hebû, zîndana wî darîn bû. Pê çaqoya xwe darê zîndanê kola û çû. Wextekê çû, derket koçk-sera qîza padşê.

Qîza padşê jê ra got, go:

-Keçelok, ev çi yek bû, te li serê min kir? Go: -Bavê min ku min û te bihese, wê min jî bikuje, te jî bikuje.

Keçelokê te wêderê ber gerîya, keçikê paşxana xwe didayê, ji xwe ra gilî dikirin.

Padşayê roavayê tiştek şand ser wî padşayî, go:

-Tiştekî min heye, te ku tê derxist, ezê qîza xwe bidim kurê te, te ku tê dernexist, tu qîza xwe bide kurê min.

Ewî tiştê xwe da destê du merîya, şand ji ewî padşayî ra.

Tiştê wî du kêr bûn, gotibû: “bira tê derxe, çika kîjan kêr hosteyî çêkirîye, kîjan şagirtî çêkirîye?”.

Kir-nekir evî padşayî tê dernexist. Qîza padşa xwe êvarê reş û şîn kir, hat dîwana xwe.

Keçelok go: -Xanim, go, ez qurbana te me, te çima xwe reş kirîye?

Go: -Keçelokê heram, derdê min ne besî min e, kula te jî serbara ser e.

Keçelok li ber zarî bû, go:

-Xanim, bide xatirê xwedê, çika çi li te qewimîye?

Xanimê jê ra got, go:

-Keçelok, go, padşayê roavayê, go du kêr şandine cem bavê min: “Kîjan çêkirina hosta ye, kîjan yê şagirt e?”. Kesî tê dernexist, wê min jî bidin kurê ewî padşayî.

Keçelok got, go:

-Tu qe şaîşa mekişîne, ez zanim.

Xanimê go: -De bêje, wekî tu zanî?

Keçelok go: -Ez nabêjim.

Xanimê jê ra go: -Çima tu nabêjî? Go: -Ne ez te xway nakim.

Keçelok go: -Ez nabêjim, go, ez hundurê zîndanê da dimirim, go, tu bihêle ez bêm binpîya te razêm.

-Ê, go, keçelok, hazir bêje ezê tev te razêm îda.

Go: -Xanim, gilîyê usa meke, go, ez tiştê usa nakim.

Xanimê go: -De bêje, tu û xwedê xwe, go, bira wek te be, were binpîya min razê.

Keçelok go: -Xanimê, go, here ji bavê xwe ra bêje, bira sîtilek av bikelîne, go, av ku ser hev ra çû, go, bira herdu kêra bavêjê, go, ya hoste sivik e, wê bi ser keve, ya şagirt giran e, wê li binî keve.

Xanim sibê şebeqê rabû, xwe lezand, xwe sol û mestara negîhand, çû, go:

-Bavo, go, îşev min tiştek bihîstîye, go, bîne, were êgir dade, du sîtil av bide ser, kêra bavêjê, ya hoste sivik e, wê li ser keve.

Wê sehetê emir kir, saz kir, kêr avîtinê, kelîya, kêra hoste bi ser ket: sivik bû, kêra şagirt kete binî.

Nikulê kêra şagirt şikênand, da destê du merîya şand, go:

-Bera karê bûka min jî bike.

Birin, çûn danê, ewî padşayî ji wan merîya ra got, go: -Tiştekî minî din jî heye, tê derxist, derxist, tê dernexist, hemîn bira karê xwe bike.

Ew tiştê wîya hesinekî qul bû, şand, hat, go: “Têlê derzîyê li evî hesinî ra derbaz ke, herdu serê wî girêde”.

Anîn hatin, kesî nikaribû têl tê ra derbaz bike, hesin qul bû, hezar xarayî lê hebûn, kirin-nekirin, nikaribûn têl tê ra derbaz kirana.

Qîza padşê dîsa xwe êvarê reş û şîn kir. Keçelok lê nihêrî, wê qîza padşê dîsa xwe reş û şîn kiryie, dîsa hat, Keçelok got:

-Xanim, ez qurbana te me, te çima xwe ha reş û şîn kiriye?

Go: -Keçelokê heramo, go, li te xêr e niha?

Keçelok ber gerîya, xanimê jê ra got. Keçelok, go: -Îcar jî?

Go: -Îcar hesinekî hezar cî xarayî ketîyê, şandîye, gotiye: “Bera têl tê ra derbaz ke, herdu serê wî bi hev ra girêde”. Kesî nikaribû bikira.

Keçelok go: Xanim, çi heye, go, ew yek cem min lap rihet e.

-Ê, go, de bêje.

Go: -Ez nabêjim.

Go: -Keçelok, çira nabêjî?

Go: -Serê min li erdê ye, cîyê min hişk e.

Go: -Lê, em çawa bikim?

Go: -Hergê te hişt, ez serê xwe daynim binpîya te, go, ezê bêjim, xêr ku te nehişt, go, ez jî nabêjim.

Go: -Keçelok, hazir, were tev min razê îdî?

Go: -Na xanim, go, haşa ji min.

Xanimê go: -De bire be Keçelok, ezê bihêlim, go de bêje.

Go: -Zanî, go, sibê here ji bavê xwe ra bêje, go, bira herdu serê têl hingiv bike, bira bibe here ber kolmişka mûrîya, go, mûrîya bira tev rake, mûrîyê hingiv têxine devê xwe, wê bibin ji qula hesin ra derbaz bikin, bira merîk li ber bisekine, mûrîya hema ku derxist, bira serê têl bigirin, bi hev va girêdin, bînin, bên.

Sibe li qîza padşê ron bû, xwe sol û mesta ra negîhand, ji bavê xwe ra got, go:

-Bavo, îşev min îşekî wa bihîstîye, go, bîne herdu serê têl hingiv bike, bide ber qula mûrîya. Mûrîyê wê serê têl têkine devê xwe, ji qulê ra derbazkin.

Wê sehetê padşa rabû, emir kir, birin çûn, ber qula mûrîya danîn: mûrîya têl tê ra derbaz kir, herdu serê têl girêdan, anîn. Da destê du merîya, şand, birin çûn, dan padişê roava. Ewî padşayî go:

-Herin ji padişê ra bêjin, go, tiştekî minî dinê jî heye: du hesp in.

Herdu hesp şandin, hat, go: “Bera lê binêre kîjan bergîr e, kîjan kihêl e?”.

Anî hat, padişa lê hat temaşê, cimaeta padişê jî lê nihêrî, ku herdu jî tonê wan yek in, forma wan yek. Kirin-nekirin, kesî tê dernexist.

Êvarê dîsa qîza padşê xwe reş û şîn kir, hate dîwana xwe.

Keçelok go: -Xanim, xwedê min qurbana te ke, çi li te qewimîye?

Go: -Keçelok, vê carê du hesp şandîye, kesî tê dernexistîye kîjan bergîr e, kîjan kihêl e.

Go: -Xanim, ew lap rehet e.

Xanimê go: -De bêje.

Go: -Erê lê, ez dibêjim?

Xanimê go: -Çira tu nabêjî?

Go: -Serê min ser binpîya te be, kêlekên min ser texta diêşe.

Go: -Lê çawa, Keçelok, tuyê bêy tev min razêyî?

Keçelok go: -Na, xanim, go, gilîyên usa meke, haşa ji te.

Xanimê dî çare tune, go:

-De bira be, de bêje, go.

Keçelok jê ra got, go: -Xanim, ji bavê xwe ra bêje, bira sibê agir berde, du siyara li herdu hespa siyar ke, bira tê da bidine meydana, kihêlê derê, bergîrê bimîne.

Wêderê siyar bûn, ajotin, kihêl derket, bergîr ma. Dêla bergîrê di ber da jêkirin, dane destê du merîya, şandin. Ewan merîya bir dayê.

Ewî padşayî go: -Tiştekî min din jî heye, tê derxist, ezê îcar qîza xwe bidim kurê wî.

Ewana du deve danê. Herdu deve anîn hatin cem padişê. Padişa û cimaeta xwe lê top bûn, go:

-Çi teva ye?

Go: -Eva herdu deva ne, çika kîjan mak e, kîjan kudik e?

Kir-nekir, kesî tê dernexist. Êvarê dîsa qîza padişê xwe reş û şîn kir.

Keçelok go: -Xanim, go, serê min qurbana te be, go, îcar çi bû?

Go: -Keçelokê heram, go, te ji min xêr e niha.

Go: -Xanim, bide xatirê xwedê, ji min ra bêje, çika ew çî ye?

Xanimê jê ra got, go:

-Keçelok, îcar jî, go, du deve şandine, gotiye bira tê derxe “çika kîjan deve ye, kîjan kudik e?”.

Go: -Xanim, go, eva lap rehet e.

Go: -De bêje.

Go: -Ez nabêjim.

-Çima,- xanimê jê ra got,- tu nabêjî?

Go: -Lê, go, ez ji serma dişewitim, go, go, lihêfeke xwe bide min, ez bavêjim ser xwe.

Xanimê dî çare tune, go: -De, go, bira be.

Go: -Xanim, go, sibê bavê ji xwe ra bêje, bira du meriv li deva siyar bin, her yek here alîkî, go, bira sibê tev peya bin, wêderê deveyê bimiqîne, kudikê têkeve binî bimêje, go, bira dêla wê jêke, bişîne here.

Sibetirê padşa wê sehetê emir kir, du merî lê siyar kirin, çûn, vegerîyan, hatin: deve miqîya, kudik jî kete binî.

Dêla yekê jê kir, şand çû, go: -Bira bûka min karê wê bike, ezê bêm, bînim.

Padişa rabû gazî qîza xwe kir, go:

-Lawo, eva gilî kê ji te ra kirin?

Go: -Bavo, Keçelokê te hebû, min fireya te paşxana xwe didayê, ewî ji min ra gilî dikir.

Go: -De gazî Keçelok kin.

Keçelok da destê du merîya, go:

-Kuro, Keçelok bibin hemamê, deste kincên wezîrîyê bînin, lê kin.

Kurê wî padişayî tunebû, şand bûka xwe anî, hat. Keçelok ra peya kir, qîza xwe jî da Keçelok. Herdu qîz ketin bin milê Keçelok.

Padişa ra go: -Padişa, zanî, min îro xewnek dîtye.

Padişa go: -Xêr be.

Go: -Min dît, ro li ser vî milê min hilat, ser vî milê min jî çû ava.

Padişê jê ra go: -Ew xewna te qîza min, qîza padişê din e: ez padişê rohilat im, ew padişê roava ye. Xewna te jî, go, ew der bû.

Padişa şand, def anî hat, sê roja li defê xist.

 

Ew çûn bi mirazê xwe şa bûn, hûn jî herin bi mirazê xwe şa bin.

-Tu jî bi mirazê xwe şa be.

Got: Besoyê Bekir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev