Pêwendîyên eşîrtîyê û pêvajoya sosîyalîstîyê -1

Pêwendîyên eşîrtîyê û pêvajoya sosîyalîstîyê -1

Me di 130 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa pêşin a bi sernavê “Pêwendîyên eşîrtîyê û pêvajoya sosîalîstîyê” raberî we bikin. Beşa duduyan eme piştî heftêyekê çap bikin.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye

û heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 131

Lêkolînên li navçeyên Laçînê û Kelbecarê didine xuyanîkirin, ku ew fikir şaş e, ku kurdên van navça bi cûrê eşîrtîyê dijîn. Em wek V.Gûrko Kryajîn nafikirin û ser wê bawerîyê ne, ku derbazbûna ser cûrê jîyana riatî, dema ku xwelî di dest milet da ne, piştî hatina qeydê Sovêtîyê guhêrîna xwefemdarîya gundîya, ku rengê şerkarîya çînî wergirtîye, alî wê yekê kirin, ku gundî ji jîyana bindestîyê derkevine ser riya pêşketinê, bibine xweyê keda xwe ya helal. Sazbûna kolxozan (malhebûnên kolêktîv), testîqbûna dîwana Sovêtîyê li gunda, tesîra partîyê li ser wan, alî pêşketina sosîyalîzmê dikin, ku berê çînên desthilatdar serketina ewê pêvajoyê ji bo berjewendîyên xwe berbend dikirin.

Em bi hûrgilî li ser rola rîspîtîyê li Kurdistanê sekinîn. Tiştekî nêzîkî aqilan e, ku paşmayînên (bermayînên) ewî cûrê jîyana eşîrtîyê heta niha jî mane, lê rîsipîtî niha jî li ser riya çêkirina sosîyalîzmê li gundên kurda astengeke bi xeter e. Femdarî ye, ku şerkarîya gundîyên belengaz û yên orte bona sazkirin û pêşdabirina kolxoza tiştekî ne hêsa ye û ji bo wê yekê gerekê bikaribin di şerê çînî da biserkevin, zora dewlemend û rîspîyên, ku heta niha gundî zêrandibûn, bibin. Em ser wê bawerîyê ne, ku gerekê reng û rûyê wan milkedar û zordesta derxine ser avê, gerekê ew bi heqî bêne rûreşkirinê, ku bikaribin pêşdaçûyîna xwe kefîl (garantî) bikin. Eger usa nebe, perçekî miletê ku dihate zêrandinê, wê dîsa bide dû wan, bi a wan bike.

Ji ber wê jî çêkirina kolxoza di van navça da hêdî-hêdî pêş dikeve, xwesma di nav kurdên navça Kelbecarê da.

Em bala xwe bidne navça Laçînê:

Gorî salixên Komîtêya şuxulkirinê ya Laçînê, ku malûmatîyên komîtêya partîyê ya navçê jî ew yek testîq dike, hetanî 15ê tebaxê sala 1931ê tenê 26 selefê (%) gundên navçê bûne kolxoz. Em wê jî bêjin, ku di navçeyên Azirbêcanê yên mayîn da, ku pembu nayê bêcerkirinê, heta wê dema jorê kivşkirî jimara gundên, ku bûne kolxoz, 41,3 selef e. Ev jî hindik e, lê ew yek di gundên kurda da hindiktir e.

Dema xebata êkspêdîsyonê bêlî bû, ku di navça Laçînê da 11 gundên kurda hene: 1. Zêrtî, 2. Mînkend, 3. Bozlu, 4. Kemalli, 5. Keleçe, 6. Çeraxli, 7. Axcekend, 8. Kerekeşîş, 9. Ag-Bûlax, 10. Şêylanli û 11. du gundên rex Şênlanliyê yên biçûk: Katos-bîn û Çaybîn, ku hema bêje hemû jî bi hevdu ra girêdayîne.

Em li jêr malûmatîyên derheqa çêkirina kolxoza di gundên navça Laçînê da tînin:

 

………….

Bi vî awayî, ji 784 malhebûnên kurda yên navça Laçînê, ku di 11 gunda da hene, 2 kolxoz in bi 116 malhebûna va û di 3 gunda da jî 3 TOZ hene, ku 98 malhebûn tê da hene (ji 183 malhebûnên wan gunda).

Çêkirina kolxoza li navça Kelbecarê da gelek paş e. Rast e, em wê jî bêjin, ku karê çêkirina kolxozên heywanxwedîkirinê karekî dijwar e. Ji ber wê jî heta 1ê îlonê sala 1931ê di wê navçê da tenê 7,1 selefê gunda bûbûne kolxoz.

Gorî salixên êkspêdîsyonê di navça Kelbecarê da 6 gundên kurda hene: 1. Soyux-Bûlax, 2. Şûrtan, 3. Zeylik, 4. Axcekend, 5. Orûclu û 6. Xelanli.

Ji wana tenê gundê Axcekendê da kolxoz heye. Ew yek ji vê navnîşa jêrin xuya dibe:

 

Navên gunda                          Jimara malhebûna      

 

  1. Soyûx-Bûlax 41                                –
  2. Şûrtan 70                                          –
  3. Zeylik 119 –
  4. Axcekend 88                                   29
  5. Oruclu 58                                          –
  6. Xalenli 56                                         –

 

Serhevdu                432                            29

 

Bi vî awayî, ji 432 malhebûnên (malên) kurda tenê 29 dikevine nava kolxoza û ser her malekê hesabkirî ew yek di gundên kurda da kêmtir e û bêy wê jî bi tevayî li navça Kelbecarê da kêm e.

Wek me got, cûrê jîyana eşîrîyê hetanî niha jî bal kurda maye, ji ber ku xebata partîyê û sovêtîyê di wan navça da sist e, ew li ser riya bi cûrê sosîyalîstîyê daçêkirina gundên kurda dibine asteng, karê şerkarîya dijî milkedara û dewlemenda didine dijwarkirinê, ji ber ku zordar hetanî niha jî xwe bin perda edetên miletîyê vedişêrin û karê xwe wek berê dimeşînin. Me bala xwe da rewşa wan navça ya îroyîn û vanê me çi dît û texmîn kir:

Li gundê Mînkendê, navça Laçînê, 18 gundîyên dewlemend, ku baca xwe didan û ji ber wê jî nediketine di nava kolxoza, hukumî li ser merivên xwe kiribûn (bira, birazîya, xwerzîya û yên mayîn), ku ew jî (di nav wan da jî merivên feqîr hebûn) nekevine nava kolxoza. Ewana di karê xwe da bi ser ketibûn. Heta van demên dawî jî gelek gundîyên Terullûyê, Zalikliyê û yên mayîn nediketine nava kolxoza. Heta di gundê Mînkendê jî, ku li wir karê kolxozê baş dimeşe, jimara kolxozvana kêm e. Wek me li jorê dabû xuyakirin, ji 270 malhebûna tenê 66 diketine nava kolxoza. Em wê jî bêjin, ku berê kolxoz du cara ji hev çûbû û tenê van axirîya xwe girtîye.

Di civîneke komsomola û endamên partîyê da merivên belengaz, wek mînak ji gundê Terelluyê, digotin, ku bira filan apê wan bikeve kolxozê, ewê jî bikevinê. Di navça Kelbecarê da, ku cûrê jîyana eşîrtîyê ji Laçînê zêdetir mabû, ser her malekê hesabkirî, kolxoz hindiktir bûn.

Di navça Stalîn (Şarûra berê), herêma Naxçiwanê da, li ku piranîya kurdên herêma Naxçiwanê lê dimînin, di gundên kurda da tu kolxozek tune. Bi bawerîya me, ev yek ne tiştekî tesedûf e. Em bawer nakin, ku di navçeke din ya Azirbêcanê da hukumê eşîrtîyê usa xurt maye, wek ku ew di nav kurdên Naxçiwanê da ye. Koçerîya kurdên Naxçiwanê alî wê yekê dike. Eşîrtî ne tenê di hundurê malbetê da roleke xirab dilîze, lê ji sînorê wê der, di pêwendîyên bi malbetên mayîn ra jî. Vira gilî ne tenê derheqa wê yekê da ne, çika tu ji kîjan eşîrê yî û çiqasî li ser erf-edetên kal û bava mayî, wek ku ew yek li navçeyên Laçînê û Kelbecarê da ne. Niha usa bûye, ku tenê kal û pîr xwe berk li jîyana eşîrtîyê digirin, lê gelek gencên ku em rastî wan hatin, ewqasî jî guh nadine wê yekê. Di her gundekî da 2, 3, 5, 7 û zêdetir qebîl hene. Vira eşîrî ser her tiştî ra ne. Em wê jî bêjin, gava ku di navça Laçînê da em çûne gundê Keleçê, ku nêzîkî Mînkendê ye, me dît ku li wir hemû merivên hev in û ji eşîrekê ne. Ji ber wê jî di van şertan da pir dijwar e kolxozên bi hêz saz bikin, lê ne yên bi nav, bi dewlemend û zordara ra şerkarîyê bikin. Lê ew dijwarîyên usane, ku merî dikare çareser bike. Ji bo vê yekê gerekê rêxistinên partîyê û Sovêtîyê di nav wan da karekî ciddî bikin. Lê rêxistinên usa li wan cîya da ne gelekî xurt in.

Lê gundê wek Keleçê di navçeyên Laçînê û Kelbecarê da tunene. Lê di nav kurdên herêma Naxçiwanê da hene û pir in jî. Em bidne kivşkirinê, ku gundên kurda, ku rex hêwirgeha (station) Erezdeyan in, warên eşîran e, ku navê eşîra xwe li gundên xwe kirine û navê her gundekî vira yê resmî zûda heye, lê gundî bi kar naynin. Serhevdu li vê navçê da 7 gundên kurda hene: 1. Kere-Burun, 2. Yanix, 3. Korkmaz, 4. Gelewan, 5. Mehmûd-kend, 6. Vodokaçka û 7. Kixaç. Lê ev nav gelek cara nayêne bikaranînê, lê wek me got, navê eşîrên xwe li gunda kirine û usa jî bi nav dikin.

Gorî wê yekê navê Şawlikî danîne li ser gundên Kara Bûrûn û Yanix; bi wî awayî navê Korkmas danîne li ser gundê Banûkî; navê Herikî li gundên Gelewan, Mehmûd Kend û Vodokaçka kirine, ji ber ku eşîra Herika lê dimînin; navê eşîra Beşkîya li gundê Kixacê kirine. Wek me îdî gotîye, ev hemû gund cînarên gundên turka yên navça  Sederekê ne, ku çend gundên biçûk di nav da hene û ew dikevine li ser sînorê xeta riya hesin ya ji Cûlfa-Bekûyê destpêkirî hetanî tê digihîje çemê Erez, ku ew jî sînorê Yekîtîya Sovyêt e bi Tirkîyê û Farizistanê ra. Beraya wî sînorî 5-7 kîlomêtr e, dirêjaya wî 10-12 kîlomêtr e. Hemû gundên kurda, ku me navê wan dane rêzê, diketine di nav şêwra gundekî da, ku navê Şawlika lê kiribûn û ew jî dikete nava navçeke serbixwe – navça Stalîn (ew berî salekê bûbû navçe), ya herêma Naxçiwanê. Wek ku emê li jêr bidne xuyanîkirin, di şertên ku welêt da sosîyalîzm dihate çêkirinê, ew nav ne lê ne dihat. Ji ber ku piranîya kurdên ewê navçê ji eşîra Şawlika nîbûn.

Gorî salixên, ku me ji komîtêya navça Stalîn sitendibû, jimara binecîyên gundên kurda bi hesabê 5ê îlonê sala 1931a aha bû:

 

Navê gund an jî eşîrê           Jimara mala        Jimara binecîya

 

Şawlikî…………………..                54                        315

Yanix…………………….                57                        264

Gelewan………………..                 87                       383

Korkmas………………..                26                        135

Beşkî……………………..                60                        410

————————————————–

 Serhevdu                                 284                       1507

 

Di vê navnîşê da hinek gund bi navê eşîrê ne, hinek jî – na. Wek mînak, navê gundekî Şawlikî ye, ku ji navê eşîra Şewlika tê, navê gundekî mayîn jî Yanix e, ku li wir jî eşîra Şawlika dimînin; Gelewan û Korkmas ew gund in, ku eşîra Herkî lê dimîne, lê gundê Kixaç carna tê binavkirinê Kixaç, carna jî ew bi navê eşîrê – bi navê Beşkî tê binavkirinê.

Gorî van malûmatîyan, usa jî ew yek, ku em bidne ber çeva çika hebûna eşîra Şawlika çiqas e, ku li gundên Kara-Bûrûmê û Yanixê diman, herweha hebûna eşîrên mayîn jî, em bêjin ya Beşkîya, ku li gundê Kixac dima, jimareke awa dertê:

 

Hebûna eşîra Şawlika, ku li du gunda da dimîne, haqas e:

 

Heywanên gir     Hesp    Mî    Guhdirêj

 

Kara-Bûrûnê………………..223            57      1814       9

Yanixê………………………..315            55      2480       5

 

 Serhevdu:                       538          112    4294    14

 

Hebûna eşîra Beşkîya, ku li gundê Kixacê dimîne, haqas e:

 

Heywanên gir     Hesp    Mî    Guhdirêj

 

346               43       798         5

 

Eşîra Şawlika ji 579 merîyan e, lê ya Beşkîya – 410. Lê di navbera hebûna wan da ferqek mezin heye, ew jî wê demê, ku di qewlên wan yên jîyanê da ferq tune. Ew gund çend kîlomêtra dûrî hev in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev