Pirsa we û bersîva me – 74

Pirsa we û bersîva me – 74

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê jî rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane bi alîkarîya karmendên malperê bi bersîva xwe me zendegirtî û heyr-hijmetkar dihêle:

 

Pirsa Polayê Simko û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Bo çi çend hezar kurdên Ermenîstanê himberî çend mîlyon kurdên cihanê zêde deng dane?

 

Bersîv: Ji ber ku çend meslekên wan hene. Meslekek bo karekî ye, ku pê mala xwe xwedî dikin, meslekên din bo komê, qewim-pismaman, milet, welêt in.

Ji bo nimûne: karê Sehîdê Îbo bizîşkî bû, doktorê zaniştîyê, profêsor bû, bizîşkê zaran yê sereke bû li komarê, lê kurd zêde wî wek nivîskar û helbestvan nas dikin. 

Nimûneyek din: Akadêmîkê li cinahê navdar Nadirê Kerem Nadirov, ku bavê zanyarîya neftkîmîyayê li Qazaxistanê tê nasîn, lê gelek salan bûye serekê Rêxistina kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang”, li tevaya Qazaxistanê û Asîya Navîn wek kurdê welatparêzî mezin tê naskirin. 

Yeke din jî: Nazî Şîray artîsta sîrkê ya gelekî binavûdeng bû li Yekîtîya Sovyet. Dema gastrolên sîrka Moskvayê diçû welatên dereke, ser afîşan wêneyê wê bû. Çend hunervanîyên wê yên wisa hebûn, ku hetanî niha jî li cihanê tu kes nikare bike. Mesele, 2 defên destan ser milên xwe ra gilol dikir, defa ser milê rastê diçû ser milê çepê û defa ser milê çepê diçû ser milê rastê, herdu def ber hev ra derbaz dibûn û ne ji ser milê wê diketin, ne jî li hev diketin. Û ev yek kincên kurdî li xwe kirî, di bin sazbendîya kurdî da dikir. 

Lê sebebê serketina kurdên Sovyet ya here mezin di hêla kurdbûnê û kurdeyatîyê da ew e, ku çend zimanan jî zanibin, zimanê dayîkê bo wan zimanê malê ye jî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev