Roma reş û Roja reş

Roma reş û Roja reş

Ferîd Mîtanî

Osmaniyan bi behaneya hebûna PKKê di Herêma Efrînê de êrîşa xwe ya dagirkerî da destpêkirin û piranîya deverên opozisyonê li Sûriyeyê radestî rêjîma Sûrî kir; bi vê yekê bêdengiya wan kirî.

Lê ji her kurdekî bi ujdan û bîrbir re xuya bû ku armanca evê êrîşê ne ku tunekirina PKKê ye, lê belê tunekirina hebûna kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye, qutkirina korîdora ku dê hetanî bi Deryaya Sipî bikişîne ye.

Armanca vê yekê: Hem têkdana nexşeya Rojavayê Kurdistanê ye, hem fetisandina Herêma Kurdistanê ye.

Ew komên çete û xwefiroş ku aniha di nava Efrînê de ne, li jêr sîwana Îtîlafa Sûrî xwe bi rêkxistin dikin. ENKSê jî li jêr sîwana Îtîlafê tevdigere û bi vê yekê dibe nûnera ewan koman… Erê, nûnera ewan komên çekdar e yên ku aleya kurdî – aleya Komara Ararat û Herêma Kurdistanê, ne ya PKKê – bi dest xwe hildigirin, ku li ser ker û dehşikan siwar dibin û qeşmeriyên xwe bi kurdan dikin. (https://www.facebook.com/ferid.mitani/videos/2023412074564212 )

Nûnera ewan koman e yên ku îro di hundirê bajarê Efrînê de peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin; Kawayê Hesinkar, ne Ebdela Ocelan…

Nûnera ewan koman e yên ku aleya Tirkî hildigirin û aniha li jora avahiyên kurdan di nava Efrînê de hildidin.

ENKS dagirbûna Efrînê dixe sitûyê PKKê û PYDê jî, lema bi heman awayê tund êrîşî ENKSê dike. Bajarekî Kurdistanî ji dest çû û em hêj şerê hevûdin dikin. Carinan mirov difikire û bi awayekî jixweber digihe encameke vebirî ku ketina evan bajarên Kurdistanî yên wekî: Kerkûk, Şengal û Efrînê gunehê kurdan e, ne ku tenê hovîtiya dijmin e. Dijmin her û her dijmin e, lê ka ez li kû me? Ez li Stenbolê me, di hembêza dijmin de me. Bi parîyên dijmin, sitûyê xwe sitûr dikim û tuximê xwe bêrûmet dikim. Ez hêj peyayê peyayê peyayan im.

Aniha malbatên kurdan ji gundên wan tên derkirin û malbatên ewan komên çekdar li şûna wan bi cih dibin. Karmendên ku waneyên kurdî di dibistanan de didan, aniha tên revandin.  Erê kurdino! Em ê jî bidin ser şopa ereban; Colana me jî çêbû û diruşmên me ji berê de amade ne. Gotegot û galegalên vala dest pê bûn…

Rewşa mala kurdî nayê guhertin û tiştekî bi rêk û pêk tu caran saz nabe. Em ê lê binêrin kengî kolgehên petrolê yên rojavayê Feratê zuha dibin, an kengî Amerîka wan ji xwe re misoger dike, da ku dor bigihe Herêmên Cizîr û Kobanê jî.

Îroj jî rojek bi navê ROJA REŞ li salnameya kurdî bar bû.

Bila serê partî û rêxistinên kurdan sax be! Sersaxiyê ji gelê kurd re dixwazim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev