“Bêjara neteweparêz di kovara Hawarê de” a Dilawer Zeraq derçû!

“Bêjara neteweparêz di kovara Hawarê de” a Dilawer Zeraq derçû!

Berhemeke delal ji Weşanxaneya ”Lîs”ê

Ev xebat wekî tezeke masterê hatiye amadekirin û derpêşkirin.  Helbet, çendî ku wek xebat û berhemeke kesîdeyî afirîbe jî, ji gelek alîyan ve hewceyî xwendina giştî ye. Loma jî, min hêvî ye ku nirxandin û dahûrandinên di vê pirtûkê de hatî kirin, di biwara bêjarê (discoursê) de, bibe rêyeke ji gelek rêyan a dahûrandina di vî warî de ku her hewl hatiye dayîn ku sedem û bingehên hebûna kurdan were pêdandin û peyitandin.

Di vê xebatê de, pêşî ji bo danîna bingeha tezê, hewl hatiye dayîn ku; bi kurtasî têkilîya têgihên modernî, netewe û neteweparêzîyê bê dîyarkirin. Di ser vê bingehê re, pêşî lêkolîn li ser sedema afirîna neteweyan hatiye kirin da ku sedem û qonaxên netewebûnê ku di ser gelên etnîkî re û di ser afirandina neteweyan re pêk tê, bê aşkerakirin.

Her wiha, ji bo çêtir têgihîştina mijarê, wek gelekî etnîk, lêkolîn li ser neteweya kurd hatiye kirin û wekî destpêk ramana neteweparêzîya kurd hatiye gengeşekirin. Û digel van yekan jî, bal li ser jêderkên etnîkî û ramana neteweparêzîya kurd hatiye kişandin.

 

Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De            

Dilawer Zeraq 

Wêje-rexne, 209 rûpel

Çapa pêşîn, Reşemîya 2018’an

Weşanxaneya Lîs, Amed

 ISBN: 978-605-9295-95-6

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev