Efrînê nekin qelenê îdêologîya xwe!

Efrînê nekin qelenê îdêologîya xwe!

Ev ne berxwedan e, ev xwekuştin e!

Mihemed Hesko (Birasoz)

 

Ev e weke du mehan e topbarankirina Herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) ji aliyê dewleta tirk ve berdewam e, tevî şermezarkirina van êrîşan ku bûye sedema ji destdana canê bi sedan welatiyên sivîl û wêrankirin û valakirina gundan, koçberiya welatiyan ber ve bajarê Efrînê û jiyana zarok, kal û pîran ketiye metirsiyê, rewşa Herêmê bi giştî rewşeke awarte û metirsiyeke mezin li ser e, tevî vê yekê karbidestên Herêmê nav li vê bobelatê kirin ”Berxwedana serdemê”.

Gelî karbidestên Herêma Efrîna rengîn, ev yek ne berxwedan e, ev yek xwekuştineke bi kom e, we çima ji hemû cûrên berxwedanê ev cûre hilbijartiye, ka berxwedana xwerastikirinê, berxwedana li xwevegerandin û pêdaçûna kar û nirxandina xebatê, ka hestên berpirsyariya derbarê gel û welat de, ka hizra parastina Efrînê ji wêrankirinê, ka berxwedan nasîna hevkêşa hêza leşkerî, ev e hemû berxwedanin û wate ya berxwedanê parastin e û selmandina xemxweriya jiyana welatiyan û pêşeroja gel û welat e, win bi çi mafî, mafê jiyanê ji welatiyan distînin? Biryara berxwedan xendekan li bajarên Bakurê Kurdistanê – Şirnax, Nisêbîn û Cizîr – li ber çava ye?

Erê ev yek ne berxwedan e, dema ku em bi gulmistê herin dirêşê wek pêşiyên me gotin e, wê demê ev yek dibe xwekujî. Û hîn derfet heye ku karbidestên Herêma Efrînê, bajarê Efrînê ji wêrankirineke bobelatî rizgar bikin, tenê bi vekêşanê ye, eger bixwezin.

Di şerê cîhanî yê duyem de, dema artêşa Almanî êrîş bir ser dewleta Fransayê, karbidestên fransî ponijîn û hizir kirin ku em nikarin li pêş hêza Hîtler rawestin û berevaniyê li Fransayê bikin, û ji bo welat tarûmar nebe û ev yek jî daxwaza Hîtler bû, biryar dan ku şer nekin û çekan dînin û Fransa radestî Almaniyayê kirin, bi vê yekê welatê xwe ji wêrankirineke hovane parastin.

Nimûneya duyem her di şerê cîhaniyê duyem de, dema Wilayetên Yekgirtiyên Amerîka (USA) bajarên Hîroşîma û Nagazakî yên welatê Japonê bi bombeyên navokî topbaran kir, karbidestên Japonî dîtin ku wê tevahiya welatiyan bêne kuştin û welat jî dê were wêrankirin, împeratorê Japonê Hîro Hîto biryara şer rawestandinê der kir û welatê xwe radestî Amerîkayê kir.

Hêviya min ew e ku, karbidestên Herêma Efrînê lêvegereke rast û dirust ji birayên xwe re bikin, bi wêrekî xwe rexne bikin, da ku komkujî li bajarê Efrînê neqewime. Erê birano, mêrxasî û lehengî ne tenê şerkirin e, wêrekî û lehengî ya rast û dirust rizgarkirina doza Kurdî ji her daf û davan û parastina gel û welat e.

Bila bi destên me welatê me wêran nebe, bila bi biryarên me xort û keçên me neyên kuştin, bila bi xwîna îdêologîyê Newroza Efrînê neyê sorkirin.

Û Newroza we û her Kurdekî li hemû cîhanê pîroz be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev