Ehmedê Xanî çima Mem û Zîn bi kurmancî nivîsand

Ehmedê Xanî çima Mem û Zîn bi kurmancî nivîsand

Welat Agirî

Ehmedê Xanî di destpêka Mem û Zîn a xwe de, sedemên bi kurmancî nivîsandina berhemê yek bi yek rêz dike. Nivîsandina pirtûkê sêsed û bîst û sê sal berê hatiye qedandin lê nayê zanîn ka Xanî kîngê dest bi nivîsandina Mem û Zînê kiriye.

Di navbera peyvên, ku di pirtûkê de hatine bikaranîn û zimanê kurdî de ferqeke mezin heye, ku piraniya peyvan erebî û farisî ne. Eger di kitêbekê de, peyvên biyanî ji yên kurdî zêdetir bin, gelo meriv dikare bêje ew pirtûk bi kurdî ye?

Heke em du beytên destpêka berhemê wek mînak bidin:

 

Têkda ne talib in, ne metlûb

Vêkra ne mihîbbin ew, ne Mehbûb

Bê behrene ew ji îşqebazî

Farix ji heqîqîyû mecazî

 

Di Mem û Zînê de, kêmzêde hemû beyt bi vî awayî hatine nivîsandin. Mirov dikare bi hêsanî bibêje, ku di vê qirna bîst û yekan de, ji sedî nod kurd ji van beytan tiştekî fêm nakin, ku ne ziman zimanê gel e, ne jî peyv peyvên kurmancî ne.

Gelo 323 sal berê rewşa zimanê kurdî di çi mertebeyê de bû? Jimara xwendevanên medresê çiqas bûn? Zimanê di nav xelkê de dihat xeberdan û yê Mem û Zînê yek ziman bû? Eger pirtûk ji gundiyekî re bihata xwendin, gelo yê çiqas jê fêm bikira?

Ez bixwe jî bersîva van pirsan nizanim mixabin. Dibe ku şert û mercên wê rojê ne wek yên roja me bûn. Lê wisa xuyaye ku faktora herî mezin bandora zimanê farisî û erebî ye, ku bi dehan ziman di bin sîwana van herdu zimanan de mabûn.

Piştî nivîsandina van hevokan, li ser mijarekê axaftinek di navbera min û kek Zeynelabidîn Zinar de çêbû. Pişt re, min derheq vê mijarê de jî fikrê wî pirsî. Min got, kekê eger di pirtûkekê de ji kurdî zêdetir, peyvên biyanî hatibin bikaranîn, ma mirov dikare bêje ew pirtûk bi zimanê kurdî ye?

Ev bersîva mamoste Zeynelabidîn e ku ez li vir dinivîsim:

Erê mirov dikare bêje ew pirtûk kurdî ye, lewra form û qalibê nivîsandinê ji peyvan girîngtir e. Herçiqas peyv erebî û farisî bin jî heke bi forma kurdî hatibin nivîsandin ew berhem dibe malê kurdî. Tu dikarî weha bifikirî, em bêjin tu kurdekî dewlemendî û dixwazî bi stîleke kurdewarî ji xwe re qesrekê çêbikî. Di destê te de heye, tu dewlemend î û hemû malzeme û materyalên çêkirina qesrê ji welatên biyanî tînî. Dema qesra te bi şikl û şemalê kurdayetî hat çêkirin, kî jî bibîne yê bêje ew eser ya kurda ye.

Em jî, vê gavê, faktora form û qalibê nivîsê wek faktora esasî digirin û di vê çerçeveyê de binhêrin ka sedemên Ehmedê Xanî çibûn ku bi kurmancî Mem û Zîn nivîsand. Di beyta xwe ya yekem de weha dibêje:

 

Xanî ji kemalê bê kemalî

Meydana kemalê dîtî xalî

 

Wergera vê beytê ne ewqasî asan e, lêwra min ji kê pirsî bersîveke cuda da min. Lê ez dibêjim, ku di vê beytê de, peyva “Kemal”ê, di wateya nivîs, berhem û afirandinê de hatiye bikaranîn. Li gorî Xanî, di wê sedsalê de, dinyaya kurda ya çand, edebiyat û hunerê nekemiliye, xwe negihandiye kemalê, ku Xanî meydana berhem afirandinê xalî dibîne.

Em dizanin ku beriya Ehmedê Xanî, kurdên wek Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bi zimanê kurdî berhemên xwe nivîsîbûn. Jixwe di Mem û Zînê de navê van şairên kurd derbas dibe. Madem ku beriya nivîsandina Xanî, berhemên bi zimanê kurdî hebûn, gelo feylesofê kurd çima meydanê xalî dibîne?

Li gor fikr û nêrîna min, herçiqas çend dîwan bi zimanê kurdî hatibin nivîsandin jî, jimara wan eseran ji tiliyên destekî zêdetir nebûn. Bi gotineke din, di wê qirnê de, qiyasek di navbera kurdî û zimanê edebiyatê (farisî) de nedihat kirin ku şairên Rojhilata Navîn bi farisî pirtûkên xwe dinivîsandin. Dinyaya edebiyata kurdî li ber ya farisî vikvala û xipxalî dima. Ev bêkemalî û xalîbûna huner û edebiyata kurdî, dibe sedema yekem a destpêkirina nivîsandina bi kurmancî.

Em ê di nivîseke din de li ser sedemên din bisekinin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev