Kawa, rabe!!!

Kawa, rabe!!!

Mihemed Zekî Mihemed

Kawa, rabe! Binêre bê çawa Avdara ku te bi roja Newrozê xemilandibû, Newroza ku bûbû şana berxwedanê dijî zor û stemê, şana hezkirin û evînê bi vebûna gul û kulîlkên Buharê, bûhara Kurdistanê, Ezdehak û Holako yê sedsala bîst û yekê diwazin agirê wê vemirînin.

Berî dora du meha êrîşeke hovane birin ser Kurdaxê ango Efrînê, bi hemî hêza xwe ji balafir, tang û topan ev bajarê Zeytûn û aştiyê bombebaran kirin, bê cudahî di navbera mirov, kevir, zarok, kal û jinan de, ev hemî jî ji ber ku hîna kîna te dilên wan de şax veda ye, Kawa…!

Ji ber ku Efrîn landika şaristan û pêkvejiyanê ye, li ber çavên dijminan reş e.

Gelek lêkolîner tekez dikin ku li dirêjahiya hezarên salan li dora çemê Efrînê jiyan bûye, ew destpêk bû ji cîwarbûna mirovan re, her weha li kêleka gundê Eyn Dara gundeke heya ku destpêka çandinyê ji wir destpê kiriye ku vedigire serdema kevirî ya nûjen (5000-8000) B.Z, bi dehan gir û cîgehên arkêolojî hene û bê lêkolînkirin mane, bêguman dê gelek rêzan di hundirê xwe de dihewînin.

Cendekê zarokekî ku vedigere serdama mirovê niyandertal, li çiyayê Lêlûn ji herêma Efrînê hatiye dîtin, ne li dereke dine, ev diyar dike ku wê serdemê xwedî bawerî û rêweresm bûn ta ku miriyên xwe vedişartin.

Perestgeha Eyn Dara ji kevintrîn perestgehên B.Z hatiye vedîtin, li Çiyayê Kurmênc e, berî vî şerê xwîndar jî rêjeyeke baş ji avahiya wî parastî bû.

Li gundê Xirab Şems li çiyayê Lêlûn (Şêrewan) serê gayekî û wêneyê rojê li jora dergehekî ji xaniyekî arkêolojî yê kevnar kolayî ye, lêkolîner dibêjin dibe ku ew dergehê perestgeheke kevn be ku dîroka li sedsala (3)an a zayînê vedigere û perestina diyardeyên xuristê ji peristên kevnar ên ariyan e ku li Kurdistanê pêk dihatin, Zerdeştiya Heyv û Roj di Enya (Ahora Mezda) de didîtin ku pê li hemberî xwedawendê şer (Ehrîmen) radiwestiya, wekû em tev zanin ku Roj nirxekî bilind di ola Zerdeştî ya kevn û ya Êzdî ya nû de digire ku Roj çavên xwedawend (Ahora Mezda) e.

Kizînfonê (Ksenofont) Yonanî di pêvajoya deh hezaran de dibêje: Yên li qiraxê çemê Kalos ”Efrîn” cîwar bûbûn Masî pîroz didîtin.

Hêjayî gotinê ye ku wêneyê du Tawisan baramberî hev heye ew jî li ser dêra gundê Kîmara ku dîroka avakirina wê li sala (537)ê Z. vedigire û bi gerîndeyekê pêçayî ye û yek di hundir de jî heye, em tev dizanin ku teyirê Tawis di baweriyên Êzdiyan de serokê Melyaketan e (Tawisê Melek).

Kawa! Bi dehan cîgehên arkêolojî di Efrînê de hene ku Kurdîniya wê tekez dikin, pêkvejîn û aştî ku têde hebûn diyar û berçav dikin.

Kurd bûn ên ku bi salan, li Helebê û derdora wê destaldarî kirine.

Kawa! Kurd bûn ên ku di rûyê firansiyan de rawestiyan û guleya pêşîn ji aliyê Miho Îbo Şaşoyê kurd ve hatiye berdan.

Efrîn e, ya ku Mîr Celadet Alî Bediraxn serdana wê kiriye.

(4 ji 7)an ji damezrênerên yekemîn partiya kurdî li Sûrîyê di sala (1957)an de ji Efrînê bûn.

Bi sedan yên ku xwendina bala xilaskirine ji Efrînê ne.

Û bi seden mînak ku têra pesindana Efrînê nakin ji herkesî re xuyan e.

Bi taybetî jî berxwedan û pêdariya ku ev dora du mehane li hemberî Ezdehakê serdemê kiriye.

Kawa! Rast e ev şer bi bihaneya şerê dijî partiyêkê bi tenê ye, lê di naveroka xwe da şerê hebûna gelê kurd e, tolhildane ji ked û xebata Kawayê Hesinkar e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev