Pêşeroja Kurdan û demokrasî

Pêşeroja Kurdan û demokrasî

Ercan Aras

Di van çend salên dawîyê de, ji sedemên şerê di Surîyê da, gelek pêşketin û di heman deman da gelek jî afat di serên Kurdan ra derbas bûn. Eva rastîya hem ji bo Bakûr, hem ji bo Başûr û hem jî ji bo Rojava ye. Bê guman di serî da rewş wek serkeftinekê xwe nîşan da. Lê di dawîyê da, bi hindakirina Kerkukê û Efrînê va, bidestxistinên kurdan yên mezin hinda bûn. Eva her çiqas girêdayî qeweta dijminên gelên Kurd be jî, gere em berîya her tişti rexneyan li xwe bikin û kêmasî û şaşîtîyên xwe bibînin. Bê guman ji qehremanîya qîz û xortên Kurd ra gotin nîne.

Lê ji rêvebirên Kurdan ra gotin pir în:

 

Hun çima di yalê teknîkê da pêşda nînin?

Hun çima di yalê dîplomasîyê da pêşda nînin?

Hun çima di yalê stratejîyan da pêşda nînin?

Hun çimka di yalê demokrasîyê da pêşda nînin?

 

Bêdengbûna Evrupîyan û Amerîkîyan li hemberê komkujîya kurdan, necamêrbûna wan ya mezin derxist holê. Ji xwe, ji kirinên Rusyayê ra jî gotin tuneye, ji ber ku Rusya ji alîyê berjewendîyên xwe va tê lirêvebirin. Kesên dîkdator jî qetilkirina gelên civîl ji xwe ra nakin xem. Yanê bê mehne ye em nazên xwe bi neyaran bikin.

Van hemû bûyeran careke din nîşan da, ku gere kurd bi xwe bibin piştgirên hevdû, bibin yek û bawerîya xwe bi hevdu bînin. Pişt ra gere meriv ji xwe ra hevalbendan jî çê bike bê guman.

Îja gelo yekbûna kurdan mimkûn e?

Îro roj na!

Sedem gelek in; lê sedema herî mezin, nehebûna demokrasîyê ye.

Ji bo ku Kurd bikaribin bibin yek, gere bi kêmasî di warê aborî, kulturî û sîyasî da fikr û ramanên wan yên hevbeş hebin. Eva jî bi hebûna demokrasîyê va mimkun e. Di nava Kurdan da gelek ol, fraksîyon, partî, eşîr û federasyonên cûda hene. Esas, eva rastîya hemû gelan e. Lê gelên ku di warê demokrasîyê da pêşva ketine, van cûdatîyan ji xwe ra wek pirsgirêk nabînin, wek dewlemendîyekê dibînin. Di binê ala demokrasîyê da jîyaneke hevbeş li dardixin û ji cûdatîyên hevdû ra hurmet nîşan didin. Lê dema ku demokrasî tunebe, bîr û bawerîyeke kolektiv çê nabe û lewra her kes di nava koma xwe da ji xwe ra kozikan dikole û radîkal dibe. Nehebuna demokrasîyê, li hemberê yekbûn û hevbeşbûna gelên kurd da astengîyan derdixe û nahêle ew bibin gelekî.

Ji ber vê yekê jî, pir mixabin, hema hemû partî û rêxistinên kurdan yên bi hêz, li ser darê radîkalîzmê konên xwe vegirtine û dimeşin. Yek dibê; ”Xwedê ji partîya min baştir tiştek çê nekirîye”. Ewê din dibêje; ”tu bi min ra nebî, tu xayîn î, ji ber ku yên esas em in”. Ew dem jî, kesên bêhtir sofistîke û întelektuel, ji van rêxistinan dûr disekinin. Kesên ku wê bikaribin ji gelê Kurd ra stratejîyên aqilmendî û planên demdirêjî saz bikin, xwe di mecburîyeta pasîfbûnê da dibînin. Cîwanên baqil van rêxistinan ji xwe ra wek cîhekî pêşerojê û xweş nabînin û jê dûr disekinin.

Bê guman nehebûna demokrasîyê bi tenê sûcê Kurdan nîne. Demokrasî di Rojhilata Navîn da tu derê nîne, ji bilî Îsraîlê. Kurd jî, wek parçeyekî Rojhilata Navîn, ji demokrasîyê mehrûm in. Lê belê Kurd, wek gelekî ku di pêvajoya dewletbûnê da ne, gere ji derûdorên xwe ders hildin û di dema herî serî da xwe bi dara demokrasîyê bigirin. Gelek kes dibêjin; ”hela bira dewlet çê bibe, demokrasî paşê tê”. Demokrasî tiştekî ku paşê werê nîne. Berevajî, weke ku hat gotin, bê demokrasî, dewletbûn jî mimkun nîne. Dewlet li ser milên gel çê dibe. Gel jî, dema xwe di nava rêvebirîya civakê da dît, evî barî pişt dike. Ji ber ku di rewşa îro da, gelek kesên ku rêvebirîya Kurdan dikin, ne hêjayê wî cîhî û warî ne. Ew li wir in ji ber ku; kurên filan serokî ne, birazîyên bêvan axayî ne û merivên nizanim kîjan dewlemendî ne. Rêxistinên ku ev kesana jê ra serokatîyê dikin jî, ne rêxistinên hêja ne. Ji bilî ku perên gel dixun, ji karekî ra nabin.

Lê di rewşeke bêtir demokratîk da, kesên hêja wê bibin rêvebir, kesên hêja wê bibin xwedî hêz. Û ew dem ev kesên hêja, wê rêxistinên hêja li dar bixin. Eva jî ji bo pêşda ketina Kurdan mecbûrîyeteke. Lê ku em wek naha berdewam bikin; ne dewletbûn, ne jî pêşda ketin mimkûn e.

Îja pirsa herî mezin: demokrasî wê çawa were Kurdîstanê?

Di gotara min ya berî vê, ya bi navê ”Dewleta jêr va yan jor va” da, min şert û mercên dewleteke demokratîk nivisîbû.

Ji kerema xwe ra lê binhêrin (http://krd.riataza.com/2017/09/07/dewleta-jer-va-yan-jor-va/ )

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ercan Aras

Sala 2007an beşa sîyasetê-zanistê a Ûnîvêrsîteya Uppsalayê (li Swed) qedand, sala 2012an dîsa li wir beşa rojnamegerîyê qedand. Di radyoya Swêdê a beşa kurdî da kar kir. Ji 2014an di eynî Ûnîvêrsîteyê beşa zimanzanîyê da wek lêkolîner kar dike. Xebatên wî yên zanyarî li ser pirsgirêkên kurdan li Tirkîyê hene.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    “..Îja gelo yekbûna kurdan mimkûn e?
    Îro roj na!..”

    Me yekbûna xa herdem pêkanîye û me 25. 9. 2017 da jî di dunyayê ra eşkire kir.!

    “..nehebûna demokrasîyê ye..”
    Ez dibêm demokrasîya ku li welêt hey, di dunyayê da wekî mînak e..

Şirovekirin hatine girtin.