Zanîn xwenasîn e

Zanîn xwenasîn e

Mela Mihyedîn, lêkolîner

Mîrê pênûsê bû, mîrê wêjeya modern bû. Ew Celadet Alî Bedirxan bû.

Gellek tişt bi saya wî çêbûn. Kurteçîrok, helbestên modern û gellek cureyên wêjeyê cara pêşî di kovara wî de derçûbûn. Navê kovarê “Hawar” bû.

Dixwest hawar û feryada xwe bighîjîne cîhanê û dixwest yekîtîyekê avake di nava gelê xwe de. Ew nevîyê Mîr Bedirxan Beg bû.

15ê Gulana 1932an bû li binxetê hejmara Hawarê ya pêşî derketibû. Alîyekî kovarê zimanê Fransî bû; armanc ew bû ku dengê xwe li medyaya dinyayê bidin nasîn. Alîyê din jî wekî Şêx Ehmedê Xanî gotî: “Safî şemirand vexwarî durdî / Manendê durê lîsanê Kurdî”. Celadet bi gellek zimanan dizanibû lê wî bi zimanekî wisa nivîsand ku wekî şîrê dayîkê helal û spehî bû.

Kovara pêşî ya Kurdî derketibû. Ev kovar di bin sîwana xwe de gellek nivîskar û helbestvanên qedirbûha kom kir. Kesên mîna Celadet Alî Bedirxan, Kamiran Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can û Cegerxwîn jî hem xwendevan û hem jî xebatkarên vê kovara ebedî bûn.

Kovar wekî kovana meşhungivê û wekî mektebek çalak ji bo ziman, çand, wêje û dîroka Kurd û Kurdistanê xebatên hêja afirandin. Hawar û nivîskarên wê bandorek gellek mezin hem li kesên dewra xwe kirin û hem jî kesên piştî xwe.

Hejmara pêşîn a kovarê bi van gotinên vecîzî der çûbû û hîn jî ew gotin li ser devê Kurdan nehatîye xwarê û dê tucarî jî neyê xwarê: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berê her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şertê heyînê a pêşîn e.”

Ev vecîze ji alîyê xencera Celadet ve hatibû nivîsîn. Ji vê destpêkê meriv fam dikir ku Celadet ji sîyasetê berê xwe dabû zanînê û famkiribû ku zanîn, ziman û çand şertê hêyînê a pêşî ye. Di rêya Xanî de bû Celadet ll di navbera wan de cudahîyek hebû. Xanî digot: “Me tekmîl dikir dîn û dewlet”; Celadet peyva dîn radikir û li şûna wê zanîn deyna bû.

Ji demên berê ta heta dewra pêşî a sedsala 20an li pey hev serhildanên Kurdan ji alîyê neyarên wan ve hatibûn tefandin û herî dawî jî piştî serhiladana Şêx Seîd û serhildana Araratê canikên ku ji komkujîyê canê xwe rizgar kirine berê xwe dabûn binxetê, ango berê xwe dabûn rojhilatê welêt.

Kurdan ji bo serhildanên nû xwe amade û tûj dikirin. Li binxetê sirgûn gellek serok û rewşenbîrên Kurda li hev komkiribû. Ew canikên welatparêz di navbera xwe de komek damezrandibûn, ev kom wekî stargehekê bû û herkes li hawîrdorê kovara Hawarê kom dibûn.

Celadet famkiribû ku zanîn şertê dewletbûnê yê pêşî ye û zanîn e ya derîyê xweşîyê li ber însanan vedike.

Gellek kes bi saya kovarê dest bi xwendina zimanê zikmakî bûbûn û gellek kes jî cara yekem bi awayekî çapbûyî nivîsên Kurdî didîtin. Xwendevanê kovarê Elî Seydo di nameyek xwe ya sala 30ê Îlona 1932yan de wiha nivîsîbû: “Wek pirraniya kurdên ku di welatên biyanî de ji bo xwendinê ji malên xwe dûr dikevin, min jî zimanê xwe rind nizanibû. Piştî qedandina xwendina xwe, nezaniya zimanê min, li min, ji berê girantir bûbû. Min dil kir rind hînî zimanê xwe bibim. Hawar hat hawar û gaziya min û ji min re bû mamoste.’’

Bê guman ji roja ku derketî ta heta niha pîrozbûna kovarê û dîroka hejmara pêşîn bi navê “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Ji 15ê Gulana 1932an ta heta niha û dê pêşerojê jî ji gelê me re bibe mum û find. Wekî mamosteyekî/ê dê heta heta pêşîya me ronîdar bike.

Riataza

 

Ji alîyê redaksyona malpera Riataza da:

Hêvîdar im rojek ji rojan kurd “Cejna Zimanê Kurdî” ji 15ê Gulana 1932an bikin 01 Nîsanê sala 1930î, dema hejmara pêşin a rojnameya “Rya teze“ bi herfên kurdî, bi latînîya berî Celadet Bedirxan û berî “Hawar“ê bê pîrozkirin û rojek ji rojan jî Hawar a bi cûrê tirkî bikin Hewar a bi cûrê kurdî. 

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev