
Qasimê Xelîlî
Erê dil yê te bû
Erê fermandara kaniyan tu bû yî
Te bendav li ser hinarikan
Û kortên çavan ava dikirin
Erê tu xwedîheybet bû yî
Bi yek awirî te çîkên agirî berdidan
Nava her qurçikeke dilî
Ew dilê ku li her qurçikeke wî
Mizgevteke te lê avakirî
Dilê ku çavşilê te
Ku her di hucreyeke dil de
Dil di cezbeya te de
Xwewundakirî…
Erê dil yê te bû
Milkê te yê tapokirî…
Ma ken jî milkê te bû
Şêxa minê?
Te ken bir û kenek jî ji hiznê werand
Bi ser serê evîna min a sofî ji bo te
Xweşik û hesena minê
Her êvar û sebaha minê
Efyon û tiryaka minê
Destgirtiya minê
Dilgirtiya minê
Jina minê
Dîna minê
Ya minê
Li minê
Hizneke qeşagirtî û zivistanî
Dikwîîîtîne niha di vî dilî de…
Riataza