Ji nimûneyên zargotina me – 132

Ji nimûneyên zargotina me – 132

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedsîûduduyan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a bi sernavê ”Çiqê Rostam û Birzoyê kurê wî” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ÇIQÊ ROSTEM Û BIRZOYÊ KURÊ WÎ -1

 

Rostem wextekê tenê bû:

Li axa wî şer tunebû:

Texdîr dibû dinyaê bigere.

Carekê texdîr bû,

Ço bajarê Çîn û Maçînê geriya,

Ço li oda padşê.

Ço heftêkî li dîwana padşê:

Padşa den xarina wî dida,

Dima li wê.

Go: -Rostem rojekê rabû ser ban sekinî,

Go, lênihêrî çil pelewan,

Heryek piştek xarin, rûn, savar,

Piştkiribûn, diçone çiyê.

Go, Rostem kete pey wan, ço.

Ço, serda, wê mxarekêda çil dêw,

Serê mxarêne, rûniştine li wê:

Nanê xwe dixun, meyê vedixun.

Go: “Hey dêwno, tasek meye jî bidine min,

Rêdarim, devê min ziha bû,

Wekî ez vexum”.

Mezinê wan go: -Tasekê bidinê vexwe, bila biçe.

Tasek danê, vexwar,

Go: -Welleh, devê min şil nebû.

Go: -Vî gum-gumî bidin,

Bidin, devê xwe bidimê,

Devê xwe şilkim, demebe.

Çend dêwan go: -Em nadinê.

Dêwê mezin go: -Denê, rêwîye,

Bila devê xwe şilke, dayne.

Go, dema gum-gum dane destê Rostem,

Rostem da devê xwe,

Zû vekir, vexwar.

Ev her çil dêwê padşa xweydikir,

Ji tirsa Rostem, ku Rostem bê şerê wî,

Herine pêş Rostem şerkin.

Keça padşê rêkiribû li wan dêwan,

Go-dêwan, kî tasa meyê vexwar,

Keça padşê bêhn dikir, dida yê dî,

Keça padşê zanî, ku pelewane,

Go: -Pelewano, efyatbe.

Go, dêwan niyeta xwe kirin,

Rabûn Rostem bikuştana,

Go, Rostem êdî nesekinî,

Dest da gum-gum,

Her gum-gum dêwa xist,

Her çil jî kuşt.

Keça padşê hat nik babê, gote babê xwe:

-Dewrêşê te xaydkirî,

Her çil dêwê te kuştin.

Go, padşa şand, dewrêş anî,

Go: -Hey dewrêş baba, ew çil dêwê min xwey dikir,

Tarîxa min heye, Rostemê ser minva bê,

Minê berda pêsîra Rostem.

Go: -Padşahim, ezê liha bim,

Rojê sinyek savar bide min,

Hema kengê Rostem hat,

Min berde pêsîra Rostem.

Padşa go: -Qêma min li te nayê,

Were destê min, ezê keça xwe deme te,

Tu neçî.

Go, çû destê padşê, keça padşê sitend:

Çar heyvan (hîv) ma li wê.

Rostem pê hisya jina wî bi hemle bû,

Go, royek êvarê go keça padşê go:

Go: -Hey jinê, Rostem ez bi xweme,

Bêje babê xwe, bila netirse,

Ezê wê diçime mala xwe.

Gote jinikê: -Ha ji tera bazbendek,

Heker ji tera kurek bû,

Girêde mil bira bête eywana Zabilê,

Nik min, herkê keçik bû, bifroşin,

Hingî hûn saxin, bixun, vexun-xilas nabe.

Go, Rostem rabû ço,

Padşa sibê rabû, dî Rostem tune,

Go keça xwe: -Ka mêrê te kuda çûye?

Go: -Padşahim, mêrê min Rostemê kurê Zal bû,

Go, bêje padşa, bila tu fikara neke,

Ezê wê çome mala xwe.

Go, ma neh meh, neh roj temam bû,

Keça padşêra kurek bû,

Navê wî danîne Birzo.

Go, kurê pelewana bû,

Roj bi roj mezin dibû.

Go, ma sala wî temam bû,

Diçû dest davête darê Sipîndaran,

Ditewand,

Zaro diçûn li ser bo xwe jê dar birin,

Berda, zaro bi darda bilind dibûn,

Belev dikirin zaro dûr dizelqande erdê,

Kîjan dikuştin, kîjan dest-pê seqet dikirin.

Babê wan hercar diçon nik bapîrê wî şikyat.

Ma rojekê, dîsa wa kirî:

Zarê pîrikekê nav wanda kuşt:

Pîrê ji wêva hat, nav serê xwe da,

Go: -Sêwîyê heram, kes nizane –

Ka kurê kîjan dewrêşîye?

Kurê kîjan gavanîye,

Zarê me hemû qeland.

Go, Birzo jî fem bibû,

Medê xwe kir, ço mal,

Gote diya xwe, go: -Dadê, ka babê min?

Go: -Eva padşa babê teye,

Xo babê min jî nîne?

Go, êdî diya wî kir-nekir,

Pêsîra xwe jê xilaz nekir

Go: -Ezê biçime nik babê xwe.

Go, diya wî jî rabû, bazbend girêda,

Girêda milê wî, diya wî jî rabû pêra ço.

Go, çon, êdî rê şaş kir,

Ne çone eywana Zabilê,

Çone eywana Kengê nav neyarê Rostem.

Go, hemanê Weysî xweyî terîxbû,

Hat, rastî wan hat, go: -Tu jina kêyî?

Hûnê kuva biçin?

Go: -E jina Rostemim,

Ev jî kurê Rostem-Birzoye,

Em diçine eywana Zabilê,

Ba Rostem.

Haman gotê: -Padşayê me neyarê Rosteme,

Dema bibîne, hûnê biçin ba Rostem,

Wê we bikuje.

Nha padşaê rêke we bibe,

Wê bêje-Rostem ezim,

Hûn jî bêjin-tuyî, tu.

Go, hemanê Weysî rabû ço nik padşê,

Go: -Padşahim, jina Rostem, kurê Rostem,

Şaş bûne, hatine liha.

Bînin em xweykin –

Berdine pêsîra Rostem.

Go, şandin, anîn, wa got:

Diya kur jî tirsa newêribû tu bikira:

Sê-çar sala Birzo ser goşt û birincê wî xweykirin,

Go, ma dema mezin bû Birzo,

Rabûn Tûranyan esker cem kirin,

Birzo rakirin, çone ser Rostem şer,

Go, Rostem jî tewdîl bûye,

Go li dinyaê digere,

Go, pelewanê Rostem yek-yek hatine şerê Birzo.

Go, kî dihat, sehetekê ber nedisekinî:

Birzo sax digirt, dibir.

Go, çiqas pelewanê Rostem hebû,

Birzo yek-yek girt, bir,

Bir êxiste di helexka zincîlê,

Go, Elfesyab go: -Birzo,

Van pelewanan tu digirî tînî, bikuje.

Birzo go: -Ne, çiqa pelewanê wan heye,

Ezê biçirim, hemû bi hevra bikujim.

Pa, ne girtî hêsîrê Birzo bûn,

Kêfa Birzo bû, heqê tu kesî tunebû,

Bigotana: -Îla tu bikuje.

Şertê pelewanane,

Her kes di heqê xweda.

Go, êdî pelewan di axa Îranêda nema:

Hemû girt, anî girêda,

Êxiste li helexka zincîlê.

Go, babê Rostem, Zal,

Ço, go: -Hebî, nebî, ev pelewan

Tiştek ji Rosteme.

Go, dema ço, Birzo gazî kir,

-Hey bapîr, pelewan li axa we nabû,

Tu bi kaltîya xwe hatî şerê min?

Go: -Ez nehatime şerê te,

Ez hatime pirsekê ji te bikim.

Go: -De bêje, tu kurê kêyî?

Birzo go: -Bîra min nayê,

Bisekine, ez biçim pirsa diya xwe bikem, bêm.

Go, ço ji diya xwe pirsî,

Go, diya wî go: -Kurê min, tu kurê Rostemê Zalêyî,

Go, dema hate li wê, go:

-Bapîr, ez kurê Rostemim.

Zal xwe ji pişt hespê avête xar, hat.

Go: -Tuyê çi bikî ?

Go: -Tu nevîyê minî, ezê bême serê te,

Ez Zal babê Rostemim.

Birzo li wê demê agah bû, serwext bû,

Ser xweva hat, go: -Bapîr, wekî waye,

Tu niha neyê serê min,

Şuxulê wê eyanbe,

Ewqas pelewanê babê xwe min girt,

Heta ez biçim, hemû wê bikujin,

Hespê xwe siyarbe, ez tu ji qesta şerkin,

Hetanî êvarê ezê herime mal,

Pelewanê xwe berdim,

Em bên bigihîjine te.

Go, şerê xwe kirin heta êvarê:

Êvarê Zal vegeriya ço mal,

Birzo hate nik Elfesyab,

Elfesyab go: -Ew çi pelewan bû,

Heta êvarê te şerê wî kir,

Te tu mecal jê nekir?

Go: -Pelewanekî xurt bû,

Min tu jê nekarî kira.

Go, ma heta êvarê dereng, xelq razan.

Rabû pelewanêd xwe, ku zincîl pêçkiribû,

Hemû berda, diya xwe hilanî wira,

Bi şev hatin, çon eywana Zabilê.

Go, heta Birzo, ew çon,

Go, Rostem jî hat, li wê bû şayî,

Bi Birzo, bi hatina wî.

Elfesyab go: -Ev wê şaya xwe dikin,

Haj xwe nînin,

Emê rabin, biçin ser wan şer.

Go, Elfesyab rabû, ço nik Fîlasimî Çîn:

Fîlasimê Çîn pelewanekî wayî mazin bû,

Wa navdeng bû,

Rostem jî ancax ber sekinîba.

Elfesyab go: Fîlasimê Çînî, go,

-Here serê Rostem,

Ezê bidime te sed kihêlê rext-bûsat

Ji zêr çêkirî,

Heker te fedha cihê Rostem kir,

Ezê padşaya cihê wan bidime te.

Fîlasim go: -Padşahim,

Dewlet serê xudê, serê te,

Hingî te bivê malê dinyaê,

Ezê du tişta ji te bixwezim,

Tu bidî min, ezê bidim,

Tu nedî min, ez nayêm.

Go, yek tu xana Kûrexanê bidî min,

Ava bikî, ezê biçim têda rûnêm,

Yek jî cariya Sûsincedînê bideyî min.

Padşa go: -Ezê xana Kûrexanê ava bikim-

Here têda rûne,

Lê cariya Sûsincedînê ez nadim tu pelewanan,

Nadim te jî.

Go: -Tu nadî min-ez jî nayêm.

Ew jî ne îlac ma, go:

-Were, ezê Sûsincedînê deme te.

Sûsincedîn sêhrûbendî bû,

Cariya padşa Elfesyab bû,

Go, hilanî xîmê xana Kûrexanê rakir,

Berê wî nêr û mê kir,

Sikehê pola navda quta,

Risas, zîv helandin, pêdakirin,

Xana Kûrexanê çêkirin,

Rast serê ewran êxistin:

Çadirek li pişta xana Kûrexanê vekirin:

Cariya Sûsincedînê danîn têda.

Fîlasimê Çînî go Sûsincedînê:

-Ez xulamê teme, min te anîye ji sêrara,

Ewî sêhr avîte dinyayê, ço,

Aqas jî negerîya,

Du qotê zêra da dest xadimêd xwe,

Go: -Ben bavên quletêna Zabilê,

Vegerin, werin.

Birin, avêtin hatin.

Rostem çiqas pelewanê wî hebûn,

Hemû dîwana Rostemda rûniştibûn,

Go, heyştê heyşt pelewan mala Tûzo bûn,

Heftê heft pelewan mala Gêwo bûn.

Bêjen ji derva hat gote Rostem, go:

-Xalo, sêr avêtine dinyayê,

Tarî kir, pêva hat.

Rostem gote Zalê, go:

-Zal, rabe ber dêrî, binhêr ka çi sere?

Go, Zal rabû, lênihêrî, hat, go:

-Rostem, deyn neke,

Sêr avêtine Nînozê-Kabilê,

Micale (dikare) bigirta Zabilê.

Go, kes ji dîwanê dernekevin,

Heta tev germ be, ka ev çi sêre.

Tûzê Navzer li mal nivistibû,

Nehatibû li dîwanê,

Sibê ji xewê rabû,

Cinabet bû (çû cem jinê) –

Ço, go: -Ez xwe bixime avê,

Ço, cilê xwe êxist, ço nav avê,

Sêrê li pê veda, şaşbû, gêjbû.

Aqil belavî bû, êdî haj ji xwe nema,

Rabû, dengê xwe li bola danî,

Çiqas cilê wî hebû, danî ser şidand,

Avête milê xwe, wacîb tezî,

Berê xwe da dîwanê, ço.

Dema ço, Rostem go:

-Hey pelewan, kes vî pelewanîra neaxêve,

Elemekî li wî daye.

Guhdarê xwe pê negirt, go:

-Tûzo, malikhedimî,

Xalo lêbokek (lîstik) êvaran çê dikin,

Xelq siban çi dikin?

Tûz gotê: -Hey kurê hesinqutê Bexdayê,

Kez nebû ev xeber bigota min, -teyê bigota.

Guhder go: -Belê, welle, babê min hesinqutê Bexdayê bû,

Paşayeke me hebû,

Du êzdihayê mera sêrî bûn,

Herro du lawo dibirin şerjêdikirin.

Êzdiha meran xûna wan dalêstin,

Wekî paşê berda xilas bibûna.

Go, em şeş bira bûn,

Şeş cara dor nav bajêr geriya,

Her pênc birayên min birin şerjê kirin,

Paşî şeşa dor hate li min,

Min jî go babê xwe, rabe

Nav bajêr bigere bi hevalbendê xwe,

Bi xudanê şev û roj çêkirî

Ezê wî paşayî bikujim.

Ez rabûm, min mihada (sindîyan) dikan danî

Bin pêşa ebayê xwe,

Lawikê zeyî anîn danîn rex min.

Em çone derê padşa,

Dema em çone nik padşa,

Go: -Gazî celata bikin,

Zeyê meran ez dabelandim,

Heta celat hatin,

Min mihada dikanê ji bin eba kişand

Nav herdu çevê paşa dan:

Herdu çevê wî cot hatine dere.

Zeyê mera sêrî bûn, çon,

Berze bûn ji binî.

Go, babê min jî bihîst, hat hewarê,

Hevalbendê me ji hevalbendê paşê

Çêtirbûn, gelektirbûn.

Xeber bû xeberê me.

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev