Pêwendîyên eşîrtîyê û pêvajoya sosîyalîstîyê -2

Pêwendîyên eşîrtîyê û pêvajoya sosîyalîstîyê -2

Me di 1301rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka A. Bûkşpan ”Kurdên Azirbêcanê”, beşa duduyan a bi sernavê “Pêwendîyên eşîrtîyê û pêvajoya sosîalîstîyê” raberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê weşandibû.

Ev berhema zanyarî sala 1932an li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê bi rûsî ronahî dîtîye

û heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 132 

Malûmatîyên himberîhevkirinê didine xuyanîkirin, ku eşîra Şawlika di hêla aborî da ji eşîrên mayîn dewlemendtir in, di nav wan da ji Beşkîya jî.

Ango, tiştekî dijwar nîne texmîn bikin, ku vira gilî ne di eşîrê da ne, lê di hêza hukumdar da ne (milkedar û dewlemenda), ku piranîya hebûna gundîya di dest wan da ne. Jîyana cûrê eşîrtîyê, ku kokbir ne bûye, dibe sebebê wê yekê, ku hukumê milkedar û dewlemenda hetanî niha jî maye, ku li herêma Naxçiwanê jî navê “rîspî” li wan kirine. Di nav eşîra da kîjan ji wana xurt e (em bêjin, di nav Şawlika û Beşkîya), hukumê wî li ser hemû eşîra derbaz dibe.

Merî dikare bi hêsanî fêm bike, ku çima eşîra Şawlika di van şerta da diha xurt e û hukumê wê ne tenê ser mirîdên eşîra xwe, lê ser yên mayîn jî derbaz dibe. Di wî karî da rêxistinên me yên Sovêtîyê jî şaşî berdan, dema navê Şawlikî li şêwra gund kirin, ku çend gundên mayîn jî dikevine navê.

Em derbazî alîyekî jîyana eşîrtîyê bibin – heyfhildana xwînê.

Heyfhildana xwînî di navçeyên Laçînê û Kelbecarê da hema bêje nemaye. Di nav van 10-15 salên dawî di nav van navça da hevkuştin pir nebûne. Lê ew yek di nav kurdên herêma Naxçiwanê da heta niha jî heye û taybetîyek jî ew e, ku di nav wan da yên êrîşkar û parastvan hene. Yên ku êrîş dibine ser xelqê, piranîya wan ew merîne, ku rewşa wan ya aborî baş e, ew dewlemend in. Rast e, di nav kurdên Naxçiwanê da şerkarîya çînî destpê bûye, lê pir hêdî pêşda diçe, di hêlekê da jî tesîra partîyê li ser wan zêde dibe, lê dîsa jî heyfhildana xwînî ji holê ranabe.

Wek ku em pê hesiyan, ji berê da di nav eşîrên Şawlika û Beşkîya dijminayîk heye. Hetanî niha jî ji malbeta Beşkîya merî têne kuştinê. Di hezîrana sala 1931ê Şawlikîya gundîkî feqîr kuştin. Hema bêje di wan dema da wana palekî turka birîndar kirin. Tu şik tune, ku ew kuştin (me nikaribû em hûrgilîyên wan pê bihesin) bi destî milkedarên ji malbeta Şawlika têne teşkîlkirinê. Û wek berê rîspîyên kurda herdu eşîr li hev dianîn, diketine navbera merivên merivkuj û yên kuştî. Lê ew rîspî di şertên nû da îdî rengê xwe guhartibûn û perdekî nû danîbûne ber çevê xwe.

Gerekê bê kivşkirinê, ku xwesma li herêma Naxçiwanê, hinek cara jî li navçeyên Laçînê û Kelbecarê, hetanî niha jî hukumê rîspîyan li ser milet heye, heta li ser jîyana jin û mêrê ya tevayî da jî. Milet ji bo pirsên ku li hev nakin, ji bo zewacê, hevberdanê û kêmasîyên di nav jîyana rojane da, bedbextîya, hucetên li ser xwelîyê, pevçûna, dizî û talanê, buxdankarîyê û şerletanîyê ji bo şêwr û temîya berê xwe didine rîspîya, bona ew wan pirsa çareser bikin.

Bi vê yekê va girêdayî di karê pêşîgirtin û kokbirkirina rola rîspîya da dijwarîyên mezin radibine holê. Tiştekî femdarî ye, ku jîyana bi cûrê eşîrtîyê çiqasî xurt be, diha dijwar e dijî wê şer bikî, çiqas tesîra erf-edetên kevin yên ziyandar pir be, ku bi saya serê wê yekê jî milkedar xwe ser piya digirin, diha zehmet e derkevî himberî wê.

Em di wê yekê da hatine bawerkirinê, dema me li herêma Naxçiwanê lêkolîn derbaz dikirin li ser hukumê eşîrtîyê li wan navça da. Em wê jî bêjin, ku ew hukum li navçeyên Azirbêcanê yên Laçînê û Kelbecarê kêmtir e. Pêwendîyên eşîrtîyê û malbetîyê di hêlekê da, nerazîbûnên çînî jî di hêlekê da, bûne bela serê milet.

Di van şerta da terefdarên jîyana eşîrtîyê bi her awayî dertêne dijî xebata rêxistinên sovêtîyê û partîyê di nav navça da û bi wê yekê va karê çêkirina sosîyalîstîyê, bilindkirina dereca jîyana feqîr û belengazên kurd berbend dikin.

Me texmîn dikir, ku di van şerta da xebata rêxistinên sovêtîyê û partîyê di nav gel da gerekê çend qat bê zêdekirinê, lê rola wan sist e û ne gorî pirsdanînên jîyana bi cûrê nû ne. Berî her tiştî, gundîyên feqîr û belengaz ne bi hevra nin, di nav wan da yekîtîyeke berbiçev tune, ku bi tevayî derkevine himberî milkedar û zordesta, çêkirina kolxoza di gundên kurda da (himberî gundên, ku ne yên kurdan e) wek ku lazim e, pêşda naçe, di nav kurdan da karê partîyê sist e û hela zîlên xwe jî nedane. Di nav kurda da tek-tûk komûnîst hene, komsomol jî di nav genca da karê ku danîne pêş wan, nake. Kolxoz û sovxozên heyî jî têrê nakin, ku gundên kurda serdestîyên wan texmîn bikin.

Di nav sovxozên wan navçeyan da, ku me lêkolîn li ser wan kirine, bi taybetî jî li sovxoza pezxwedîkirinê “Ovsêvod” da, ew pirsdanîn pêk naynin, ku bi biryara Komîtêya Navbendî ya PK Yekîtîya Sovyêt û Şêwra Komîsarên Gelî ya PKYS bi bangawazîya xwe ya meha tîrmehê sala 1931ê ya derheqa bi cûrê sosîyalîstîyê pêşdabirina heywanxwedîkirinê da danîne ser wan.

Sovxozên heywanxwedîkirinê gerekê ji bo kolxoz û malhebûnên gundîya yên arizî bûbûna nimûna çevdayînê, ku çawa dikarin malhebûna sosîyalîstîyê pêşda bibin, têknîka nû bi kar bînin, çawa xebatê bi cûrê nû teşkîl bikin.

Sovxoza mezin “Ovsêvod” (“Heywanxwedîkir”), ku li navça Kelbecarê da hemû mehên havînê da heywan xwedî dike, û sovxozên heywanxwedîkirinê yên ku di navçeyên kurda yên herêma Naxçiwanê da hene û ew jî dikevine nava “Ovsêvodê”, ji merkeza navça lap hatine birînê, jîyanake wek ya eşîrîyê derbaz dikin û wek dibêjin, haya wan ji bayê dinyayê tune.

Di navbera kolxoza gundê Sederekê û gundên kurdan yên cînar da, tu pêwendî tunene. Di herêma Naxçiwanê da jî usan e. Sovxoza mezin ya ser navê Bûnyat Zadê, ku cînara gundê kurdan e, bi kurda ra tu pêwendî danenîye.

Lê dîsa jî, şerkarîya ji bo sazkirina kolxoza û bi cûrê sosîyalîstîyê guhastina jîyana gundîya karê gundî û xebatkarên kurd û turk yê sereke ye. Wana di hêlekê da hewl didan ji bindestîya milkedarên “xwe” û yên “xelqê” aza bin, gundîyên belengaz ji bin tesîra jîyana eşîrtîyê derxin, di hêlekê da jî wana her tişt dikir bona di şerê çînî da bi ser kevin û bikevine ser riya pêşdaçûyînê û halxweşîyê.

Rast e, kolxozên di navçeyên Kurdistana berê da sist bûn, ji ber ku nû saz bûbûn, lê gundîya bi awakî zelal texmîn dikir, ku ev cûrê jîyanê ji ya berê pêşketîtir e, û dema ku gund bi bingehê xwe va bê guhastinê û bikeve ser riya sosîyalîstîyê, ewana dikarin rewşa xwe ya aborî gelekî bidne xweşkirinê û ji rewşa berê ya nemir-nejî, dema gundî ne xwedîyê keda xwe ya helal bû, derkevin û ji bindestîyê û zêrandinê jî xilas bin.

Bi mîlyona gundîyên xebatkar yên tevaya Sovyêtê bawerîya xwe bi vî cûrê jîyana nû dianîn: ewana dengê xwe didin bona gund bibine kolxoz, ji ber ku ewê wana ji zordestî û destdirêjayên milkedara û dewlemenda rizgar bike.

Em çima awa bi hûrgilî li ser nimûna çêkirina kolxoza di navçeyên Kurdistana berê da sekinîn. Ji ber ku di wê nivîsa biçûk da, ku di dema Sovyêtê da – sala 1928a – çap bûbû, derheqa kurdên Azirbêcanê da tiştên ewqas şaş hebûn, ku me deynê xwe hesiband rastîya wan  raberî we bikin. Eger me usa nekira, emê ber xebatkarên kurd gunehkar derketana.

Em binhêrin, ku “lêkolînerekî” kurdên Azirbêcanê V.M.Sîsoyev sala 1928a derheqa seredana xwe ya li gundê Mîrîkê, navça Laçînê çi gotîye:

“Merivê, ku em li Mîrîkê li mala wî bûne mêvan, kurdekî dewlemend bû; heta semawira wî jî ji hesinê giranbuha bû. Him malxwê malê, him jî xanima wî, ku ew jî kurd bû, merivên guhdar, berbihêr û maqûl bûn: her tiştên wan paqij û lihevhatî bûn. Malxwêya malê xwerineke xweş ji me ra çê kir; mirîşkek di rûn da qeland û ji pelên tirîya “dolme” pêçan û h.w.d; bi çayê ra “doşebeke” (dims) xweş dan. Usa xuya ye, ku eger meriv kar bike, hinekî jî zor bide hişê xwe, heta di şikevtên Kurdistanê da jî dikare baş bijî; lê hetanî niha jî hema bêje nîvê binecîya bi jîyana berî hezar sala va dijî”(1).

Gelo hewcedarî heye em îzbat bikin, ku ev gotin wek gotinên wan dijminên çînî ne, ku ewana derheqa dewlemenda da gotine, ku ew xudêgiravî dikarin malhebûnê “bi aqilane” pêşda bibin. Û gelek gundîyên feqîr jî bawerîya xwe bi van gotinên derew tînin. Em wê jî bêjin, ku pirtûka V.M.Sîsoyev sala 1928a ji alîyê weşanxana Azkomstar da çap bûye, lê li ser belgê pêşin nivîsar e: “Komîsarîyata Perwerdeya Gelî ya KSS Azirbêcanê”, û ev derewa hinkûfî milkedara heta niha jî nehatîye belûkirinê.

Lê em carek din vegerine ser karê çêkirina kolxoza li Kurdistanê, ku jîyana gelê kurd gerekê berbi başîyê biguhêrîne.

Ji bo wê yekê em bala xwe bidne wan salixan, ku derheqa wê yekê da bin destê me da hene û bi vê yekê ra girêdayî jî gotinên Stalîn bîr bînin, ku “kolxoz riya tek-tenê ye, ku dikare gundîya ji bin bindestîyê derîne”.

Em bidne kivşkirinê, ku piştî kolxoz hatine çêkirinê, jimara wan kesan, ku di mehên zivistanê da malên xwe dihîştin û dadiketine deşt û arana, gelek kêm bûye, lê li hinek kolxoza da (wek mînak. li Mînkendê) ew “koçerîya demkurt” lap (hîç) ne maye.

Teşkîlkirin û parevekirina xebatê di hundurê kolxozê da gundîya ji karên ne kardar û ne kêrhatî xilaz dike, xwesma dema di malhebûna heywanxwedîkirinê da dixebitî. Di dema êkspêdîsyonê me gelek cara ji zarê kolxozvana bihîstîye, ku ev cûrê kar bi dilê wan e. Jîyana di kolxozê da dide îzbatkirin, ku gotinên awa ne bê bingeh in.

Niha em bala xwe bidne rewşa kolxozekê, ku li gundê Mînkendê, navça Laçînê da ne. Kolxoza ser navê Karl Marks da du milet hene: ji 66 malhebûna – 40 malên kurdan e û 26 jî yên turkan e. Kolxoz bi heywanxwedîkirinê û çandinîya nên va mijûl dibe. Em çûne zozanên wê, ku 4 kîlomêtra dûrî gund e. Temamîya heywanên kolxozê li wir bûn: 96 boxe, 55 çêlek, 192 mî, 18 hêştir, 40 hesp û 22 guhdirêj (ker). 17 merî xizmetî zozana dikirin. 9 jin bûn, 8 jî mêr bûn, lê piranîya endamên kolxozê li gund mabûn û karê deştê dikirin. Heta ji wergirtina (xwekirina cilên wan) kolxozvana ya paqij û delal, dem û dezgên kar jî xuya bû, ku jîyan guhêrî ye, xweştir bûye. Di nav heywanxwedîkirinê da jî kar hatîye parevekirinê. Hinek kolxozvan miqatîyê li heywana dikin, çêleka didoşin. Hinekên din jî adanîya şîr jê diqetînin, jê rûn çê dikin û dikine toxavk. Xwerina kolxozvana jî ji ya xebatkarên malhebûnên mayîn baştir e.

Serokê perça heywanxwedîkirinê ya kolxoza Mînkendê kurd e, ku berê li Bekûyê pale bû û ew bi xebatkarên turk û kurd ra tevayî jîyana bi cûrê nû ya întêrnasyonalîstîyê û sosîyalîstîyê çê dike.

Kolxozên wek yên Mînkendê ya ser navê K.Marks dîsa hene. Û di nav wan da jî gelek xebatkarên ji Bekûyê hene, ku vegerîyane warên xwe.

Me dikaribû ev şirovekirina xwe berdewam bikira, an jî nimûneyên mayîn banîyana, lê mînakên me anîn jî têr dikin, ku merî serdestîya kolxoza himberî malhebûnên mayîn texmîn bike û evê yekê binecîyên wan navça jî dibînin.

Hilbet, her tişt bêqusûr nîne. Kolxozvan tam dest ji erf-edetên kevin yên ziyandar ne kişandine. Ew yek nikare tesîra xwe li ser hal û demên kolxozê nehêle (deranîntîya xebatê, parevekirina kar hundurê kolxozê da û h.w.d.), ew li ser riya zêdekirina jimara kolxoza jî dibine asteng.

Sazkirina kolxozên nû, xwesma yên heywanxwedîkirinê, gerekê li ser bingehê kolxozên heyî bêne çêkirinê, usa ku cêribandina yên heyî bal xwe jî bidne rikinkirinê, bona diha şênkirina jîyana gunda ya bi cûrê sosîyalîstîyê.

Bona serketina vî karê mezin gerekê prolêtarîyata Bekûyê bê hewara wan, alîkarîya wan bike. Ewana niha li her dera hene, heta cî û wargên Kurdistana berê û Naxçiwanê yên here paşketî da jî. Ewana hatine bona gundê xwe careke din çê bikin, nû bikin û bi riya sosîyalîstîyê pêşda bibin. Em wê jî bêjin, ku prolêtarîata Bekûyê ev armanc danîye pêşîya xwe, ku gundên Azirbêcanê şên bikin.

“Bajarê sosîyalîstîyê,- hevalê Stalîn di xeberdana xwe ya li konfêransa agrarnîkên Marksîst da gotîye,- gerekê gunda ji bingehê va biguhêre, di wan da kolxoza û sovxoza çê bike û wana bixe ser riya sosîyalîstîyê”.

Bi têknîka nû pêşdabirina karên kolxoza û sovxoza, çêkirina rêyên baş, bilindkirina zoraya deranînê(2) – ev hemû ew şert in, ku bi saya serê wan di hemû gundên navça da gerekê kolxoz hebin û li ser wê bingehê jî wê milkedarî ji holê rabe, wê di navbera gund û bajarên Azirbêcanê da ferq nemîne.

Ev hemû barekî mezin datîne li ser milên rêxistinên partîyê û Sovêtîyê, ku gerekê dest ji têorîya berê ya genîbûyî û ya dijî Lênînîyê bikişînin û xwe li daxazên rojên îroyîn bigrin, û derheqa vê yekê da serekê partîyê di nav xeberdana xwe da got. Lê hetanî niha jî ew têorîya kevin di nav xebata wan rêxistina da kokbir ne bûye. Û îro, dema gelek gundîyên feqîr û orte gurra milkedarên berê dikin, tenê bi wê yekê va tê şirovekirinê. Hukumê rêxistinên partîyê û Sovêtîyê li ser gundîyên kurd ewqas bi hêz nîne, ku bikaribin gundîya ji tesîra derebeg û dewlemenda dûr bixin, di nav gundîya da xebata civakî-sîyasî wek ku tê xwestin, nayê kirinê. Ew jî di rûyê wê yekê da ne, ku hetanî van demên axirîyê jî ew pirsên sereke piş guhê xwe va hatibûn avîtin, ku gerekê femdarîya gundîya ji bingehê va bidana guhastin û berê wan bidana pêkanîna daxaz û armancên partîyê.

 

(1) V.M.Sîsoev. Kurdîstan. Laçîn. Arxêologîçêskîy oçêrk. Otd. ottîsk îz 3-go vipûska “Îzvêstîy Azkomstarîsa”, Bakû, 1928. Narkompros “Azkomstarîs”, str. 18.

(2) Li navçeyên herêma Kurdistana berê (xwesma yên Laçînê û Kelbecarê) da gelek medenên giranbuha hene: komir, sifir, pêmza, azbêst, xwelîya kaxçînê û h.w.d; li wir gelek “komirên sipî” hene (çemê Têrtêrê û çemên mayîn), kanîyên ava medenîyê yên qenckirinê hene (wek kanîya Îstî-Sûyê, ku rex wê havîngeheke bi wî navî hatîye çêkirinê, ku gelek nexweşîya qenc dike û di wî alî da ji ava Karlsbadê ya bi nav û deng danaxwe, ji wî ne kêmtir e). Lê di karê bi kardarî xebitandina dewlemndtîyên herêmê yên binerd û herweha havîngeha Îstî-Sûyê jî ji bo xebatkarên Azirbêcanê, Pişkavkazê û temamîya Yekîtîya Sovyêt, çend asteng hene û ji wan ya sereke jî ew e, ku gerekê bi lez riya çê bikin û pirsa çûyîn-hatinê çareser bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev