
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê jî rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane bi alîkarîya karmendên malperê bi bersîva xwe me kêfxweş dike û heyrî dihêle:
Pirsa Qelenderê Batmanî û bersîva Nura Şane
Pirs: – Gelo hûn dikarin bi kurtî behsa jînenîgarîya du mezinên me – Mustefa Barzanî û Yilmaz Guney bikin?
Bersîv 1: – Fermo, derheqa Mustefa Barzanî da:
Mustefa Barzanî di 2-salîya xwe da ketîye hebisa Dîyarbekirê, di 16-salîyê da serhildana Şêx Mehmûd da serleşkerê 300 pêşmergeyan bûye, 42-salîyê da bûye serleşkerê komara Mehabadê li Kurdistana Îranê, 43-salîyê da PDK Îraqê damezirandîye. Ew herwiha tevî şoreşên Şêx Seîdê Pîran û Şêx Ahmedê Barzanî bûye.
Bersîv 2: – Fermo, derheqa Yilmaz Guney da:
Rêjîsorê kurd yê bi nav û deng Yilmaz Guney sênaryoya fîlma “Rê” li zindanê nivîsîye û ji wira jî rêjîsorî lê kirîye. Ew fîlm di fêstîvala Fransîyayê ya hemcihanê da li Kannê sala 1982an cîyê pêşin girtîye û hêjayî xelata zêr bûye. Ewî di 110 fîlman da lîstîye, sênaryoya 53 fîlman nivîsîye, rêjîsorî li 17 fîlman kirîye, 4 roman û bi dehan serpêhatî nivîsîne. Ji 47 salên jîyana xwe 11 sal di hebsê da maye, 2 salan li girtîxaneya eskerîyê da û sê salan jî li şaristanan – Parîsê.
Riataza