
Welat Agirî
Li gorî çavnêrî û tespîtên min, di medyaya sosyal de, ferqên navbera kurdên kurdînûs û kurdên tirkînivîs:
- Kurdînûs kesên perwerdekirî û xwendewar in
- Kurdên kurdînûs xwînerên baş in, ji pirtûka hez dikin. Lê tirkînivîs ne dikarin bi kurdî bixwînin, ne jî pirtûkên bi tirkî dixwînin
- Tirkiya kurdên kurdînûs ji ya kurdên tirkînivîs baştir e
- Kurdînûs dizanin di dinyayê de çi diqewime û derheq van bûyeran de, dikarin fikr û ramanên xwe beyan bikin
- Kurdînûs dîroka xwe dizanin, lê piraniya kurdên tirkînivîs ji çand û dîroka xwe bêxeber in
- Kurdînûs ji xêncî kurdî û tirkî zimanên din jî dizanin, lêbelê tirkînivîs ne baş bi kurdî dizanin ne jî bi tirkî
- Di nav parvekirinên van herdu grûban de ferqeke beriçav heye ku parvekirinên kurdînûsa watedar û bi qelîte ne
- Kurdînûs medyaya sosyal ji bo armanc û hedefan, tirkînivîs jî bona mijûlbûn û wextderbaskirinê bi kar tînin
- Bi kurt û kurmancî, kurdên bi zimanê xwe dinivîsin, di sewiye û dereceyeke bêtir de nin
Ev hin çavnêrî û tespîtên min in, dibe ku şaş bim jî…
Riataza