Îro rojbûna yek ji întelektualê kurd Têmûrê Xelîl e

Îro rojbûna yek ji întelektualê kurd Têmûrê Xelîl e

Têmûrê Xelîl: Kurd di hêla rojnamevanîyê û nivîskarîyê da êdî bûne dewlet

Îro em, xebatkarên malpera Ria taza bi dilxweşî û hezkirin rojbûna hevalkarê xwe nivîskar, wergêr û rojnamagerê hêja Têmûrê Xelîl pîroz dikin. Em gelek serfiraz in, ku êdi sê sal e di malpera Ria taza de gi gel kekê Têmûr, yek ji pêşewitîyê gelê Kurd di rewşeke dostî û hevgirtî de dişuxulin.

Malbeta Têmûrê Xelîl mirov dikare bêje bû dibistan û zanîngeh, zîyareta Kurdewarî ji bo wî. Jîyana kekê Têmûr li wê zanîngehê ra derbaz bû, ji kanîya vê malbetê ewî ava zelal û paqij, ava zanistyê û milethizyê vexwer, malbeta wî bû rênîşek ji bo xwenaskirin û serketina Têmurê Xelîl.



Gotinek pêşîyan heye, dibê: “Her gîha li ser koka xwe şîn dibe”, lema Têmûrê meyî zîrek ji fireset, merîfet û kiryameta dê u bavê xwe bêpar nemaye. Ewledê xweyşurete mezin, temamîya jîyana xwe da li ser rîya rewşenbîrîyê, zanîstîyê û welatparêzîyê ye. Betirî 50 salên emirê xwe ewî pêşkêşî dewlemendkirin û pêşxistina çand, wêje û zargotina kurdî kir û dike. Hilbet jî malbeta Têmurê Xelîl ya lêgêndar di nava çanda gelê Kurd da rêça xweye kûr û geş hîşt û çiqas dem derbas dibe, ew rêç diha fire û ronayî tê xwiyanê.

Guhdarên eziz, malpera me bi helkefta pîroz kirina rojbuîyna birêz Têmûrê Xelîl hevpeyvînek di gel wî çê kir. Em bawer in bala gelek xwendevanên me dikişîne hizr û raman, hest û helwestên ronakbîrê berbiçav Têmûrê Xelîl bêtir bizanibe.

Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê, birêz Têmûrê Xelîl.

 

Jînenîgarî:

Têmûrê Xelîl sala 1949a li paytexta Ermenistanê, li bajarê Yêrêvanê ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matematîk, sê salan (1974-1977) li gundê kurda – Sîpanê dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Têmûrê Xelîl yekemîn kes e ku gelek salan di hemû çapemenî û radyoyên kurdî yên fermî yên Yekîtîya Sovêtê da kar kirîye: di rojnameya kurdî ya “Rya teze”, radyoya kurdî ya Yêrêvanê, radyoya kurdî ya Moskvayê da. Her wisa 5 salan jî bûye cîgirê berpirsyarê rojnameya kurdî “Golos kurda” (Dengê Kurd), ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bilî ku weke rojnamevan û nivîskarê xwedî kedeke nirx, ew herwiha weke ronakbîrekî berbiçav û karkirekî civakî yê dîyaspora kurdî ya Yekîtîya Sovêtê yê herî êgin tê naskirin.

Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnameyên kurdî yên bi nav û deng, ku li Ewrûpayê û Kurdistanê derdiketin û hîn jî derdikevin çap bûne.

Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtiya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew niha sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed e, yek ji endamên Koma KURMANCÎ a Înstîtûya Kurdî a Parîsê ye. Heta niha Têmûrê Xelîl şanzdeh pirtûk ji zimanê rûsî û sê pirtûk jî ji zimanê ermenî wergerandine kurdî.

Ewî deh pirtûk ji tîpên kîrîlî û latîniya kurdên Ermenîstanê bi herdu keçên xwe Mîdîyayê û Dîdarê ra tevayî wergerandine ser tîpên kurdiya latînî ya niha.

Têmûrê Xelîl zêdeyî 40 salan e di wî karî da ne û niha jî sê sal e berpirsyarê malpera Ria taza ye.

Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatiya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955’an heta 1982’an) bêjera pêşin ya radyoya kurdî bûye.

Ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek bêjer (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine. Bi kurtî: Eger hûn wergera pirtûkeke kurdzanên Sovyet yên ji zimanê rûsî û ermenî dibînin, wergervan Têmûrê Xelîl e. Pirtûkên wisa zêdeyî 16 heb in. Eger hûn bi radyoya Yêrêvanê û Moskvayê guhdarîya sitiranên kurdên Kurdistanê dikin, hemû jî Têmûr peyda kirine û wek hediya dane radyoyê. Eger hûn pirtûkên kurdên Sovyet yên folklorî û yên edebî dibînin, ku ji kurdîya latînî û kurdîya kirîlî ya kurdên Sovyet hatine transkrîpe kirin û çapkirin, piranîya wan Têmûrê Xelîl bi herdu keçên xwe ra kirine. Têmûrê Xelîl niha li Stokholma paytexta Swêd dimîne.

Desteya revebir ya malpera Ria taza bi dil û can rojbûna te pîroz dike kekê Têmûr. Bila hemû salên te di nava ronahhîyê, kêf û xweşîyê da derbas bibin, temendirêj û serketî bî hêja, bi hêvîya ku emê gelek salên dirêj bi hev re kar bikin û di xizmeta gelê xwe de bin. Em ji cenabê te berhemên nû hêvî dikin.

Birêz Têmûrê Xelîl re ji stûdyoya radyoya Ria taza li Stockholma paytextê Swêdê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Têmûrê Xelîl – endamê koma Kurmancî a Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, sêkrêtarê Komela nivîskarên kurd yên Swedê, berpirsiyarê malpera Riataza bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev