TELEFONA BEHIŞT Û DOJEHÊ

TELEFONA BEHIŞT Û DOJEHÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Dibêjin lawek hebû, bêemriya diya xwe dikir. Jixwe dibêjin ku ”behişta meriv di binê nigên dê de ye.”
Dê û lawê xwe bi hevûdu re mirine, dê rast çûye behiştê, law jî rast çûye dojehê.

Dema kê di deriyê behiştê re derbazê nava wê bûye, milyaket Ridwan her yekê telefonek daye destên wan. Dema yên çûne dojehê jî, zebaniyan her yekê telefonek daye destên wan, da bi kes û nasên xwe yên li behiştê re bipeyivin.

Li behiştê dê ketiye nava kêf û sefayî, lawê wê jî li dojehê ketiye nava îşkence û cefayê.

Li dinyayê dê herçend ji lawê xwe ne razî bû, lê li behiştê hertim çavên xwe li lawê xwe gerandiye. Ha wisa roj û meh û sal derbas bûne, ne dê lawê xwe dîtiye û ne jî law diya xwe dîtiye.

Telefona di destên dê de ji vanê bi aqil bûye, lê ya di destên lawê wê de yek ji vanên ku pîlê wan zû diqedin bûye.

Rojekê dê bi telefona xwe leyiztiye, hema ji nedî ve lawê wê yê li dojehê derketiye. Lawik çendî ku gotiye wê, ew kurê wê ye, lê dê ji lêwik bawer nekiriye.

Dê piştre ketiye nava tavil û tirsê û her roj telefonê eynî nimreyê kiriye. Lawik jî gotiye diya xwe:
– Yadê, eger tu min helal nekî, dê atara lawê Nûh Pêxemberî were serê min. Lewre Nûh jî telefonê lawê xwe kir ku were li keştiyê siwar bibe…

Diya lêwik li balafireke bêpîlot siwar bûye û bê xebera milyaketan çûye li ber deriyê dojehê daniye û daxwaza berdana lawê xwe ji midûrê dojehê kiriye.
Piştî jihevpirsîn û biryarwergirtinan, ferman hatiye ku lawê wê ji dojehê berdin da bi diya xwe re here behiştê.

Dema jinikê lawê xwe biriye û çûye ku here behiştê, li asîmanê navbera herdu cihan de çend sarûxên nenas berdane balafira wan jî, lê nehingavtine.

Li behiştê der û cîran tev hatine pirsa xizm û nasên xwe yên li dojehê kirine. Lawik gotiye wan: Halê kesên li dojehê xirab e, zebaniyan telefonê tevan ji wan stendine û xwarin û vexwarina wan jî kêmtir kirine.

Rojnamevanekî behiştê ji lêwik pirsiye:
– Gelo çima telefonên kesên li dojehê ji wan stendine?

Lêwik gotiye:
– Pirî ku bisilmanên li Tirkiyê li ser navê Quranê derew dikin û nebûkarî li Yezdanî jî dikin, hem li behiştê û hem li dojehê rewşa awarte hatiye îlankirin. Temenê periyan berê neh sal bû, niha derxistine 33 sal. Xwarina kesên li dojehê ava germ bû, lê niha kirine nefta Kerkûkê. Eger bapîrê me Nûh bi telefonê bang li kurê xwe nekiribûna, wê axaftina bi telefonê jî di navbera behişt û dojehê de her hebûna. Lê ka em jî binerin, belkî Xwedî çareyeke xêrê ji me re bike…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev