Berhemên kurdzanên me – 133

Berhemên kurdzanên me – 133

Me di 132 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê berhema êtnografê kurdî pêşin Emînê Evdal a bi sernivîsa Hebandina Ewran, Birûskê, Keskesorêraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ji ermenî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal hetanî niha jî çap ne bûye, lê bona çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji ermenî: Têmûrê Xelîl

 

Hebandina Ewran, Birûskê, Keskesorê 

Di bawermendîyên kurdan da qewmandinên tebîyetê – Birûsk, Firtona, Keskesor, Baran,Teyrok, Erdhej, Tendûrek, Firtone, Lêhî û Lêmişt cîyekî mezin digirin. Kurd hebûna van bûyerên tebîyetê bi ruhên qenc û xirab va şirove dikin.

Merivên berî dewrana me texmîn dikirin, ku qezîya û belayên wî awayî çi dikarin bînine serê merivayê, di pêşda hazirîya xwe didîtin. Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku her qewmandineke tebîyetê bi ruhên qenc û xirab va girêdayî ye û nav li wan dikirin. Ji wan qewmandinan navê ya here eyan Mamereş e.

Wek ku di jîyana gelek miletan da, herwiha di jîyana kurdan da jî sêrbazî roleke giring lîstîye. Kurdan bi qewmandinên tebîyetê yên jorgotî ra girêdayî heyteholên sêrbazî kirine. Wek nimûne, bona baran bibare, ”Bûka baranê” çê dikirin. Ji zaran yekî ew bûk digirte destê xwe, tevî komeke zaran mal-mal digerîyan û distiran:

 

”Hatîye vira bûka baranê

Bidin hêka, canê-canê

Bidin penêr, canê-canê

Bidin rûn, canê-canê

Bidin êmîş, canê-canê

Mamereşê, bide baranê”.

 

Di malan da bi derdanan av direşandine ser bûkê û rûn, hêk û penêr û tiştên din didane hatîyan. Dawîyê zaran ew bûk davîtine çemekî.

Bona baran bibare, sêrbazîyên din jî dikirin: zarek bi kincan va dikete çêm, ji binê çêm kevirekî biçûk derdixist, dibire goristanê, davîte ser mezelê kesê kuştî û digot:

 

”Baran were

Baran were

Mamereş, baranê bide”.

 

Di nav êzdîyan da ”Tasa Mamereş” jî hebû, ku di nav da bi herfên erebî navê Mamereş û çend taybetmendîyên wî hatîye nivîsar.

Êzdîyên Ermenîstanê bona baran bê hewara xwe li wê tasê dadixistin. Di dema hişkîyê da şêxekî ew tas digirte destê xwe, ser banê malê disekinî û tas di destê xwe da hîvî ji Mamereş dikir, digot:

 

”Mamereşo, Mamereşo

Mamereşo, tu xeyb î

Em gune ne Mamereşo

Baranê bide, Mamereşo”[1].

 

Li Laçînê, wextê hişkîyê bona baran bibare jinên kurd cêr didane ser milên xwe, diçûne ber kanîya nêzîkî gund û bi kefa destên xwe av direşandine ser hev û bi wê yekê va ji ruhê baranê – Suleyman hîvî dikirin, ku baran bibare. Ew jin herwiha di çêm da xwe li avê dixistin û ji ruhê baranê – Suleyman hîvî dikirin, ku ji ezmanan baran bibarîne[2]. Suleymanê kurdên Azirbêcanê xên ji wê yekê, ku ruhê baranê bû, herwiha ruhê xebatê bû jî.

Ev heyteholên sêrbazî yên bona baranbarandinê bi xebatên xwelîbêcerkirinê û ekindarîyê va hev dihûnandin.

Dema gurregurra ewran jinên êzdîyan kevirek hildidan, ser serê xwe va kewkî dikirin û digotin:

 

”Bira hasileta me pir be

Pîrê ewran, hasiletê bide

Mamereş, hasiletê zêde bike”[3].

 

Teyrok û lêhî qezîyayên tebîyetê yên here bi xeter bûn. Wana çandinî dêris dikir û ziyaneke mezin digîhande merivan.

Êzdî bawer dikirin, ku teyrok tenê wî çaxî dihat, gava meriv Mamereş ji bîr dikin, qurbanan nadin bona ber dilê wî da bên, lema jî ew hêrs dikeve û bona çandinîyan xirab bike û zirarê bide merivan, ji ezmanan bi elek û bêjingan teyrokê dibarîne. Teyrok tirs û saweke mezin dikire dilê êzdîyan.

Bona sekinandina teyrokê ewana firsendên ha bi kar dianîn: ji şêmîka malê hûrikên hesin û hesinên xaçkirî kewkî der va dikirin û wisa bawer bûn, ku ruhên neqenc ji hesinan ditirsin. Dua li Mamereş dikirin, ber dilê wî da dihatin bona ew gunehê xwe li merivan bîne û teyrokê bide birînê.

Di bawermendîyên eşîreke gurcan – sivanan da jî teyrok nîşana neqencîyê ye, dêw serokatî lê dike û cîyê wî dêwî li ezmanan e. Di ruhê teyrokê da carna daxazek peyda dibe, ku peyayî li ser erdê be û li wir seyranê bike[4].

Di bawermendîyên kurdan da ruhber Ebabirûsk jî derbaz dibe. Eva peyva ji du gotinan e: Eba, ku tê maneya ”ruh” û gotina”birûsk”, ango Ruhê Birûskê. Gorî êzdîyan ev ruh xirabkar û ziyandar e.

Di mîtologîya kurdan da Birûsk bi fermana ruhê Ebabirûsk emel dike û ew ruh kirên here kirêt û ziyankar ji bo merivan û heywanan dike, ji ber ku di rûyê wê da meriv dimirin, heywan qir dibin, agir û alav li her deran dikeve.

Gorî mîtologîya kurdan Mamereş, Ebabirûsk û ruhên din yên neqenc ji alîyê Xwedayê xirabîyê Ehro da têne serkarîkirinê û rêvabirinê.

Ehroyê di mîtologîya kurdan da Ehrîmanê farizan e, ku ew jî Xwedayê xirabîyê û neqencîyê bû. Ehro xwedayekî celat, kirêt, wehş, zordar e û di bawermendîyên kurdan da ew wek ziyayê duserî an jî dêwê bêhûde kivş dibe û zirarê dide ruhberan û bendeyan.

Gorî bawerîyên farizan birûsk tenê bi fermana Ehrîman birq vedida, lê gurre-gurra ewran (bal êzdîyan Ebabirûsk e) dengê birûskê ye.

Gorî gotina binecîyê gundê Pampa Kurdan li navçeya Aparanê, komara Ermenîstanê Evdo êzdî dîharbûna birûskê wa şirove dikin: Gava Ehro kal dibe, nikare rê here û bilive, nikare dengan derxe, ango zar û zimanê wî dikeve hev, dewsa wî Ebabirûsk hêrs dikeve û dengan derdixe, di dema hêrsê dike gurre-gurr û ji devê wî tîrên agirî yên sincirî derdikevin û ji wan jî birûsk çê dibe.

Gorî êzdîyan birûsk li wî merivî dixist, yê ku gelek guneh kiribûn, Melekê Taûs û ruhên qenc bi bîr ne dianî.

Eger birûsk li merivan xista, wisa bawer dikirin, ku ew cezayê gunehên wî ye. Mala ku ji birûskê agir pê ketibû, nikaribûn vêsandana (bitemirandana), ji ber ku ew cezayê Xwedê bû. Goştê pez û dewarên, ku birûskê lê dabû, nedihate xwerinê[5].

Derheqa Birûskê da bawerîyên wa em bal kurdên Azirbêcanê jî dibînin. Gorî wana di ezmanan da siyarîyek bi şivdarê agirpêketî va difire û dema siyarî bi wî şivdarî li hespê xwe dixe, birq dixuliqe û ji tîrên wan birqan birûsk çê dibe.

Bi bawerîya êzdîyan ewir, ku ji alîyê Mamereş da tê serekvanîkirinê, hulma devê Ebabirûsk e. Dema ewir reş dibin, ew tê wê maneyê, ku Mamereş û Ebabirûsk hêrs ketine û dikarin zirarê bidine merivan. Gorî êzdîyan, dema şîrê pez û dewaran kêm dibe, sebebê wê yekê birûsk e. Lema jî bona şîr kêm nebe, dema birqvedana ewiran, pez û dewar dajotine goman û tewleyan. Ev edet îro hema bêje hatîye jibîrkirin.

Hebandina Xwedayê farizên kevinare Ehrîman derbazî nava kurdan jî bûye, ji ber ku ew herdu milet jî ji kokekê ne, ango îranî ne. Kurdên êzdî Xwedayê Ehrîman ya farizan himberî Ebabirûskê xwe dikin û ser wê bawerîyê ne, ku ew eynî xweda ne.

Hebandina Keskesorê bal hemû miletên cihanê heye.

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku Keskesor kembera cihanê ye, ew xwedî hêzeke nebînayî ye, gelekî qenc e û ew bi dilovanîya xwe xêr û bereketê ji merivan ra tîne, lema jî meriv dikarin wê bibînin, lê eger bona qedir û hurmeta wê qurbanan nedin, ew dikare zirarê bide. Lema jî gava Keskesor dertê, nan, rûn, penêr û hasileta din belayî nava jar û sêfîlan dikin. Ruhê Keskesorê di bawermendîyên kurdan da ruhekî qenc e.

Gorî êzdîyan rengê sor yê Keskesorê nîşana bereketê ye, rengê zer nîşana ekinê nên e, rengê sût (şîn) nîşana hewa sayî ye. Êzdî wisa bawer dikin, ku bi rengên Keskesorê va dikarin tê derxin ka ekinê salê wê çawa be, şer wê bibe an na û h.w.d.

Gurc heft rengên Keskesorê wa şirove dikin: rengê sor xwîn e, rengê mor şerab e, rengê zer ekinê nên e, rengê şîn şînkayî ye, rengê sût hewa sayî ye, rengê ewiran aşîtî ye, lê rengê zer şer e[6].

Gava Keskesor betavedibû (ji ber çavan winda dibû), êzdîyan destê xwe yê rastê didane ber rûyê xwe û digotin: ”Bira xêr be”.

Êzdî herwiha bawer dikirin, ku kê berî hemîyan Keskesor bidîta, çi ku jê bixwesta, wê bistenda.

Di bawermendîyên êzdîyan da bûyareke tebîyetê – Ba jî cîyekî berbiçav girtîye.

Kurdan wek ku qewmandinên tebîyetê yên din, Ba jî bi ruhên qenc û xirab va girê dane. Bal êzdîyan navê ruhê Ba ”Bareş” e. Êzdî bawer dikin, ku dema Bareş hêrs dikeve, ba û bahoz radibin, ku dibine sebebê wêrankirinan û kavilkirinan, lê dema Bareş aşt e, Ba serî hilnade, eger ba rabe jî, ji bo merivan tenê xêr û qencîyê tîne.

Derheqa hêz û zoraya bê da di nav bawermendîyên gelek miletan da edetên cuda-cuda hene.

Di lêgêndekê da navê Xwedayê Bagerîkê û marê ku dijî wê şer dike, derbaz dibe[7].

Tofan û fizildûmana ziyankar tenê wî çaxî serî hildide, dema Bareş bi Mamereş, Ebabirûsk û ruhên din ra dikeve nava qal û cengê. Şerê wan wî çaxî betal dibe, dema meriv ji boy xatirê wan qurbanan didin.

Êzdî bawer dikin, ku Ba hulma devê Bareş e. Dema ew hêrs dikeve û dike hilkehilk, ba radibe. Eger Ba bi bîr neynin an jî nifir lê bikin, ew diha zef dike hilkehilk û ji wê ba û tofan radibe û zirareke mezin digihîje merivan, heywanan û hêşinayê.

Bona ji ba û tofanê bê zirar derkevin, êzdîyan heyteholên dînî dikirin. Serê çiyê hirîya pêz çal dikirin an jî zarokek ji mal derdixistin bona lava û dîlekan li Bareş bike.

Riataza

[1] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1950î ji zarê (devê) binecîyê gundê Elegezê, navçeya Aparanê Ademê Silto girtîye û nivîsîye.

[2] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1952an ji Huseyn Suleymanê ji navçeya Laçînê bihîstîye û nivîsîye.

[3] Xudanê vê berhemê ev gotina sala 1952an ji zarê binecîyê gundê Camûşvana Biçûk, navçeya Aparanê Serhing girtîye û nivîsîye.

[4] M.Canaşvîlî. Berevoka berheman, rûpel 147.

[5] G.F.Çûrsîn. Kurdên Azirbêcanê,- Malûmatîyên Înstîtûta Kavkazê ya Dîrokî-Arkêologîyê, cild 3. Tîflîs, sal 1925, rûpel 16.

[6] M.Canaşvîlî. Berevoka bîr anî, rûpel 150.

[7] L.Delaporte. Les Hittis. Paris, sal 1936, rûpel 251.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev