Ji nimûneyên zargotina me – 133

Ji nimûneyên zargotina me – 133

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 133an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

HIKYATA BIZINÊ

Xayê bizinê navê wî Heso bû. Heso bizina xwe bir çû şeher, go: “Ezê bizina xwe bifroşim, jina xwera bidim kinc”. Bir çû şeher. Çû ber dikana şorbeçî, şorbeçîra got:

-Ez vê bizina xwe didim zike şorbe.

Şorbeçî şorbe dayê.

Ewî jî şorba xwe xar, rabû bizina xwe hilda û derîra derket.

Şorbeçî jêra go: -Heso, ne min bizin ji te kirrî!?

Ewî jî go: Çawa, meriv bizinekê dide zike şorbe?

Şorbeçî dît boşe, bizin dayê, lêda çû.

Îcar bizina xwe bir ber derê hewleçî, go:

-Ez vê bizina xwe didim zike hewle.

Hewleçî hewle dayê.

Ewî hewla xwe xar, rabû bizina xwe ajot, dêrîra derket.

Hewleçî jêra got: -Ne min bizin ji te kirrî!?

Ewî jî got: -Meriv bizinekê dide zike hewle?

Hewleçî dî boşe, bizina wî dayê, çû.

Heso îjar çû ber derê keleparçeçî, go:

-Ez vê bizina xwe didim zike keleparça.

Bizin ewî firot keleparçe. Keleparçê xwe xar, rabû bizina xwe ajot û derket.

Keleparçeçî go: -Ne min bizin ji te kirrî!?

Ewî jî go: -Meriv bizinê dide zike keleparçe?

Keleparçeçî bizina wî nedayê: ew û keleparçeçî rabûne hev, hev xistin. Xelq wan top bû, xelqê go:

-Çi tevaye?

Heso go: -Hine keleparçe daye min, bizina min zeft kirye.

Bizina wî, ewî wêderê girt, dayê.

Êvar li bacêrda ket ser Heso: cîyê Heso tunebû. Heso gelekî nava bacêr gerîya, çû ber derê jinekê, jinikê bû bela. Jinikê dî boşe, cî dayê.

Çû binatara otaxa jinikê xwera rûnişt. Şev nîvî bû, lê nihêrrî ki merîya li dêrî xist: ew merî yarê jinikê bû. Hat cem jinikê, jinikêra go:

-Wekî mêrê te bê, tuê min têxî ku?

Jinikê go: Wekî mêrê min bê, ezê te têxim îşkavê (sindoqê).

Gilî di devê wanda, mêrê jinikê dêrî xist. Jinik rabû, yarê xwe kir îşkavê, çû derî lê vekir. Mêrê xwera go: -Tu çira derengî bûyî, min bîra te kiribû?

Heso jî guhê wî li ser wan bû. Heso zanibû, ku jinikê yarê xwe kirye îşkavê. Heso rabû, bizina xwe rakir, hê şev jî nîvê şevêye, go: -Yeh, yeh, ezê bizina xwe rakim şevînê.

Mêrik jina xwera go:

-Ev çi tevaye, ev çi denge?

Jina wî jêra go:

-Kesîbekî belengaz îro min bû bela, go, min cî kirye.

Mêrik jêra go: -Heyran, bisekine, heta sivê, sivê bizina xwe bive.

Heso jêra go: -Tu wekîlê min nînî, sivê navim, go, niha divim.

Xayê malê jêra go: -Kurê kerê, tu çi dikî?

Go: -Kurê kerê jî, kelê bavê te jî…

Wêderê rabûne hev.

Heso jêra go: -Lawo, ne yarê jina te îşkavêdane.

Heso çû derê îşkavê vekir, yarê jina wî jê derket.

Ew û mêrê jinikêva rabûne hevdu: ewana xwera li hev xist, Hesoyê te hûr-mûrê jinikê û malê hilda, dêrîra derket, heta ewana ji hev qetyan, Heso bir, xwera xilaskir, da serê rê û çû mala xwe.

Heso rêva duşirmîş bû, şa bû, dilê xweda got: “Min him bizina xwe bir bacarê, min bizina xwe jî anî, min kinc jî jina xwera anî”.

Berbanga sibê hat mala xwe, hat, dilê xweda duşirmîş bû, go: “Çika ez herim ser kulekê, çika yarê jina min jî tune?”.

Çû xwera ser kulekê rûnişt, guhê xwe da ser, lê nihêrrî yarê jina wî, wê li paşila jina wîda. Yarê jina wî jinikêra got, go: “Wekî mêrê te bê niha, tê min ku kî?”.

Guhê Heso li ser bû. Jinikê jêra got, go: “Ezê te têxim kûpê karasê meyî hana”.

Heso bihîst, îdî hat ber dêrî, dêrî xist.

Jinikê rabû, yarê xwe kire kûp, derî ser girêda, paşê hat derî li mêrê xwe vekir.

Mêrê wê hat mal, go mêrê xwera:

-Porrê min kurr be, tu çima usa derengî bûyî?

Heso jêra got, go: -Jinik, ancax ez hatim.

Heso jêra go: -Min him bizin anî, him jî min kinc tera anîn.

Jina wî gelek şa bû, Heso jî gelek şa bû, go: “Min him kinc tera anîne, him jî bizina xwe şûnda anî”. Heso jêra got, go:

-Ev kûpê hana çîye têda?

Jina wî jêra got, go:

-Heta tu çûyî, rûne, go, min hildaye.

Heso jêra go: -Jinik, go, rûn bajarda rind biha dike, go, tu gurra min bikî, sivê ezê kûp hildim, herim rûnva xerckim.

Jinik qayîl nebû.

Go: -Ez rûnê xwe nadim.

Evî, sive li wan ron bû, jina xwe kuta, zor kûp hilda, berê xwe da bajêr. Çû rastî avekê hat: kûpê xwe danî, xwera ber rûnişt. Heso duşirmîş bû, gelekî go: “Ez bikujim, ez çawa bikim vîya?”. Heso lê nihêrrî, dengek tê, lê nihêrrî du jin wê ser avê hirîyê dişon, lê nihêrrî yarek wê wan jinara dilîze xwera. Heso lê dinêre, go: “Ez rastî ecêva têm”. Heso, guhê wî li ser bû. Evî yarî wan jinikara go: “Wekî mêrê we bên, hûnê min têkin ku?

Go: -Bê, emê te têkin nava hirîyê.

Lê nihêrrî siyar jêla hat. Ewan jina ew xort kirin nava hirîyê, veşartin. Siyar hat, peya bû. Siyar dîna xwe dayê merîkî wê hêsûya jina, jina dinêre. Ewî siyarî lê kire gazî, go:

-Kurê kerê, go, tu şerm nakî kulfetî tezî di avêda, tu jî jorda lê dinêrrî.

Heso jî got: -Kurê kerê jî, kurê sa jî.

Go, tu zanî, ezê di texim, kûpê te bişkênim.

Heso jî siyarra got: -Wekî tu li kûpxî, go, ez jî wê li hirîyê xim.

Mêrik xwe dirêjî kûp kir, ewî jî xwe dirêjî hirîyê kir. Ewî li hirîyê xist, ewî jî kûp xist: kûp şikest, ewî li wê derê xwera banz da çû. Heso jî darek li hirîyê xist, ew jî ji nav hirîyê rabû, revî.

Ew xort yarê jina wî siyarî bû. Heso jêra go: -Mala te xirav be, ya min jî serda, go, ew yarê jina te bû nav hirîyêda, ew jî yarê jina min bû nav kûpda.

Ewî siyarî go: -Ê, go, te çira minra zû negot, min sax bernedida.

Got: Besoyê Bekir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev