Nameyên evînî -23

Nameyên evînî -23

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîst e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

***

Kêfa min ji gotinên min tê, ji ber ku ji dil dibêjim. Ez her saniye te hîs dikim, dilê min. Ez rehet radizêm, ji ber ku tu heyî, ez rind kar dikim, ji ber ku tu heyî, ez dijîm, ji ber ku tu heyî. Haaa, windakirina min? Tiştê sedî sed ez zanim, ji xwe ev e, ku tuyê qet min winda nekî.

 

***
Min xwest û kir cana min. Tu wisa bî jî normal e, lê herdem bizanibe ku ez ji te pir hez dikim. Yê min têr dike ne xwerin, ne heval, ne navûdeng, lê tu yî. Temam, cana min, tu hinek rehet be, ezê qehweyekê vexum û hinek karan bikin, herdem jî ber komputerê me, te çi xwest û kengê xwest, ez amade me.

 

***

Eger tuyê ranezêyi, bi min ra be ezîza min. Ezê sibê zû rabim ji mal derêm ji ber ku jinik tê malê paqij bike dilê min. Ez ji te û ji hezkirina te ya xweş û bi tahm qet têr nabim, niha ji eşqa evînê gewriya min tije bû, dixwezim têr bigirîm, evîna min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev