Kurmanc gundî ne?

Kurmanc gundî ne?

Welat Agirî

Çend roj berê, min bi hevaleke başûrî re sohbet dikir, ku mijara sohbeta me jî kurdên başûr û bakur bûn. Bi awayekî din em dikarin bêjin mijar kurmanc û soran bûn. Wê hevalê weha digot:

“Welat nexeyîde, birastî em kurmanca wek kurdên gundî dibînin. Jiyana wan bi kar û barê gundîtiyê re derbas dibe û piraniya wan jî nexwendî ne, riya dibistanan nedîtine. Li Silêmaniyê di her malekê de du-sê zarok hene- tune ne. Yanî miletê vira, girîngiyê didin perwerdehiya zarên xwe. Lê bakur ne weha ye, her malbat herî kêm xwediyê şeş-heft zarokan e û di van şert û mercan de mirov nikare behsa zanîngehên baş an jî xwendina li Amerîka û Ewropayê bike”.

Erê evna gotinên wê hevalê ne, ku di derbarî jimara zarokên kurmanca û nexwendina wan de ez heq didimê. Lêbelê ez bixwe nikarim miqayesekê di navbera başûr û bakur de bikim, ku malûmatên min ên derbarî başûr û başûriyan ne ewqas zêde ne.

Divê mirov vê sualê bipirse; ka gelo sedem çi ne ku kurmanc ji perwerdehiyê dûr bûn û dûr in?

Heke li gorî bûyer û qewimandinên vê sedsalê pirsa me were bersivandin, bawer im gelek kes dê bêjin sedem ereb, faris û tirk bûn ku nehiştin em dewletekê ava bikin û di dibistanên xwe de îlm û merîfet bibînin.

Helbet ev bersîv jî rast e, jixwe dewletên ereb, faris û tirka nehiştin kurd ji xwe re tu havilî bikin. Lê gelo beriya netew dewleta rewş çawa bû?

Piraniya dîrokzanan dibêjin di dema Osmaniyan de serbestî hebû. Miletên di bin per û baskên împaratoriyê de, di medreseyên xwe de bi zar û zimanê xwe perwerdehî didîtin, kitêb dinivîsandin, kitêb diweşandin. Madem ku rewş ev bû, çira kurmanc ji kitêban bêpar bûn an jî ji îlm û merîfetê dûr bûn?

Eger em vê sedsalê bihêlin û berê xwe bidin qirna 17an, em ê rastî van beytên Ehmedê Xanî werin, ku ev beyt derbarî mijara me de nin.

  1. Xanî dibêje:

Enwaê milet xwedan kitêbin

Kurmanc tenê di bê hesêbin

Di Dewleta Osmanî de cur bi cur milet hene ku bi qewlê Xanî, xwedan kitêbin. Bi şêweke din, em dikarin bêjin ku serbestî û azadiya wê rojê de sewiyeke baş de bû, ku pirtûkên her miletî hebûn. Baş e! madem ku her netew xwedî kitêb bûn, ka çima kurmanc ji van kitêban bêpar bûn?

Dibe ku sedem gelek bin, lê em di vê perspektîfê de nikarin bêjin sedem bindestî bû. Ger sebeb tenê bindestî bûya, miletên din çawa dibûn xwedî kitêb?

Sêsed-çarsed sal berê nivîskarê kurd diyar dike ku li gorî miletên din, kurmanc him ji aliyê zanîstê, him jî edebiyatê para mabûn û îro jî kurdek ji başûr kurmancan çiyayî û gundî dibîne. Haa! Ez vê jî baş nizanim ka mebesta Xanî bi peyva “kurmanc” milekî kurda bû yan hemî kurd bûn.

Wek hate gotin ji bilî bêdewletî û bindestiyê hin sedemên din jî hene ku di warê edebiyat û zanîstê de li ber kurmancan bûne astengî. Lê ez baş nizanim ka çend sedem hene û yên sereke kîjan in. Dibe ku bi analîzên sosyolojîk, pirsên vê mijarê baştir zelal bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev