Ji nimûneyên zargotina me – 134

Ji nimûneyên zargotina me – 134

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şêstûsisîyan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a bi sernavê ”Çiqê Rostam û Birzoyê kurê wî” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ÇIQÊ ROSTEM Û BIRZOYÊ KURÊ WÎ -2

Me paşê paşekî dî teze ji xwera danî,

Em bûne egîtê wî paşayî.

Padşê Îranê padşakî xurt bû,

Hat bi xurtî, em anîn kirine egîtê xwe,

Go, malhedimî, be tu ya xwe nabêjî?

Go: -Ez Tûzê Navzerim,

Ji nisleta padşahim,

Xayê pera û zêrim.

Gêwo go: -Belê, welle tu Tûzê Navzerî,

Ji nisleta padşayî,

Lê tu kurê kaba garisfiroşî,

Tûz go: -Ew çi nav bû, te li min danî?

Gêwo go: -Te babek hebû, sal-donzdeh meh gavan bû,

Payîzê heqê xwe garis berev dikir,

Garisê xwe imbar dikir,

Zivistanê dewarek peleko hebû,

Siyar dibû, her heftê diçû mala maqûlekî,

Kîsê wî dixwar, diborand.

Her garisê xwe usa berev kir, imbar kir,

Heta salek giranî lêda, bû xelayî.

Kaba xwe kire kêl (çap),

Garisê xwe pê firot,

Weyî bû xweyê zêran,

Go, babê te ew gundî bû,

Tu ew totikê hanî.

Go, Tûz enirî, xurî xencelê,

Li anîya Guhderz da.

Heyştê heyşt pelewan di mala Tûz bûn,

Heftê heft pelewan li mala Gêwo bûn.

Her malbetek li milekî rûniştibûn,

Destê xwe avêtin xencerê xwe kişandin,

Rabûn pêsîra hevva.

Rostem ji textê xwe hate xwar,

Nav wanda ço, go:

-Tu derbê li hev medin,

Lê Gêwoyê min, min destûra te daye,

Xencera Tûz ji dest bistîne,

Li dîwanêda bişkêne.

Ji dest xencera Tûz hilanî.

Go, Gêwo xencera Tûz hilanî,

Li dîwêr da, kire deh qet,

Xencera wî hêja panzdeh kîsan,

Go, Tûz cilê xwe ser milê xweva anî wer kir,

Go: -Ezê bikim cihê Îranê,

Kûçik pey xudanê xwe neçe.

Rostem go zeleman, go:

-Yek rabin derva binêrin,

Heker ço nik padşê,

Mineta wî padşa ber derê wan,

Heker ço nav neyaran,

Zelamek herin vegerînin.

Go, rabûn sehkirin –

Berê xwe da nav neyaran, ço.

Rostem go Gêwo: -Zelamekî rêke dû, vegerîne.

Go: -Kî diçe? Guhderzê biçe bîne.

Guhderz rabû siyar bû, ço, go:

– Tûzo, veger, Tûzo, veger.

Go, hndî dengê wî diçîte guhê Tûz,

Tûz çêtir dilezîne.

Go, pelewanê dî wî çon vegerînin.

Go, pelewanek ji mala Tûzo pêva çon,

Yek jî ji mala Gêwo bû,

Yek, yek pê (pey) hev diçin.

Sêrî avêtîye, tarî kirîye, hev nabînin,

Pê rêzbûn, diçin.

Pêşiya wan Bêjen ço,

Pey Bêjen Feremes Zalê babê Rostem ço,

Pey Zalê Rostem, Birzo bi hevra çon.

Go, dema Tûz eteka çiyê qulibî,

Ço, lênihêrî eve – Kûrexane avakirine,

Çadirek li ava pişta xana Kûrexanê vedane.

Berê xwe da çadirê, ço.

Cariya Sûsincedînê berda rabû, sekinî,

Go: -Tu ser serê min, babê min hatî,

Alaçîyê padşayê Îranê, were rûne,

Ezê qedirê padşa ji tera bigirim.

Tûzo jî ço, rûnişt.

Tasek araq da, serxweş kir,

Gazî Fîlasimê Çînê kir,

Hat bir êxiste helexke zincîrê.

Hikyata dûrva nexweşe,

Çiqas pelewanê wan hebûn, dûva çon.

Hemî wusan dû hev girtin kirine helexka zincîrê.

Paşkama wan Bêjen ço:

Cariya Sûsincedînê pêva rabû,

Go: -Tu ser serê min hatî Bêjenê kurê Gêwo,

Were rûne, qedirê padşayî ji tera bigirim.

Go: -keço, ez ne yê rûniştinême,

Qarê (rêça) siyarê me bi hada hatine,

Bêje, ka çi jê hatine?

Go: -Sed car bi anîya te,

Min tu siyar nedîtine,

Ewe, min hêja tu dîtî.

Bêjen derket, dora kelê geriya,

Tu rêça wan, tu erda nedît,

Vegeriya hat li wê, go:

-Keço, siyarê me heta li hatine,

Êdî neborîne, bêje ka kuva çone?

Dîsa sond xar, go: -Min tu siyar nedîtine.

Ew jî hawqa enirî, dest avêt tajana xwe,

Hewqas tajan li leşê wê da,

Leşê wê reş-hêşîn kir,

Ewê kire gazî: -Hey Fîlasimê Çîn, hewar,

Evî pelewanî ez ber tajana kuştim.

Go, Fîlasimê Çîn hat,

Lepek lêda, Bêjen hilanî,

Bir ço êxiste helexka zincîrê.

Feremesê kurê Rostem pêş ket.

Kire gazî, go: -Hey pelewano,

Go, ew zelam xwarzîyê mine,

Ezê bêm, ezê haveynê pelewana

Ji malbeta we xilaskim.

Ewî go: -Hela van sûtaran binhêrin,

Herçî tê ji mala xwe, zirtê ji xwera dike,

Tu were helexka zincîrê têra te jî heye.

Bixwe, bixwe, car dî bixwe, go, go:

-Xwedê zane, dengê vî pelewanî tîje,

Ez ne dewarê xwe, gurzê xwe, şîrê xwe nebim,

Ez nikarim pêş vî biçim.

Li dewarê xwe siyar bû,

Gurzê xwe hilanî,

Şîrê xwe avête pişta xwe,

Kelbenda xwe avête milê xwe,

Rikêb li hespa xwe da,

Pêşiya Feremesda ço.

Ew Feremes pêş hev ketin:

Bû şerê wan herdu fêrizan,

Nalêna herdu pelewanan ço ber eteka çerx-felekê.

Go, weylêkir, Feremas maye cihê,

Derbek ma, wekî lê bida Feremes bikuje,

Zalê Zêrîn pêş ket,

Lênihêrî jenga mirinê ketîye rûyê Feremes,

Go: -Xwedê zane, ez teybîrekê nadimê,

Feremesê ji dest here.

Zal kire gazî Feremes, go:

-Hey ne ji minî, ne ji pişta minî,

Sûtarê heft Sûtara ketî,

Ev Fîlasimê Çînêye,

Babê min, babê wî hewqas dostê hev,

Ez, ew dostê hev,

Tu şerm, fêhêt nakî,

Ber wî dest hiltînî?

Dema wa go, Fîlasimê Çînê,

Şerm jê kir, go:

-Pelewano, here, min tu dayî xatirê vî kalî.

Go, Felemes (Feremes) vegeriya, hate nik Zalê.

Zal go: -Here bighîje qoqmezin,

Boxkilgir bê an vê neqlê.

Fetha cîyê Îranê hate kirin.

Go, Felemez ço li eteka çîyê qulibî:

Rostem, Birzo herdu hatine pêşîyê:

Rostem lênihêrî jenga mirinê avêtîye rûyê Felemezî.

Rostem go: -Felemez, kurê min,

Ev çi ji te hatîye?

Go: -Dey meke, babo,

Fîlasimê Çînê hatîye:

Xana Kûrexanê avakirîye:

Çiqas pelewanê me heye,

Hemû girtî, êxistîye helexka zincîrê.

Ez çom, wexta ez bikuştama,

Zalê bapîr dewlet serê xwe ez xilas kirim.

Rostem go: -Hey ne ji min, ne ji pişta min,

Sûtarê ji heft sûtaran ketî,

Te şerm, fêhêt ne kir, te semed

Qavçûkek (kevçî) xûnê

Te pişta xwe da Fîlasimê Çînê,

Tu revî, hatî.

Here bigehe lehêf-doşekê min bîne,

Şerê min Fîlasimê Çînê

Ne rojek, ne du, ne bîstan xilas nabe.

Gote Birzo: -Birzo, vê cehdê bigire, here,

Tu biçî kelha Ezterxê,

Tu biçî nik padşê me,

Hewarê li padşayê me derxî.

Go, Rostem ço, ço li eteka çiyê qulibî,

Dî Zal, Fîlasimê Çînê li ber sekinî.

Teglîfa hevdu dikin.

Ji xala Rostem şer dikin.

Rostem lê kire gazî, go:

-Hey pelewano, ew kalê feqîr babê mine,

Tu tiştekî bêjî babê min,

Ezê bêm haveynê pelewan

Ji malbeta we xilaskim.

Fîlasimê Çînê cab dayê, go:

-Hela van sûtaran binhêrin,

Herçî tê, zirtek ji xwera dike,

Ez, ev kalê han sekinîne ber hev,

Xebera dideyîn, wekî bêne mederê,

Ew tên ji xwera zirtan dikin.

Ew hewqa enirî,

Rima xwe da bin zikê hespa Zal,

Rakir ber ezmanan:

Ser şilka situyê xwe avêt.

Rostem êdî nehişt temam bikira.

Da devê rê, Zal xilas bû,

Êdî bû şerê Rostem û Fîlasimê Çînê.

Sê roj, sê şevan herdu pelewanan mane pêsîra hev.

Piştî sê rojan lehêf-doşekê Rostem hat.

Rostem gote Fîlasimê Çînê, go:

-Eva sê ro, sê şeve em li ber hev,

Dewarê me jî gunene.

Lehêf-doşekê kin hat,

Tu jî here ber cariya xwe,

Ez jî herim nav lehêf-doşekê xwe razêm,

Em rehetvin heteka sibê,

Sibê car dî karê min û te şere.

Ew jî şev rûdinên,

Bi roj şer dikin.

Padşê Îranê, padşê Rostem

Bi eskerva hatin hilşiyan bi xana Kûrexanê,

Rostem êvarê dema diço,

Gote xalê xwe Mêhrabê Kabilê,

Go: -Du qasidan dayne li boxaza çiyê,

Çi dema eskerê Elfesyabê hat,

Emê bikaribin şerekê bikin,

Hekî na, emê birevin.

Dema wa kes newêre biçe.

Birzo rabû şev ço,

Ma heta roja dî êvarê.

Rostem ji şer hat-

Dî kes neçoye,

Birzo rabûye çoye,

Rostem gazîkir birayê xwe Zewar,

Go: -Malhedimî, êvarê dema min got:

Kes neçoye, Birzo tenê rabûye çoye,

Dilê xelqê pê ne sojît.

Ew tifal biraziyê teye, dilê te xu pê disojît,

Rabe here dor Birzo.

Zewar rabû ço boxaza çiya,

Dî Birzo tenê wê xwe dirêjkirî boxazê-

Ser rê bûye pira.

Zewar go: -Malhedimî, xewa te dihet,

Tu ji rê derketayî, tu xewra biçûya,

Tu li vir bûyî pira serê rê.

Eskerê Elfesyabê bên hemû ser tera biborin,

Wê te bikujin.

Go: -Ez li ha nivistîme, wekî bên ser min, ez hişyarbim.

Ew rabû, yek dinivît, yek nobe dikir.

Go, ew heftêkê, duda man.

Rojekê tavê da heta nîvro,

Bû mij û moran, bar tavê hat.

Dûrbîn danî ber çevê xwe,

Nêrî-belê, eskerê Elfesyabê tên.

Siyar pêşîya wî tên.

Toza ber pê wana radibe ezmana.

Dinya bûye tarî jê.

Birzo go Zeware, go:

-Ezê vî eskerîra şer bikim,

Go, here hewar, bo Rostemê babê bibe.

Zeware go: -Wekî tu neyê, ez biçim,

Xelqê loma li min bikin,

Wê bêjin Birzo bir hêla di şerda tenê,

Bi xwe revî, hat.

Go: -Dê wisane, liha be,

Emê bi eskerê wandin,

Bila eskerê wan li çiyê pahinbe,

Heta texterewanê Elfesyabê nêzîkî me be.

Elfesyab kire gazî, go:

-Himanê Weysî, ew kîşke hatîye pêşîya me?

Himanê Weysî go: -Padşahim, Birzoye.

Elfesyabê lê kire gazî, go:

-Birzo, alkxurê min, tu kes tunebû

Bihata pêşîya eskerê min,

Tu hatî pêşîya eskerê min?

Go padşahim, çi hedê min, babê min heye,

Ez bême pêşîya eskerê te,

Ez hatime destê te ramûsim.

Ewî go: -De were, fikirî, go:

-Dema Birzo bê nêzîk, ezê

Şîrekî li situ dim, bikujim.

Dema Birzo ço, gote Zewar, go:

-Ezê wê biçim destê wî,

Dema dest bidime lixava êrdekê digirim,

Tu mehel nede, defek li faytona wîde,

De da padşahra kendalva çin.

Dema Birzo pêş padşêva ço,

Zewar da dû,

Padşa pirsî, go:

-Ev çi kese dû te tê?

Go: -Ew xulamê mine.

Dema Birzo ço ba padşê,

Birzo dest avêt ser celeba êrdeka padşê,

Padşa dest avête şîr,

Wekî bavê situyê Birzo,

Zeware êdî molet neda,

Dehfekê li mafê da,

Mafe li wî kendalî derakindîl bû.

Ço binê newalê.

Êrdeka wan ma dest Birzo.

Esker hemî berevbûn,

Çone ser padşa.

Birzo gote Zeware, go:

-Heta ew herin, êrdekek dî ji padşêra bînin,

Ew êdî ji wî erdî nayên.

Qonaxa bîstûpênc rojane,

Heta biçin, bên.

Emê teybîrekê li xwe bidin.

Birzo û ew li wê rûniştin,

Dîtin pelewanek derket,

Berê xwe da li cihê Tûranê.

Birzo êrdek hilanî,

Ço li xana Kûrexanê,

Li nik padşê, xwe.

Padşa go: -De bixweze bexşîşa xwe,

Bidim te bexşîşa layîqî ji tera,

Go: -Dewlet xwedê serê te,

Çi malê dinyayê heye, min heye.

Min tu tişt navê, min ew divê, ez çi xeberê bêjim,

Tu xeberê min li erdê nedî.

Padşa go: -Wedebe, Birzo.

Go, çi xeberê bêjî min,

Xeberê te li erdê nakeve.

Rostem ço şer, heta nîvro şer kir.

Fîlasimê Çînê rabû ser herdu rikêfan,

Gurzekî miqdarê sipindarekê

Bilind kir, avête kela serê Rostem.

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev