Pirsa we û bersîva me – 77

Pirsa we û bersîva me – 77

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsekê ha da:

 

Pirsa Nazenîna Feremez û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Min bihîstîye ku li cihanê çend berhemên ku bi naveroka xwe dişibine destana “Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî hene. Gelo di vê pirsê da zanyarîyên we hene?

 

Bersîv: Belê, tu rast dibêjî. Piştî lêkolîneke dûr û dirêj me encameke ha derxist:

Kurdzana mezin Margarîta Rûdênkoyê (ewê ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî wergerandîye rûsî) di berhemeke xwe ya zanyarî da ha nivîsîye:  ”Derdikeve holê, ku di nav kurdan da romaneke bi awahê şiêrkî nivîsar heye û berî ”Trîstan û Îzolda” (Tristan & Isolde) 300 salan hatîye nivîsar û naveroka wê jî di nav kurdan da gelek salan berê hebûye. Di romana ”Mem û Zîn” da gelek dîdemên wisa hene, ku di nav ”Trîstan û Îzolda”yê da jî hene, wek bêbextî, mixenetî û xapandina jinê, û ev yek di ”Vîs û Ramîn” (Vis & Ramin) da jî hene. Ev yek xwesma wê demê bi awayekî zelal xuya dibe, dema dibînî, ku di nav romanên ”Mem û Zîn” û ”Trîstan û Îzolda” da gelek mînanîhevbûn hene û derheqa wê da rohilatzanê mezin A. N. Vêsêlovskî di dema xwe da nivîsîye. Qesta me binaxkirina Trîstan û Îzoldayê û tûmê li ser gora wan şînbûyî ye, ku koka wê di navbera bedena wan da ne. A Mem û Zîn jî eynî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Mesud Djangoî

    Çîtoka şahmeram Ji bo zarukan heye?
    Çi agahî ser çîrok a Şahmeran heye?

Şirovekirin hatine girtin.