Serhildanên Araratê (1927-1931) û Dêrsimê (1936-1938)

Serhildanên Araratê (1927-1931) û Dêrsimê (1936-1938)

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa duduyan a bi sernavê Serhildanên Araratê (1927-1931) û Dêrsimê (1936-1938)amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. Beşa pêşin me di heftêya buhurî da çap kiribû.

Ev berhema me ya 134an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 134

 

Serhildana Araratê (1927-1931)

Şikestina serhildana Şêx Sehîd, bêçekkirina kurda û mehkemekirina şervana, bertîlkirina çend serekeşîrên kurda, sîyaseta bi destî zorê helandina kurda, tirkîtîya hemû alîyên aborî û civakî-sîyasî yên jîyana rojane – ev hemû ji bo çareserkirina problêma kurda dibûne asteng. Sebebên sereke yên serhildanên gelê kurd ew bûn, ku ew bê maf bû, dihate zêrandinê, ji dest destdirêjayên cazekarên dewletê jîyana gel her diçû xirabtir dibû.

Di rûyê van yeka da di nîveka duda ya salên 20î hema bêje temamîya Kurdistana Tirkîyê da şerê partîzanîyê hebû. Desteyên kurda yên biçûk êrîş dibirine ser bingehên cendirmîyê, ser dayîrên dewletê yên mayîn.

Di salên 1928-1929a da kurda, ku eskerên hukumetê çevê xwe li wan ne dibirîn û pey wan digerîyan, hêzên xwe berevî rohilata welêt, li navçeyên çiyayî kirin. Bingeha wan ya sereke çiyayê Araratê bû. Di şikeftên vî çiyayê kubar da ew şervanên ji bo azadîya gelê kurd, ku bi şerê eskerên hukumetê ra dabûne der, tivdîra şerê nû didîtin.

Serhildana Araratê ji alîyê komîtêya eskerî-sîyasî “Xoybûn” da hatibû amadekirinê, ya ku di karê bilindkirina xwefemdarîya kurda ya miletîyê da roleke giring lîst.

Komîtêya “Xoybûn” di meha tebaxê sala 1927a di kongrêya rêxistinên kurda yên sereke da hate damezirandinê (Komela daxuliqandina Kurdistanê, Hevalbendîya kurda ya civakî, Partîya kurda ya civakî, Komîtêya serxwebûna Kurdistanê). Di civînê da çend serekeşîr û welatparêzên kurda yên mayîn jî amade bûn.

Komîtêya “Xoybûn” di rastîyê da partîyake sîyasî bû, xwedî bername û qanûnnama xwe bû. Her endamekî wê partîyayê “Sonda biratîyê” dixwer, soz dida ji bo hevgirtina hemû kurda, boy navê Kurdistana serbixwe şervanîyê bike. Bernama ku di kongrêyê da hate amadekirinê, pirs danîbû pêşîya xwe ku “ewqas wext şerê tirka bikin, heta tu eskerekî wan li ser erdê kurda nemîne (xala 2a). “Xoybûn”ê guhdarîke mezin datanî li ser sazkirina taxbûrên kurda yên taybetî, hînkirin û biçekkirina wan “bi sîlihên here nûjen” va. Di bernama komîtêyê da xaleke taybetî derheqa pêwendîyên dostanîyê da bûn bi welatên cînar ra, di nav wan da “bi hukumeta Îranê û gelê Îranê ra, ku birayên kurdane” (xala 4a). Guhdarîke mezin dihate danînê li ser propogandakirina pirsa kurda li dervayî Tirkîyê. Ji bo pêkanîna wê armancê partîyayê çend beşên xwe li Sûrîyê, Libnanê, çend welatên Awropayê û li Amêrîkayê saz kirin. “Xoybûn”ê pevgirêdanên xurt bi partîya ermenîya ya miletçîtîyê Daşnaksûtyûn ra da testîqkirinê, ku ew jî tevî amadekirina serhildana Araratê dibû.

Serokê serhildana Araratê welatparêzê kurd yê navdar Îhsan Nûrî bû, ku “Xoybûn”ê ew şandibû wê navçê wek nûnerê xwe yê eskerîyê. Ewî bi serekê eşîra celalîya Îbrahîm Heskîyê (Hesikê) ji Têlloyê ra, ku bi navê Îbrahîm paşa jî dihate naskirinê, pêwendî danî, sozê alîkarîyê û piştgirtinê jê sitend û sala 1927a di mentîqa Araratê da serwêrtîya bajarvanîyê saz kir û Îbrahîm paşa kir serokê wê. Îhsan Nûrî desteyên kurda yên çekdar amadeyî şerê partîzanîyê kir. Ewî bi Îsmayîl axayê Simko ra jî pêwendî danî, yê ku di wan dema da dijî desthilatdarîya şah li Îranê şerê çekdarî dikir.

“Xoybûn”ê destpê kir belevoka xwe ya bi navê “Agrî” (ew navê Araratê ye bi tirkî û kurdî) derxist, ya ku xwendevana bi bûyerên li Araratê ra dikire nas, bona bikaribe gelê kurd hayadarî tevgerê bike. Ala şervana jî hebû. Serokatîya Araratê di nav binecîyên Kurdistanê da gazî bela dikirin bi bangawazîya, ku bona şerê ji bo rizgarbûna ji bin nîrê tirka bibine yek, hev bigrin.

Di destpêka sala 1930î da hema bêje hemû wilayetên bakûr-roavayê bin destê şervana da bûn. Di van şerta da hukumeta Tirkîyê bi qumandarîya Salih paşa hêzên xurt (40 hezar eskerên reşayê {peya}, 10 bêlûkên topavêj, 550 reşaşe û 50 balafirên eskerî) berevî ser hev kirin bona hincirandina şervana. Piştî şerê giran, ku weke mehekê kişand, eskerên hukumetê dane der, kurda zora wan bir. Lê di hezîrana sala 1930î ji wan ra li hev hat zor li kurda bikin û kurd mecbûr bûn vekişine berbi şikeftên çiyayên der-dorê sînorê Îranê-Tirkîyê. Di vê rewşa giran da Îranê alîkarîyeke mezin da Tirkîyê, ya ku hela di meha gulanê îzin dabû eskerên tirka ser axa Îranê ra derbaz bin û di piştê da êrîşî li ser şervanên kurd bikin.

Opêrasyonên bona şikênandina serhildanê weke mehekê kişandin û di dawîya sala 1930î xilaz bûn. Destpê kirin bi hovîtî ji heq-hesabên kurda hatine der. Gorî salixên dîwana tirka, weke 1550 meriv hatine kuştinê. Di navça Ercîşê da weke 200 gund hatine şewitandinê. Li ser axa Patnosê tu gundek nehîştin.

5ê îlonê sala 1930î eskerên tirka careke dinê bi balafira êrîşî li ser navça Araratê kirin, ku hinek desteyên kurda xwe li wira veşartibûn. Di çend pevçûna da kurda bi mêrxasî ber xwe dan û bi ser ketin jî. Lê tirk bi jimara eskerên xwe û bi têknîka şerkirinê va gelekî ser kurda ra bûn, ji ber wê jî kurd mecbûr bûn ji Kîrê (navça di navbera Ararata Mezin û Biçûk da) derkevin û xwe di navçeyên çiyayî da veşêrin, ku tirka nikaribû xwe bi hêsanî bigîhanda wan. Îhsan Nûrî û çend serekên kurda yên mayîn pêra gîhandin derbazî Îranê bibin, lê Îbrahîm paşa, ku bi hevalbendên xwe va ketibû telika ji alîyê dijmin da çêkirî û dor li wan hatibû girtinê, di wê seqema zivistanê da şerê xwe berdewam dikir. Di şerekî giran da ew hate kuştinê, lê hevalbendên wî hêsîr ketin û dîl hatine girtinê. Êtapeke şerê kurda yê mêrxasîyê, ku weke sê sala kişand, bi vî awayî kuta bû.

Hovîtîya hindava şervanên kurd da firsend da daşnaka, ku wî karê danîne pêş xwe – guhdarîya Awropayê û Amêrîkayê bidne ser pirsa kurda – xurttir bikin. Wana malûmatîyên derheqa bûyerên li Anatolîya Rohilatê ji prêssa Roavayê ra dişandin, li her dera qala wehîştîyên tirka dikirin û pere berev dikirin bona alîkarîya şervanên kurd. Serhildana Araratê alî nêzîkîhevbûna nasyonalîstên ermenî û kurd kir, ku berê dijminatîya hevdu dikirin. Evê yekê nîşan dida, ku dereca bi sîyasî qalbûna kurda bilind bûye, ji ber ku kurda îdî destpê kiribûn serokatîya ji kesên ji miletê xwe amade bikin, ya ku hazirîya ji bo komara kurda ya paşdemê bû, lê di hêlekê da jî sistîya wan ya di hêla eskerî û sîyasî da dianî ber çeva.

 

Bûyerên li Kurdistana Îraqê

Di salên 30î da kurdên Îraqê gelek cara dijî desthilatdarîya heşimîya û parastvanên wan – îngilîsa, serî hildane.

Rast e, wilayeta Mûsilê bi şertekî ketibû di nav axa Îraqê, ku “hukumeta Îraqê gerekê taybetîyên kurda yên miletîyê hilde ser hesêb”, lê ev û biryarên Koma Mileta yên mayîn ji alîyê dagîrkarên Brîtanîyayê û serokatîya Îraqê da dihatine înkarkirinê. Ne tenê di dema tevrabûnên kurda yên çekdar da, li Kurdistana Başûr rewş timê jî sert bû.

Di destpêka sala 1929a çar parlamêntarên meclîsa Îraqê ev daxazên han dane serekwezîr û komîsarê Brîtanîyayê yê tewrebilind: 1) li bakûrê Dihokê wilayeteke nû bê sazkirinê bi navbenda xwe ya admînîstratîv va; 2) ji kara hukumeta Îraqê her sal 20 selefa cihê bikin bona pêşxistina navçeyên kurda; 3) xwendina bi zimanê kurdî gerekê bê kefîlkirinê; 4) gerekê eskerên hukumetê ji Kurdistana Îraqê bêne derxistinê (xênji cendirma); 5) di hukumeta Îraqê da gerekê du karmendên kurda hebin. Lê ew daxaz bi ser neketin.

30ê hezîranê sala 1930î peymana Îngilîs-Îraqê hate girêdanê derheqa rakirina desthilatdarîya mandatîyê û derheqa wê yekê da, ku serxwebûnê bidne Îraqê. Ji ber ku di peymanê da derheqa mafên kurda da tu tişt nedihate gotinê, li Kurdistanê milet himberî sîyaseta îngilîsa û berdevkên wan yên Îraqê ya dijî kurda careke din serî hilda.

Di van şerta da Mehmûd Barzincî biryar kir careke din ala şerê çekdarîyê bilind bikin û ji navçeyên rex sînorê Îranê berê xwe bidine Îraqê.

30ê çirîya pêşin sala 1930î Şêx Mehmûd û çawîş Mehmûd Cewdet bangawazîyeke derheqa rewşa xirab ya li Kurdistana Başûr da şandine Koma Mileta û di wê da hîvî dikirin, ku biryarên dijî cezakarên Îraqê bêne qebûlkirinê. Ev bangawazî bê bersîv ma. Serhildana li Kurdistana Başûr berdewam bû.

Di dawîya sala 1930î – destpêka sala 1931ê di navbera şervanên kurd û hêzên Îngilîs-Îraqê da çend şer derketin. Hêzên Şêx Mehmûd têrê ne dikirin bona bikaribe himberî desteyên îngilîs yên pirjimar û bi têknîkî gelekî ser wan ra ber xwe bide. Hukumeta qiralîyeta Îraqê di nav weşanên xwe da qîmetekî mezin dida rola hêzên Îngilîs yên çekdar di karê şikênandina berxwedana kurda da û bi wê yekê va dixwest bide xuyanîkirin, ku “yekîtîya bi Brîtanîyayê ra” ji bo wan tiştekî giring e.

Tevgera li Kurdistana Başûr gelekî bi dilê perçên Kurdistanê yên mayîn bû û wana piştgirîya wê tevgerê dikirin. Kurdên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê alîkarîya pera jî didane birayên xwe yên li Îraqê.

Di dawîya gulana sala 1931ê deng bela bû, ku li Suleymanîyê gelek kurd girtine. Bi gunehkarkirina tevgelîya di nav planên sazkirina “dewleta kurda bi kîsî erdên Tirkîyê, Farisiztanê û Îraqê” ne tenê kurd, lê herweha çend ermenî û aşûrî jî hatine girtinê. Desteyên Îraqê yên cezakarîyê ya xwe û hêzên Îranê yên çekdar kirine yek û zordayîna li ser şervanên kurd xurttir kirin.

Di destpêka sala 1931ê Şêx Mehmûd rastî muteserîfê Pencwînê û milazimê Îngilîs Holt hat, yê ku sêkrêtarê komîsarê Brîtanîyayê bû di alîyê pirsên rohilatê da. Di dema hevraxeberdana garantîya (kefîltîya) destpêneketina Şêx û neferên mala wî dan. Zûtirekê ew hate Suleymanîyê û li wir binecîya tefekûrîya xwe dîyar kirin, heyfa xwe pê anîn. Bona pêşîgirtina “belayên nû” dîwana Îngilîs-Îraqê biryar kirin Şêx Mehmûd îzole bikin. Bi rêberîya zabitê Îngilîs wî ji Suleymanîyê bi balafirê anîne Bexdadê, dû ra birine bajarê Ûrê, li başûrê welêt. Rast e, serhildana Şêx Mehmûd bi ser neket, lê şerê wî li Kurdistanê rêçeke kûr hîşt, ewê alî gelê kurd kir nas û dostê xwe ji hev cuda bikin, ewê yekê herweha alî pêşdaçûyîna pêvajoya hevgirtina kurda kir.

Ji destpêka salên 30î, gava serhildana Mehmûd Barzincî berbi têkçûnê diçû, ocaxa tevrabûnên kurda yên ji bo mafên xwe, derbazî navça Barzan bû, ku li bakurê Îraqê bû. Di adara sala 1931ê vira binecîyên kurd serî hildan. Piştî çend emelên cezakarîyê, ku hukumeta Îraqê û îngilîsa hindava kurda da pêk anîn, nûnerên Îngilîs çûne navça Barzan, rastî serekê şervanên kurd Ahmed Barzanî hatin û ji navê hukumeta Îraqê pêşnîyar kirin, ku serhildanê bidne sekinandinê. Ev daxaza hukumetê ya bi gef û gurr hate înkarkirinê. Wê demê bin perda hêzên Îngilîs yên eskerî-hewayê eskerên hukumetê berê xwe dane navça Barzan. Şervanên kurd mêtodên şerê partîzanîyê bi kar anîn û alayîke ordîya Îraqê qir kirin, ji holê rakirin. Himberî şervana hêzên Îngilîs yên eskerî-hewayê hatine bikaranînê û di wan pevçûna da piranî kesên sivîl mirin. Piştî bêdengîyeke kurt di dema zivistanê da, bahara sala 1932a şer careke din destpê bû.

Ne mêrxasîya kurda, ne dilsozîya hindava rizgarkirina gelê xwe, alî kurda nekirin bona bi ser kevin. Hêzên herdu alîyan newekehev bûn. Tevbûna balafirên Îngilîs alî serketina eskerên Îraqê kir. Piştî çend roja Ahmed Barzanî û çend hevalbendên wî hatine girtinê, hinek ji wana bê mehkemekirin hatine dardakirinê.

Havîna sala 1933a kurdên ku li ser axa Tirkîyê sitar dîtibûn, bawerîya xwe bi baxşandina hukumeta Îraqê anîn û destpê kirin vegerîyan. Cendirma Îraqê li ser sînorê Îraqê serekê kurda bi nemamî (bêbextî) girtin. Piştî şerê giran desteyên şervanên kurd yên bi serokatîya Mustefa Barzanî û birayê wî Mohemmed Sadiq, mecbûr man teslîm bin.

Di nîveka salên 30î li Kurdistana Îraqê tevgereke kurda ya berbiçev ji bo azadîyê tunebû. Lê hema bêje li her dera pevçûnên ser dereca herêman dibûn. Havîna sala 1934a kurdên navçeyên ser sînorê Îranê serî hildan, lê eskerên Îraqê bi hovîtî zora wan birin. Piştî wê barzanîya bi serokatîya Xelîl Xoşewî serî hildan, yên ku daxaza otonomîyayê ji bo Kurdistana Başûr dikirin. Gorî lihevkirinê, eskerên Tirkîyê jî hatine hewara Îraqê û piştî şerekî mêrxasîyê di bahara sala 1936a serhildana kurda şikest. Xelîl Xoşewî dîl girtin û di adara sala 1936a ew gulle kirin.

Hema di wan dema da kurdên êzdî yên Sincarê jî bi serokatîya Dawud ed-Dawud serî hildan. Kurd bi jimara xwe va hindik bûn û çekên destê wan da jî pir nîbûn, lê dîsa jî himberî eskerên hukumeta Îraqê şerekî mêranî kirin. Lê hêzên herdu alîya newekehev bûn û di çileya pêşin sala 1935a zora şervanên Şengalê birin. Di wî şerî da weke 100 kurd hatine kuştinê. Wek her cara, vê carê jî eskerên Îraqê bi hovîtîyeke mezin ji heq-hesabên kurda hatine der. Pênc serekên wan hatine dardakirinê, 378 kes kirine hebsa. Ji Dawud ed-Dawud ra li hat bireve Sûrîyê.

Piştî sala 1936a heta serhildana barzanîya ya sala 1943a li Kurdistana Îraqê tevgereke kurda ya berbiçev ji bo azadîyê tunebû. Lê li devera herdem di navbera dîwana cî û eskerên hukumetê da pevçûn çê dibûn. Rewş li vira tu cara xweş ne bûye.

 

Serhildana li Dêrsimê (1936-1938)

Di nîveka salên 30î da hukumeta Tirkîyê biryar kir eşîrên Dêrsimê yên nîvserbest tam bike bin hukumê xwe. Bi pêşnîyara Ataturk pirsa derheqa Dêrsimê da kete nava rojeva meclîsê. Li civîneke wê da ser pirsa “milahîmkirina” ewê navçê sekinîn. Dêrsim bû wilayeta bi rêjîma taybetî û navê wê guhastin, kirine Tuncelî.

Serekê kurdên Dêrsimê Sehîd Riza nameyek ji gênêral Alpdoxan ra (serekê zona taybetî) şand û tê da de’w dikir, ku hukumet qanûna hindava Dêrsimê da rake û mafên kurda nas bike.

Wek bersîva wê yekê gênêral Alpdoxan taxbûra eskerên peya û alaya cendirmîyê ser kurdên Dêrsimê da şand. Hukumetê 10 balafir jî şande wira, yên ku her roj ser Dêrsimê da difirîyan. Bi hatina zivistana sala 1936a ra berxwedana kurda xurttir dibû. Qumandarîya tirka mecbûr bû ji rûyê hewa xirab da emelên xwe bide sekinandinê. Di destpêka sala 1937a careke din di navbera kurdên Dêrsimê û eskerên hukumetê da destbi şêr bû. Axa ku serhildan lê dibû, bere-bere dihate firekirinê. Şervanên kurd, ku jimara wan heta 30 hezar bû, bi xurtî êrîş dikirin, pira, rê û xetên têlêgrafê xirab dikirin. Vê carê qumandarîya tirka ordî şande ser kurda. Di navça Qozlicê da di navbera eskerên hukumetê û kurda da şerekî giran qewimî. Di wî şerî da Sehîd Riza hate birîndarkirinê. Desteya kurda zirareke mezin ket.

Payîza sala 1937a ser kurda da hat. Berfekî pir barî, ku emelên eskerên tirka berbend dikir. Gênêral Alpdoxan ji Sehîd Riza ra nameyek şand, li ku digot ku ew qayîl e bi wî ra rûnê. Sehîd Riza bawerîya xwe bi gotinên Alpdoxan anî û bona hevraxeberdana hate Erzîncanê û li wir destxweda (5ê îlonê sala 1937a) hate girtinê û ew dane mehkemê. Di dadgehê da Sehîd Riza got, ku ji bo serxwebûna kurda şer kirîye, di fikra wî da ji azayê zêdetir, ku daxaza miletê wî ya here sereke ye, tu tişt tunebûye. Bi biryara mehkema eskerî Sehîd Riza û 11 hevalbendên wî li Elazixê darda kirin.

Enqere, ku sozê piştgirîyê ji hukumdarên Îranê û Îraqê sitendibû, destbi dawîanîna wan emelên xwe kir, ku hindava kurdên Dêrsimê da destpê kiribû. Eskerên tirka, ku bi jimara xwe û cebirxanê va gelekî ser kurda ra bûn, gunehê xwe tu tiştî ne dianîn. Di şerê giran da bi hezara kurd bi hovîtî hatine kuştinê. Di îlon-çirîya pêşin sala 1938a berxwedana dêrsimîya şikest.

Kurdên Kurdistana Bakûr-Roavayê di nav deha salan da dijî desthilatdarîya tirka şerê çekdarîyê yê ji bo naskirina mafên xwe kirine, hewl dane di jîyana çandî, sîyasî û civakî-aborî da bighîjine wekhevîyê. Lê rûyê çend faktorên obyêktîv û sûbyêktîv kurd hertim jî di şerê newekehev da dane der, dijmin bi xêra zoraya xwe bi ser ketîye. Bi hovîtî ji holê rakirina wan serhildanên bêhejmar aborîya wilayetên Tirkîyê yên rohilatê daxiste ser dereca here nimz, hêzên kurda ji hev kirin. Zordestî û destdirêjayên dewletê bûne sebebê mirina kurdên bi nav û deng û bi hezara kurdên sivîl. Problêma kurda li Tirkîyê nesafîkirî ma. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev