Helbest û stiran ser kurikekî êzdî

Helbest û stiran ser kurikekî êzdî

Dilê kurdekî bakur li ser qedera Îvanê êzdîyê penaber yê 11 salî dişewite, ku li Almanîyayê jîyana xwe dest da û ji wê şewatê helbest xuliqîye… Dilê kurdekî bakur li ser qedera gelê me û welatê me dişewite û ji wê şewatê wê rojekê welatê me bibe ronahî…

Li ser vê helbesta Abdullah Yavuz kilam hat sêwirandin û sazbendî jî ya wî camêrî ye.

Ji linka jêrê dikarin guhdarîya stiranê jî bikin.

 

Abdullah Yavuz

 

Êşa canê min Îvan

Wayê kanî derbúne

Gul û beybûn vebûne

Li benda hatina te

Çavên min qerimîne

 

Berxik li peyê miya

Zarok li peyê dîya

Min çi zanibû Îvan

Tê wiha zû biçûya

 

Wek min nîne Îvan

Gurên serê çiyan

Êşa min pir nezine

Bi tu tiştî nayé pîvan

 

Xerîbim dûrim ji welat

Nebûna te bûye şewat

Dayîka te ji min dipirse

Îvanê min çima nehat.

 

Berxik li peyê miya

Zarok li peyê diya

Min çi zanibú Îvan

Tê wiha zû biçûya.

 

Dil kovan im

Dil kovanim welato, li ser te ez ne carek

Pir geriyam, nîne wekî te warek

Vexwim ji kaniyên çiyayên te avek

Mirin xweşe, jiyan xweşe li ser axa te bi carek

 

Binivsînim, bidim zanîn bedewiya te dixwazim

Ciyayên te, yan deştên te, welato ez nizanim

Bi navê te, bi ala te can welato şanazim

Gotin li ber hevok, li ber delaliya te çiqas jar û lawazin

 

Bejna yarê

Bejna yara min demek ji biharê

Bi sosin û beybûn heyva adarê

Destûr bide min yarê, delalê

Ezê lê bikim kêf û seyranê

 

Yarê lê, delalê lê

Canê lê, cananê lê

Şevê tu li xewna minî

Eşqa dilê min were lê

 

Sînge yara min gul û gulîstan

Herdem bihare, lê nabe zivistan

Jı te hezdikim jı dil û hestan

Li ser te dinivsînim evan helbestan

 

Xerîb im

Ne xal, ne ap û mete

Jîyan çendî zehmete

Kesên bê welat dijî

Her bê qedir û qîmete

 

Ez xerîbim, ne ji vir

Ey feleka dil kevir

Li bin konê xerîbiyê

Te dil û can ji min bir

 

Dema li min dibe êvar

Jiyan dibe gurê har

Bi serê min de tê xwar

Xanî û dar çar dîwar

 

Wek mesiyekî bê av

Wek kûlîlkeke bê tav

Wek sêwîyekî bê bav

Çilmisî jar ú stúxwar

 

Xerîbim ez ne ji vir

Ey feleka dilkevir

Li bin konê xerîbiyê

Te dil û can ji min bir.

 

P.S. Stirana ser kurikê êzdî, ku ji welatê xwe koçberî Almanîyayê bûbû, lê dîsa jî qederê ew rehet nehîşt.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev