Azadî bo welatparêzê kurd Ebdulmecîd Şêxo!

Azadî bo welatparêzê kurd Ebdulmecîd Şêxo!

JI BO Dr. EBDULMECÎD ŞÊXO Û HEMÎ GIRTIYAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN!

Dr. Ekrem Önen

Akademîsyen û welatperwerê kurd, dost û hevalê ezîz Dr. Ebdulmecîd Şêxo hate revandin.

Ez Dr. Ebdulmecîd ji salên 1980 li Sovyetê nas dikim. Paşê li Almanya bi cih bû. Piştî demekê, ji 15 salan virde, çû li bajarê xwe Efrînê bi cih bû bona xizmeta welatê xwe bike.

Dr. Ebdulmecîd hemû jiyana xwe lêkolîn li ser tarîx, çand û edebyata kurdî dikir. Teza doktoraya xwe li ser dîroka rojnamegerîya kurdî li Sankt-Peterburgê parast.

Divê her kurdek dengê xwe li hember revandina Dr. Ebdulmecîd bilind bike, ku rojek berî rojekê bê berdan û vegere nava malbata xwe.

 

Wêne di meha îlonê, sala 1982an da li mala Qanatê Kurdo li Lênîngradê (niha Sankt-Peterbûrg) hatîye girtin.

Ji çepê: Cegerxwîn, Têmûrê Xelîl, Qanatê Kurdo, Henefî Celepli, Ordîxanê Celîl.

Rûniştî: ji çepê Celûd Hemdo û Ebdulmecîd Şêxo.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev