
Weşanxaneya ”Lîs”ê di hêla edebîyetê da bûye xezîne
Di sala 2002’an de, li Swêdê keçeke bi eslê xwe Kurd, ji alîyê bavê xwe ve hat kuştin. Li gel ku ev keç Elewî bû, bi Kurdî nizanîbû û li gorî çanda Tirk û Swêdîyan, li Swêdê mezin bûbû, Swêdîyan ew û malbata wê weke Kurd û misulmanên olperest nîşan dan û ev kuştin weke “kuştina namûsî” nirxandin.
Li Tirkîyê jî kesên serdest bi heman awayî çanda Kurdan dinirxînin. Balkêş e ku hin Kurd bixwe jî, bi zimanê serdestan diaxivin, bi têgehên wan xwe nas dikin û xwe didin naskirin. Lê gelo bi rastî di çanda Kurdan de, kuştineke bi vî awayî heye?
Li gorî daxuyanîyên biyanîyan, yên ku sed sal berê û hîn bertir li ser Kurdan nivîsîne, di çanda Kurdan de kuştinên bi vî awayî tune ye. Hetta radigihînin ku di nav jinên gelên herêmê de, jina herî azad, jina Kurd e, herweha bi heyranî bahsa destnedayîna wê dikin.
Ev xebat li Zanîngeha Artukluyê, di beşa Kurdolojîyê de, di Çanda Kurdî de, weke teza lîsansa bilind a yekemîn hatîye nivîsîn.
Hedersmord li Swêdê, “Kuştina Namûsî” li Kurdistanê a Salih Agir Qoserî derket
Xebatên Çandî, 141 rûpel
Çapa pêşîn, Reşemîya 2018’an
Weşanxaneya Lîs, Amed
ISBN: 978-605-9295-97-0
Riataza