Şerê li Sûriyê û geşedanên germ û guherînên girîng di cihana global û herêmî de

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 36

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 36an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemu parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, mijara bernameya me ya îro derbarê şerê li Sûriyê da ne, ku bi xwe re geşedanên nû û guherînên girîng anî di hêzên global û herêmî de, herweha serdana Putin bo Tirkiyê dikarin çi guhertinan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikin? Stratejiya Tirkiye li Efrînê çî ye? Rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê di vê dema aloz de û hwd.

Bernameya Civak û sîyaset van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê ve, ligel mêvanê bernameyê Selah Elemdarî – siyasetmedar û endamê partiyê Yekîtî ya Demokratên Kurd li Sûriyê (El-ehde), endamê desteya sîyasî ya partiyê zelal dike.

Birêz Selah Elemdarî re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Bonnê a welatê Almaniyê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên endamê partiya Yekîtî ya Demokrat Li Sûriyê, endamê desteya sîyasî ya partiyê birêz Selah Elemdarî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev