Ji nimûneyên zargotina me – 135

Ji nimûneyên zargotina me – 135

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 135an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrok-hikyatên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EW EZIM, EZ NE EZIM

Mêrek rojekê divêje jina xwe, divê:

-Ezê bizina me bibim bifroşim.

Jina wî divêje: -Wexta ku bivî bifroşî, ji bona min hûr-mûr bikirrî.

Dibê: -Axir, jinik, şeherî girane, wekî ez herim, ez xwexwe xwe nas nakim, wê çawa be.

Jinik dibê: -Wekî usane, ezê pînekî reş namila texim, wekî tu xwe nas bikî, unda nevî.

Jinik pînekî reş namilê dixe û gazî yarê xwe dike. Bi wê formê jî pînekî reş namila yarê xwe perçîn dike, divêje yarê xwe, divê: -Min teme daye mêrê xwe, wekî ji bona min hûr û mûr bîne: kiras, hevalkiras, şalik, dêre, kenfêt, du totika, du koça, qeytanekê jî minra bîne, bidim ber anîya xwe. Gotêda: -Kêderê rast têyî, bizinê tuê bidî ber xwe bivî, ew diha te nas nake.

Yarê jinikê jî diçe, dinêrre mêrik rûniştîye: bizin û kar diçêrin. Bizinê û karê dajo, mêrikê jinikê jî radibe, divêje: “Ew ezim, ez ne ezim”, de wekî usane, jina min teme daye min, wekî bona wê hûr û mûr bînim: “kiras, hevalkiras, şalik, dêre, kenfêt, du koça, qeytanekê jî bide ber anîya xwe, çika ew jî wê wana bistîne”. Û para dide pey yarê jina xwe. Diçe nava bajêr, dinêrre, wekî bizin firot û çû, herçê ku jina wî hûr-mûrê teme kiribû, ewî mêrikî jî nihêrrî, got: “Wekî usane, ez ezim, ez ne ezim”.

Vegerîya mal, mêrik got: “Ez binêrim, hergê çû mal, ew ezim, ez ne ezim”. Mêrik tê mal û divêje: “Ew ezim, ez ne ezim, de wekî usane malda raza, ew ezim, ezî xerîbim”.

Êvarê diçe mala xwe mêvan û divêje jina xwe:

-Dayê, îşev mêvana xwey nakin?

Jinik divê: Ser çeva, ser sera, emê xweykin. Lê hema mala wanda du merivê dinê jî hebûn. Mêrik gote jinikê:

-Xûşkê, ez zef razîme, hema berbangê zû min rake, rîya min dûre, ezê herime mala xwe.

Berbangê jinik mêrik radike, divê:

-Rabe, herre.

Mêrik radibe, diçe. Rêva mêrik sîya xwe dinêrre, kumekî dinê sêrîye, dibê: “Ah, hela vê ecêvê, min gote qîza kerê min rake, ewê çûye xelq rakirîye. Û paşda vedigerre, careke dinê tê mala xwe. Divêje jinikê: -Ne min got, min rake, te çima xelq rakirye?

Jinik divêje: -Malxirav, ne mala teye, tu dînbûyî, çîye? Ka bizin, te çawa kirye?

Got: Saroyê Misto, dersdarê gundê Qulîbegê, li ser nehya Vaxarşapatê.

 

KURÊ SORO

Sorok hebû, pala digire, diçe zevîyê. Dinêrrin nanê wan dereng tê, kurrê wî radibe, kêra bavê xwe cêvê derdixe, diçe malê, divê:

-Dayê, eva kêra bavê min, ez şandime, gotye: “Bira gayê meyî sor şerjêke,- diya xwe dixapîne, zanî,- mera qelîke temiz çêke, hetanî em tên”.

Wextê êvarê pale vedigerrin, kurrê Soro zane wekî bavê wî yê lêxe. Pale têne nêzîkî gund, kurrê Soro alîkî dinva diçe nava partê gîhê (partê sap), agir berî parta dide, pale û bavê wî tên malê, ew jî agir berî partê bavê xwe dide û dirreve, diçe.

Diçe, rêva diçe ber zinarekî mezin disekine, xwe dide ber zinêr, êpêce wext disekine, dinêre siyarek jorda tê, divê:

-Siyaro, ez heyrana teme, tê bêyî xwe bidî ber kêvir, wekî kevir nekeve, hetanî ez dest doxîna xwe dixim, têm.

Siyar hespa xwe peya dive, hespa xwe wêderê dihêle, tê xwe dide ber kêvir.

Kurrê Soro-Çîvo radive, hespa mêrik siyar dibe û lê dide diçe, îdî mêrik xwera wêderê dimîne.

Çîvo diçe, rêva rastî çend kerîya tê, kerîyê pêz dinêre, dinêre şivanê wan kerîya gişke kosene, divê:

-Gelî şivana, divê, were, ezê we kosetîyê derxim, werin erdekî kûr, gelekî mezin bikolin, têkevine hundurr, ezê ser we tije kevir, darkim, heyanî sehetekê-duda hûn wêderê bimînin, sehetekê şûnda, wekî hûn derkevin, rû, simêlê we gişka jî wê bê.

Şivana usa serwext dike, şivan radivin, çeleke rind, mezin dikolin, kevira, dara tînin ber çelê, wekî kurrê Soro bevêje ser wana û ew kose gişk dikevine nav çelê.

De, neh, deh kerî pez bûne, ew pez gi bê xweyî dimîne. Kurrê Soro xwelîyê tije ser kosa dike, kevira tije ser dike, wekî ewana nikaribin derên. Radive wan kerîya gişkî tev hev dike û berê xwe dide mala bavê xwe. Kosa jî hemîn cîda dihêle.

Bavê wî gava sivê lê dinêre, wê ber derê wî tije kerî, sûrî.

Kurrê wî divê: -Bavo, eva heqê te jî, heqê gayê te jî, du-sê hezar pere.

Îdî usa jî kuta dibe.

Got: Cemalê Memo, dersdarê gundê Kelekûta, li ser nehya Telînê.

 

QESABÎ COMERD

Kurê mîrê ereba ji êleşîra mala bavê xwe xeyîdî. Çû derkete şeherekî. Hema xwera bir jina xwe, xwera bir mihîna xwe, xulamekî xwe. De, kurê mîrê ereba bû, şeherda xwera diçû, dihat. Êvarê dihat mihîna xwe didît, paşê diçû otaxa jina xwe.

Jinê ji wî û mihînê kumreşî kir. Jinê jêra go:

-Hetem, (navê wî Hetem bû) tu zef ji min hiz dikî, yan mihîna xwe?

Go: -Ez zef ji te hiz dikim.

Jinikê da sondê, sond anî ortê. Kurê mîrê ereba dît ku îlac tune, got:

-Rast, go, ez bêjim, ez ji mihînê hizdikim.

Jina wî got: -Wekî usane, tu ji mihînê hiz dikî, sivê zîn-bûsatê mihînê lêke, bişîne meydanê, çika heta êvarê fîyatê wê dive çi?

Kurê mîrê ereba go: -Jinik, kesî ew der nekirye, tu wê derê dikî, ezê çawa mihînê bişînim?

Jinê go: -Qet nabe, yan tera jintîyê nakim, yan tuê sozê min bikî, çika mihîn bi çi fîyatî tê bahakirinê û ez bi çi fîyatî têm bahakirinê.

Sivê kurê mîrê ereba xulamra got, go: -Kuro, mihîna min bive bazar bike, binêr fîyatê wê dive çi, nedî xelqê, nefiroşî û şûnda bîne malê.

Xulîm heta êvarê mihîn gerand: fîyatê wê bû 300 kîseyî. Êvarê mihîn anî tewlexanêda girêda. Hetem çû çevê mihînê ramûsa.

Sivê jinê jêra got: -Ezê herme meydanê.

Kincê xwe xwe kir, xwe xemiland, çevê xwe leylegî kilda û xulam da pêşîya xwe, go: “Çika fîyatê minê çi be”.

Xulam gerand heta êvarê. Êvarê tucarek rast hat.

-Kuro, go, ew çi kulfete?

-Axa, go, ez difroşim.

Herkê xulîm go: “Bihê wê 500 kîseye”, ewî girt 600 dayê. Xulam poşman bû, go:

-Ez nadim.

Ewî kulmek nav çevê xulîm xist, go: -Te xwe gotîye.

Xulîm pere hildan, tucar milê jinikê girt, bir. Bire ber paraxodê (gemîyê); kete paraxodê, gote lengerçîyê gemîyê, go:

-Lengerê bavê, gemîa rêxe.

Lengerê gemîa avîtê, gemî rê ket. Bira gemî here riya xwe, em ber bi kurê mîrê ereba herin.

Xulam hat cem kurê mîrê ereba, go: -Hal û hewalê jina te bû ev: tucarekî xwera hilda, bir.

Kurê mîrê ereba rabû, temîa mala xwe li xulîm kir, go: -Heta çil şevî min molet bide, hatim, hatim, nehatim, mihîn ji tera, malê min çik heye ji tera mihînêva.

Kurê mîrê ereba bi pirs û pirsyara pey qeçaxîya tucar ket. Çend roja rê çû, nizanim. Wextekê derket şeherê wî tucarî, çû. Xerîb bû, nebeled bû. Rastî qesabekî hat, dîna xwe dayê qesabçî pê ketîye roê pênsid pût goşt bê heq xêra xwe dide. Kurê mîrê ereba xwe da ber darekî, sekinî, dare nêzîkî qesabxanê bû. Qesab gazî kir, go:

-Qurba, xorto, were xwera goşt bive, perê te tune, were xwera bive.

Kurê mîrê ereba got: -A, got, ezê goşt bivim kîderê, wekî tu xêra xwe goşt didî, min îşev mêvantî xweyke, ezî xerîbim.

Ewî tucarî derê dikana xwe dada. Qesab kurê mîrê ereba hilda, bire mala xwe mêvantî. Êvarê jêra nan danî, kir-nekir nan nexar, go:

-Tu bona çi nan naxuî?

-Gilîkî min, go, alîyê te ketîye. -Kurê mîrê ereba jêra go.

-Qurba, go, gilîyê xwe minra bêje.

Go: -Hal û hewalê jina min û birê te eve, min usa bihîstîye.

Qesab gote xulamê xwe, go:

-Kuro, go, here bêje tucar, bira jina evî merivî bişîne.

Xulîm çû gote tucêr.

Tucêr go: -Ez jina bişînim, tune, min bi zêrê xwe kirîye.

Xulam hat qesabra got: -Neşand, go, gotîye “min bi zêrê xwe kirîye”.

Qesab rabû, şûrê xwe hilda, kurê mîrê ereba da pêşîyê, çûne dîwana tucar. Qe tucar neda xeberdanê, lêxist serê tucar firand.

-Qurba, go, jina xwe hilde, bive.

Wexta go “jina xwe hilde, bive”, ewî jina xwe bir. Gelekî tirsya. Kurê mîrê ereba go: “Qesabê min jî bikuje, jinê xwera bive”. Wê şevê mala wîda sekinî, heta sivê.

Xewa wî nehat tirsana. Sivê rabû, îzina wî da: -Qurba, go, de here ser rîya xwe.

Kurê mîrê ereba çû, gihîşte yêra xwe. Mihîna xwe siyar bû, careke din vegerîya nava êl û eşîra xwe. Ew bira here ya xwe, mala xweda bisekine, em vegerin cem Qesabî Comerd.

Qesabî Comerd dewlet dizgunî bû (kesîb bû), pars kir, go:

-Herça êla min nas bike, ez navda nasekinim, herim cîkî ne nas, kes nizanibe ez kîme.

Çû gelekî gerya, rastî konê kurê mîrê ereba hat, jina wî, herdu kurê wî mane newalekêda. Ew çû konê kurê mîrê ereba nan bîne. Kurê mîrê ereba destxweda ew nas kir: “Gelî xulama, go, kuro, vî merivî bînine mal, nan bidinê”. Xulama îtbar nebû, kurê mîrê ereba çû xwe-xwe serra sekinî. Qesabî Comerd nan xar, dîna xwe dayê loqekî dixwe, loqekî jî situyê wî xarî alîyê jina wî û kurê wîda. -Qurba, go, dive hevalê te jî hevin?

-Axa, go, hunzûra te rûreşî tê, du kurê min, kulfeta min, newala handanin.

Kurê mîrê ereba şand, hersêk jî anîn, da jina xwe, go:

-Forma te, kincê te çawa, yê vê jinê jî usa, forma kurê min çawa, yê herdu kura jî usa. Deste kincê forma kincê xwe Qesabî Comerdra jî kirî. Sivê gazî êl-eşîra xwe kir, qasî mala xwe, mal ji Qesabî Comerdra nav êla xwe top kir. Konekî nola konê xwe li rex konê xwe vegirt Qesabî Comerdra.

Kurê mîrê ereba yekî sivik hebû, jina Qesabî Comerd çawa ku dya xwe zef hiz dikir. Şevekê çû, di nav cîyê jinikêda raza. Qesabî Comerd nizanibû.

Wexta ji dîwana kurê mîrê ereba çû, dîna xwe dayê, merîk wê nava cîyê jina wîda razaye. Gelekî hêrsa wî rabû, lêxist gede kuşt.

Bû qîrîna jina wî, go: -Te çima kurê birê xwe kuşt?

-Evda xwedê, min nizanibû kurê birê mine. Min tirê xerîbe.

Gelekî pormijîn. Jêra go:

-Rave, here, cavê bide kurê mîrê ereba, çika ji mera divê çi?

Jinik rabû, çû cav da kurê mîrê ereba.

Kurê mîrê ereba go: -Qe zyan nake, cinyazê wî bînin bavêjin nava revoyê hespa. Ezê sivê ravim, bêjim, hespa kurê min xistîye, kuştîye.

Sivê kurê mîrê ereba rabû, çû nava hespa, nihêrî kurê wê ketîye, mirye, kire qîrîn, go:

-Hespa kurê min kuştîye.

Êl-eşîra wî berev bû, kurê wî birin heq kirin.

Çend ro derbaz bû, jina Qesabî Comerd ji Comerdra go: -Evdê xwedê, tu êvarê têyî ser cîyê xwe rûdinêyî, tu kurê xwe şa dibî, lê kurê birê te tune, kesî şa nabe, xwe yek bû, ew jî te kuşt, wekî tu ya min bikî, tuê kurê meyî mezin bivî, bira ew jî bikuje, dilê wî rehet bive.

Jinikê rabû kur hilda, bir cem kurê mîrê ereba.

-Xûşkê, te xêre, go?

Go: -Birê te gotîye, min kurê wî kuştîye, wekî ez û wî jî birê hevin, bira wî kurê min bikuje, dilê wî rehet bive.

-Erê, go, xûşkê, usane. Wexta we kurê min kuşt, tu ez wê bûm? Tu here, ezê bikujim.

Kurê mîrê ereba gazî merîkî xwe kir, go: -Filankes, kurê xwe çawa xay dikî, evî kurî jî usa xayke.

Çend ro derbaz bû, dîsa jina Qesabî Comerd ji Qesabî Comerdra go: -Mêro, kurekî me heye, em pê şa dibin, wekî tu ya min bikî, emê vî kurê xwe jî bivin, bira kurê mîrê ereba bikuje. Ew çawa bê kur, em jî usa bê kur. Wekî dilê me hevra sax bive.

Kur hilda bir çû cem kurê mîrê ereba.

-A, xûşkê, go, te xêre?

Go: -Birê te ez şandime, wekî “kurê wî tune, bira evî kurê min jî bikuje, ew çawa bê kur, ez jî usa bê kur, wekî xelq zanibe, em birê hevin”.

Kurê mîrê ereba go:

-Xûşkê, wexta we kurê min kuşt, tu ez wêderê bûm?

Xûşkê go: -Na.

-De, go, tu here, ezê bikujim.

Jinik îda vegerîya çû. Ewî gazî merîkî mayîn kir, go:

-Filankes, eva kura teslîmî te, tu çawa kurê xwe xwey dikî, evî jî usa xweyke.

Ewî merivî gede hilda, bir çû xweykir. Çend senedek (zemanekî) wê ortê derbaz bû, wetan kete bîra Qesabî Comerd. Qesabî Comerd bû perçe agir bi canê xwe ket, gote jina xwe, go:

-Jinik, wetan ketîye bîra min, ezê herim.

Jinikê jêra go: -Xwedê ji te sitendîye, wetanda tiştekî me tunebû, ew mêrikê hana mal-dewlet daye me, emê ji xwera senedekê dixun, heta xwedê çika çi dike.

Qesabî Comerd got: -Qet nave, ezê herim.

-Wekî usane, go, here îzina xwe birê xwe bixaze, paşê here, çika tera divê çi.

Go: -Ez naçim, tu here, îzina me jê bixweze.

Jin şev rabû çû dîwana kurê mîrê ereba. Lingê wî mizdan, razayî bû di dîwana xweda.

Kurê mîrê ereba rabû ser xwe.

-Ha, xûşkê, go, xwedê bi xêrke, te xêre îcar?

Go: -Hal û hewalê birê te eve, divê “wetan ketîye bîra min, ezê herim, bera birê min îzina min bide, ezê herime wetan”.

-Ê, go, xûşkê, diçe, xudê oxirê bidê, bira çend roja molet bide min, heta ez tivdarekê wî dikim.

Ew sivê rabû, kurê mîrê ereba gazî wan herdu merîa kir. Herdu merîyên, ku kurê Qesabî Comerd cem bûn, herdu kur anîn, her kurekî qîzeke xwe ser nikhakir. Çend ro hatin derbaz bûn, wedê sozê wî temam bûn, du dest def û zurne tivdarek kir, her kurekî Qesabî Comerd deste def-zurne da ser, her yekî qîzeke xwe dayê, hema ew siyar şîret kirin, go, “hûn, go, filan rê herin, ezê filan rê herim, em di filan derê rastî hev bên”.

Tivdarekê mala Qesabî Comerd kir. Mala Qesabî Comerd bar kir, xwe-xwe siyar bû, deste esker da ser xwe, rex ket. Wextekê ew û siyarê dewetêva miqabilî hev bûn. Wexta miqabilî hev bûn, Qesabî Comerd tirsya.

-Bira, go, ev çi siyarin, ev çi cerde pêşya me?

Kurê mîrê ereba go:

-Çima ditirsî, metirs, go, topraxa minda cerd tune.

Ajotin, nêzîkî siyara bûn, go:

-Qesabî Comerd!

-Belê, go.

Go: -Ha, tu siyarê han nas dikî?

Go: -Na welleh, ez nas nakim.

Go: -Ew siyarê han kurê teyî mezine, go, min qîza xwe mezin dayê. Ew siyarê han jî, go, kurê teyî biçûke, min qîza xwe çûk dayê.

Navê wî Hetem bû, kir Hetemî teyr.

-Ê, go, Hetemî teyr, qurba, min çi qencî tera kiribû, te ev qencî minra kir?

Go: -Tu zanî ez kîme?

Go: -Na welleh, ez nizanim, go, tu kîyî?

Go: -Ez ew merîme, te birê xwe kuşt, jina min da min.

Qesabî Comerd şûr kişand.

Go: -Wekî usane, qencî ya mine, go, ne ya teye.

Wêderê hatin dest-rûyê hev, îzina xwe ji hev xwestin. Kurê mîrê ereba bi siyarê xweva vegerîya. Qesabî Comerd herdu kurê xwe, herdu bûk jina xweva, ajotin çûn, derketin wetanê xwe. Li wetanê xwe def-dewata kurê xwe kirin.

Ew çûn mirazê xwe şa bûn, tu jî mirazê xwe şabe.

Got: Mirazê Ereb, 48 salî, nexwendî, ji gundê Heko, li ser nehya Talînê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev