Konfêransa Lozanê Împêratorîya Osmanîyê binax kir -1

Konfêransa Lozanê Împêratorîya Osmanîyê binax kir -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Konfêransa Lozanê Împêratorîya Osmanîyê binax kir”. Em îro beşa yekê raberî we dikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 135

 

Pirsa Mûsilê

Konfêransa Lozanê, ku Împêratorîya Osmanîyê binax kir, nikaribû bi hiqûqî qedera yek ji mîratên wê yên herî dewlemend, ku di hêla aborî (neft) û gêostratêgîyê da pir giring bû, formûla bike. Qesta me wilayeta Mûsilê ye, ku li ser sînorên çar welatan bû. Bi formalî biryarkirina statûya Mûsilê dabûne destê Koma Miletan, lê di rastîyê da tevaya wilayetê, ku di rojên dawî yên şerê hemcihanê yê yekemîn da ji alîyê leşkerên Îngilîs-Hindistanê da hatibû dagîrkirin, milkê Brîtanîya dagîrkar bû, ji ber ku Mûsil beşeke axa Îraqa di bin bandûra wê da bû. Hilanîna nerazîbûnên di navbera Koma Miletan û Îngilîs da gerekê ji bo kara Îngilîs û Îraqa di bin destê wê da bihata çareserkirin, lê ne ku ji bo kara namzadê din – Tirkîyê, ku ew jî çav berdabû Mûsilê, û ji bo wê sê sebeb hene.

Ya pêşin, Îngilîs îdî bûbû xwedîya Mûsilê û li Rohilata Nêzîk xwedî hêzeke xurt bû, lema jî ne dihîşt herêma bi neftê va dewlemend ji dest wê derkeve. Ya duduyan, Tirkîya, ku ji şerên cantirkan ji hal ketibû û hewcê bêhnvedanê bû, ne di hêla leşkerî da, ne jî sîyasî da nikaribû daxwazên xwe bi cî bîne. Ya sisîyan, giranî û qedirê Brîtanîyayê li erafê navnetewî rê ne didane Tirkîyê, ku ew pê ra bikeve reqabetê; li Koma Miletan Îngilîs û Fransîya xwedî-xudanên tam bûn. Lema jî Tirkîya wê nikaribûya şerê ji bo Mûsilê bike. Lê ew konflîkta, ku sê salan kişand, tesîr li ser hêzên cuda-cuda kir. Ji ber ku ew şer li ser wê axê diçû, ku di ruhê Kurdistanê da bû, lema jî tesîr li ser qedera gelê kurd dikir. Wek ku V. A. Gûrko-Kryajîn di dema xwe da rast texmîn kirîye, ”problêma Mûsilê… beşeke problêma kurdan ya mezin e, ku di demên nêzîk da wê di jîyana sîyasî ya Rohilata Navîn da roleke biryardar bilîze”[1].

Alîyê dîplomatîyê yê pirsgirêka Mûsilê têra xwe hatîye lêkolan. Lema jî, dema behsa dewranên sereke yên şerê dîplomatîyê ji bo Mûsilê dikin, gerekê bizanibin ka alîyên xwedî berjewendî xwedî çi motîvên sîyasî bûn û ka pirsa kurdan di wê yekê da çi rol lîst.

Konfêransa Lozanê wezîfe da Koma Miletan piştî neh mehan vegerine ser lênihêrandina pirsa Mûsilê, bi gotineke din – ser pirsa kişandina sînoran di navbera Tirkîyê û Îranê da. Konfêransa Îngilîs-Tirkîyê ew pirs ji 19ê nîsanê heta 5ê hezîranê sala 1924an li Stembolê gurfûgo kir û ew bê encam xilaz bû. 10ê tebaxê sala 1924an Koma Miletan pêşnîyar kir wan sînoran bi xeta wa gotî Bryûsêlê bikişînin, ango sînor gerekê wisa bin, wek ku ew heta 24ê tîrmehê sala 1923an bûn, dema Peymana Lozanê hate îmzekirin. Tirkîye şikyatê xwe ber mehkemeya Haagayê (Dên Hagê.- T.X.) kir, lê bi ser ne ket. 30ê îlonê sala 1924an Şêwra Koma Miletan bona hînbûna pirsa derheqa ”sînorên Îraqê da” komîsyonek amade kir, ku serekwezîrê Hûngarîyayê (Macaristanê. – T.X.) mîrlaw Terekî, dîplomatê swêdî E. Af Vîrsên û serhingê Bêlgîyayê A. Paûlîs diketine navê. 16ê tîrmehê sala 1925an belgenameya, ku ji Tirkîyê ra dest ne dida, hate îmzekirin, lê 25ê çirîya paşin sala 1925an li Koma Miletan hate guhdarîkirin; pêşnîyar hate kirinê Mûsilê di nav teşkîla Îraqê da bihêlin, bi şertê, ku Brîtanîya Mezin hukumê xwe ser wî welatî biparêze. Koma Miletan behsa pirsa kurdan jî kir. Di biryara Şêwra Koma Miletan ya 16ê çileya pêşin sala 1925an da dihate gotinê: ”Hukumeta Brîtanîyayê wek dewleta xwedî mandat gerekê kefîltîyê bide binecîyên kurd, ku ew li herêma xwe bi xwe serwêrî li xwe bikin û derheqa vê yekê da di belgenameya Komîsyona jorgotî da tê gotinê”[2]. Pirs danîne ber Şêwrê mecalên admînîstratîv qebûl bike bona pêşnîyarên destnîşankirî di nav jîyanê da pêk bên. 11ê adarê sala 1926an Şêwra Koma Miletan ”xeta Bryûsêlê” testîq kir wek sînorê di navbera wilayeta Îraqê – Mûsilê û Tirkîyê da, 5ê hezîrana wê salê peymana Enqerê di navbera Îngilîs, Îraqê û Tirkîyê ya derheqa testîqkirina sînorên Tirkîyê-Îraqê da hate girêdanê.

Bi vî awahî, Tirkîya şerê dîplomatîyê yê bona Mûsilê, wek ku li bendê bûn, da der, ango têk da[3]. Sebebên wî şerî bi dîroka dîplomatîyê va girêdayî ye, lê naveroka wê pir balkêş e.

Bi sebebên famdarî, firsenda kesên wê demê tunebû belgeyên surî yên dayîreyên sîyaseta der yên welatê xwe mêze bikin, lema jî derheqa sebebên rasteqîn yên şerê ji bo Mûsilê di dema piştî şêr û paşmayînên wan biryaran, ku sala 1926an li Enqerê hatine qebûlkirin, texmînîyên xwe yên ji hev cuda digotin û çap dikirin. Ji wan fikirandinan gelek dûrî aqilan û dûrî rastîyê bûn, lê fikirên aqil jî hebûn, ku temamîya rastîyê nîbe jî, piranîya wan rast bûn.

Yek ji wan fikirên V. A. Gûrko-Kryajîn ev e: “Xeyala Îngilîs ya mezin ew bû, ku kîsî axên Tirkîyê, Farizstanê û Îraqê dewleta kurdan ya bûfêrîyê saz bike” bona gefan li Tirkîyê û Yekîtîya Sovyet bixwe û tirsan li wan bifirîne. Û paşê ew dinivîse: “Îngilîs tevaya Îraqê zevt kir û hewil da herêma Mûsilê bike navbenda kurdan. Ev hemû hewildan bi saya serê dubendîya eşîretên kurdan û dijminaya derebegîyê, ku bûbû sebebê neyartîya serekan, têk çûn”. Nivîsên ha di çapemenîya Sovyet ya salên 20î da pir bûn, ji ber ku ewê sîyaseta dijî Îngilîs derbaz dikir û di her tiştî da wê gunehkar dikir. Di rastîyê da, wek ku îdî hatîye gotinê û wê di paşdemê da bê destnîşankirin, ne li Îraqê, ne jî li Tirkîyê îngilîsan hêvîya xwe danetanî ser kurdan û karta kurdan gelek fesal bi kar dianîn. Wisa xuya ye, ku pêşdadîtina V. A. Gûrko-Kryajîn ya din jî ne rast derket: “Tu qîmeta biryara Koma Miletan (derheqa Mûsilê da.- M. L.) tune, ew li ser kaxez maye û nikare konflîkta Mûsilê ji holê rake. Berjewendîyên gelek welatan li vê herêma bi neftê va dewlemend, faktorên stratêgî, ku ji bo Tirkîyê, Îraqê û Îngilîs xwedî kemaleke mezin bûn û, ya dawî, problêmên miletîyê yên sext, ku ji hemûyan dijwartir jî ya kurdan bû, me mecbûr dikin bifikirin, ku kê çi dixweze bêje, bira bêje, ev herêm wê dîsa bibe warê pevçûnên bi xwîn li Rohilata Nêzîk”[4]. Lê li vira xudanê nivîsê hinekî şaş derket, dema digot, ku di van demên nêzîk da, lê di paşdemê da jî Mûsil bû yek ji warên sincirî li tevaya Rohilata Nêzîk.

Di nivîsên derheqa pirsgirêka Mûsilê da her alîyek hewil dida konflîktê bi cûrê xwe şiroveke. Xudanên berhemên Sovyet yên pêşin derheqa pisa neftê da V. B. Bronştêyn û V. G. Rozênblyûm nivîsîne: ”Dijwarîya pirsgirêka Mûsilê di wê yekê da ne, ku li wir dijberîyên aborî, sîyasî û miletîyê, ku bi çareserkirina pirsên ereban û kurdan va girêdayî bûn, ketibûne hev. Mûsil – ”Cîbraltara Rohilata Nêzîk e”[5]. Bi bawerîya van zanyaran û yên din, berî her tiştî gerekê statûya navnetewî-sîyasî ya wilayeta Mûsilê bihata biryarkirin, ku wan deman li Îraqê warê bi neftê va herî dewlemend bû, ji ber ku bêy wê namzadên ku çav berdabûne wê dewlemendîya herêma Rohilata Nêzîk, ango medenên neftê yên Kêrkûkê û Mûsilê, wê nikaribûna tevî karê parvekirina wê bibin, ji wê jî zêdetir, tu alî wê cesaret nekira pereyên mezin bike nava karê derxistin û firotana nefta Îraqê. Şiroveçîyê alman H. Ştyûrmêr di dema krîza Mûsilê ha nivîsî: ”Pirsa Îngilîs-Tirkîyê ya bi Mûsilê va girêdayî, ji bo Îngilîs pirseke wisan e, ku berî gişkî bi sîyaseta wê ya di hindava ereban va girêdayî ye, lê paşê bi pirsa neftê va girêdayî ye”. Xudanê nivîsê bawer bû, ku zû an dereng wilayeta Mûsilê wê ji dest Tirkîyê here, pirs tenê di wê yekê da ne, ka ewê dewsê çi bistîne[6]. Em wê jî bêjin, ku bi bawerîya H. Ştyûrmêr hema di rûyê nezelalîya sîyasî di hindava pirsa Mûsilê da bîznêsa Amêrîkayê pêş diket, ku yek ji namzada sereke yê nefta Mûsilê bû[7]… û eva yeka dide xuyakirin, ku karmendên fînansî yên Amêrîkayê qîmetekî çiqasî fesal didine sîyaseta ne aram ya li Rohilata Nêzîk. Xên ji wê, bi bawerîya Amêrîkayê çareserkirina pirsên êtnîkîyê û ruhanîyê yên miletên Tirkîyê yên kêmjimar bi awayekî neheq tê pêkanînê û eva yeka tesîreke xirab li ser fikira civaka Amêrîkayê dihêle”[8].

Bi vî awahî, hela wî çaxî faktora êtno-sîyasî di konflîktên navnetewî da ji bo Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî eger ne xwedî kemala serdest bû jî, lê xwedî kemaleke gelek mezin bû. Lê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî bi xwe tevî şerê ji bo Mûsilê nebûne, berî her tiştî di rûyê helwêsta xwe ya îzolekirî da, ya duduyan jî ji wê ra sîyaseta Brîtanîya Mezin, ku Mûsilê bike nava qiralîyeta Îraqê ya di bin bandûra xwe da, dest dida û eva yeka ji bo bîznêsa neftê li herêmê aramîya sîyasî saz dikir. Helwêsta Fransîyayê jî hema bêje wisa bû, ku dest ji daxwazkarîyên xwe yên di hindava Mûsilê da kişand, lê hêvîya wê hebû, ku ewê ji nefta Mûsilê jî karê keve. Bi vî awahî, Brîtanîya Mezin dema hewildanên Tirkîyê, ku Mûsilê li xwe vegerîne, têk da, îdî hew ji tevbûna dewletên mayîn ditirsîya.

Rast e, London di dijberîya xwe ya bi Tirkîyê ra, girêdayî pirsa Mûsilê ra, serketî bû jî, lê îngilîsan dîsa jî gelek dijwarî derbaz kirin. Serkanîyên wan dijwarîyan ne ewqas dijderketina Tirkîyê bû, çiqas ku rewşa ne aram ya li welatê bin bandûra wê – Îraqê bû. Piranîya civaka Îraqê ji destpêka dagîrkarîya Brîtanîyayê bi çavê dijminayê li wê dinihêrîn û desthilata qiralîyeta binemala Haşîmîtan, ku îngilîsan anîbû ser hukum, ji alîyê gel da ne dihate qebûlkirin, ji ber ku ew xulamokên Îngilîs bûn û ji alîyê wan da dihatine piştgirîkirin û heqîyatkirin. Gênêral Nûrî Sehîd yek ji wan bû, ku di nava 40 salên hukumdarîya Brîtanîyayê li welêt di hukumetê da karmendên mezin bûn. Di nava temamîya wî wextî da Îngilîs li Îraqê wek ku ser tendûrekê (vûlkan) rûniştibûn, ku gelek caran hişyar dibû û fûrr dida. Lema jî London her gaveke di hêla sîyaseta der da, ku derheqa Îraqê da bû, mecbûr bû gorî daxwazên sîyaseta hundurîn ya welêt pêk bîne. Ew yek herwiha ji bo pirsa Mûsilê jî derbaz dibû.

Femdarî ye, ku nasyonalîstên ereb yên Îraqê, him yên mêla Îngilîs dikişandin, him jî yên welatparêz, dixwestin wilayeta Mûsilê di nav teşkîla welêt da bimîne, û îngilîsan ev yek bi kar anî bona peymana Îngilîs-Îraqê ya sala 1922an ya xapxapok di Meclîsê da bide testîqkirin û ew yek bi ”girêfûtka Mûsilê” va da girêdan. Desthilata Îngilîs gef li ereban dixwer, ku eger ew peyman di Meclîsê da neyê testîqkirin, ewê şerê tirkan neke bona Mûsil di Îraqê da bimîne[9]. 10ê hezîranê sala 1924an ew peyman bi 36 parlamêntaran va hate testîqkirin (ew hinekî ji nîvê jimara hemû parlamêntaran zêdetir e), bi şertê, ku eger Mûsil nekeve nava axa Îraqê, wê demê hukumet erk hildide ser xwe careke din vegere ser wê pirsê[10].

Gerekê bê destnîşankirin, ku faktora erebên Îraqê pir giring bû jî, lê ji bo Brîtanîya Mezin pirsgirêka Mûsilê faktoreke giringtir bû. Nûçegihanê sîyasî yê rojnameya Brîtanîyayê ”Sandi Tayms” Krauford Prays di 18ê gulanê sala 1924an da nivîsîye, ku erkên parastina ”erebên terefdar” giring bûn, lê ”kemala berjewendîyên sîyasî serdest bûn”. Çiyayên Rewandûzê, ku ser sînorên bakur yên wilayeta Mûsilê ne, herwiha sînorên di navbera kar û emelên rûsan û îngilîsan da nin. Parastina sînoran di destê kesên dost da, delîleke baş e bona pêşketina aramîyê û parastina rêyên me yên hewayî li Hindistanê. Û ya dawî: li wir neft heye û ew argûmênteke wisan e, ku ez heta niha jî li ser nesekinîme, ji ber ku kemala wê her deman hatîye zêdekirin. Gelo medenên neftê wê bibine çavkanîyên bazirganîyê, ev yek hela ne zelal e. Hilbet, dîplomatîya nikare kemala wan qîmet neke, lê têr nake, ku bêjin hebûna wê mehsûleta bi qîmet motîva tek-tenê an jî ya sereke ye bona opozîsyona Brîtanîyayê li Tirkîyê.

Pirsgirêka Mûsilê, herwiha her pirseke din ya bona Împêratorîya Brîtanîyayê di hêla sîyaseta der da giring, di serokatîya wê da rastî tu nelihevkirinan ne hat. Her tenê opozîsyona konsêrvatîv (serekwezîrê berê H. Askwît, rojnameya ”Tayms” û komên nêzîkî wê) xemgînîya xwe dîyar kir, ku de`wekarîyên li ser ”xet-zincîra çiyayên Kurdistana Bakur” – ew ”dewrana amadekarîyê” ye bona vekirina riya ber bi Kavkazê û Behra Reş û eva pir bi xeter e[11]. Lê ji tirsên vî awahî bê bingeh zêdetir tiştekî din neqewimî. Rast e, pareke çapemenîya lîbêral û xwedîyê rojnamameyekê lord Bîwêrbrûk (ew kes piştgirîya wî dikirin, ku berjewendîyên wan di nefta ”Tirkîyê” ya berê da hebû) qîmetekî mezin didane hema pirsa neftê û eva yeka tesîr li ser hevraxeberdanên bi tirkan ra kir, lê xeta wezîreta dagîrkaran bi ser ket (dibistana Îngilîs-Hindistanê wa bi nav dikirin), ku lord Êmêrî serokatî lê dikir[12].

Bi vî awahî, pirsdanîna Londonê ya sereke ew bû, ku yek ji serketinên bi qîmet yên şerê hemcihanê yê yekemîn – herêma Mûsilê, ku di hêla gêopolîtîkî, gêostratêgî û aborî da pir giring bû, di bin kontrola Brîtanîyayê da be. Em wê jî bêjin, ku Tirkîya jî de`wa Mûsilê dikir û di wî karî da xên ji argûmêntên dîrokî, yên êtnîkî dianîn, ango ew yek, ku di herdu alîyên sînorên di navbera Başûr-Rohilata Tirkîyê û Îraqê da piranî kurd diman. Nûnerê Tirkîyê li Jnêvê Alî Fethî beg di hevpeyvîna xwe ya 7ê îlonê sala 1924an da got, ku kurd li Mûsilê piranî ne û “teşkîla binecîyên êtnîkîyê li Mûsilê wisan e, wek ku li Tirkîyê, ku kurd weke tirkan xwedî maf û heq in”[13].

Di dema şerê ji bo Mûsilê de`wekarîyên axê herdem serî hildidan. Tirkan, ku xeyal dikir wilayetê li xwe vegerîne, karê cesûsîyê-rêçgerîyê di nav eşîretên kurdan û binecîyên tirkîaxêv yên wê herêmê da (turkmen an jî turkoman) berdewam dikirin, ku piştî dawîhatina şerê hemcihanê yê yekemîn dest pê bûbû. Îngilîsan jî hewil dida axên bi stratêgî giring yên ser xeta bakur ya di navbera sînoran da zevt bike. Armanca wan ew bû, ku sê qezayên senceqa Hekarîyê bigihînine herêma Mûsilê, ku ”navbenda taktîkîyê ya karkirina Îngilîs bû di pirsa Mûsilê da” û bona wê pevçûn saz dikirin. Di kovara Parîsê ya ”Journal de deba” ya 23ê îlonê sala 1924an da girêdayî daxwaza nûnerê Brîtanîyayê li konfêransa Stembolê, ku ”nîvê Hekarîyê” ji Tirkîyê biqetînin ev fikir dihate gotinê: ”Axa çiyayî, ku Îngilîs dixweze, dikare bibe bingeha mehkem bona Îngilîs ji wir hukumî li ser herêmên Wanê, Dîyarbekirê û Ûrmîyê û hemû rê û şiverêyan bike, ku ber bi Ermenîstanê Kavkazê û Farizistanê dibin (ev herfên îtalîk yên Îrandûst in.- M.L.)”. Bi gotina çavkanîyê, îngilîsan bi awayekî berk ji tirkan de`w kirin, ku di nava 48 sehetan da ew qeza paqij bikin, lê tirkan ber xwe dan û guh nedane wan gefxwerinan[14].

De`wekarîyên axê yên ji herdu alîyan bi hêza leşkerî, û ne eşkere, lê bi awahê surî û xewle dihate kirin, bi emelên partîzanîyê, ku zêde bi destê miletên din pêk dihat. Tirkan pere û çek didane eşîretên kurdên Bakurê Îraqê û ew radikirin dijî îngilîsan. Îngilîsan jî desteyên aşûrîyan yên bi navê ”lêvî” didane pêş, bi balafiran alî wan dikirin û soz didane aşûrîyan, ku ewê vegerine ser ”welatê xwe yê dîrokî” – Hekarîyê, ku di salên şerê hemcihanê yê yekemîn da mecbûr bûne ji wir mihacir bibin. Behs bela bûbû, ku Îngilîs dixweze di navbera Tirkîyê û Îranê ji bo aşûrîyan axeke ”bûfêrîyê” saz bike[15]. Lê ji van gotin û daxwazên Enqerê û Londonê tu tiştekî berbiçav derneket. Tevgera kurdan li Bakurê Îraqê ditemirî; xên ji wê, ne tenê kurdên Tirkîyê, lê herwiha yên Îraqê jî bi dijminayî berê xwe didane Tirkîyê û ne dixwestin avê berî aşê wê bidin. Bi hovîtî têkbirina serhildanên kurdan li Tirkîyê wisa kir, ku gelek serekên kurdên Îraqê berê xwe ji Enqerê guhastin û komîsyona Koma Miletan ya derheqa pirsa Mûsilê da eva yeka da ber çavan[16]. Piranîya nivîsên zanyarên Sovyetî, derheqa wê yekê da, ku London qet jî ne dixwest piştgirîya nasyonalîzma kurdan bike, ew li ku dibe bira bibe, herwiha li Tirkîyê jî, rast derneketin[17]. Di fikira îngilîsan da tunebû, ku pirsa aşûrîyan jî bilind bikin û ew pirs ji bo wan ne xem bû[18].

(dûmayîk piştî heftêyekê)

Riataza

[1] Gûrko-Kryajîn V. A. Rohilata erebîyê û împêrîyalîzm, rûpel 119. Di berhemeke xwe ya din da Gûrko-Kryajîn V. A. van taybetmendîyên pirsa Mûsilê destnîşan dike: a) neft; b) pirsa Mûsilê ya ereban û c) ”hema bêje ya diha giring” – ”pirsa kurdan ya bi Mûsilê va girêdayî, ku dikare alî avabûna dewleta wî miletî bike… û herwiha dikare wisa bibe, ku Îngilîs kurdan dijî Tirkîyê, û paşê jî dibe dijî Yekîtîya Sovyet bi kar bîne”. Aşûrî, xudanê berhemê di ser da zêde dike, yek ji pirsên ser dereca duduyan e di problêma Mûsilê da. Wek em dibînin, Gûrko-Kryajîn bi wê fikirê ra razî ye, ku di nav rohilatzanên Sovyet yên wê demê da hebû, lê ji binî va şaş bû (derheqa vê da emê li jêr bi îzbatîyan va bêjin), ku gerekê rola tevgera kurdan ya miletîyê bi serî xwe nebe. Paşê ew dinivîse, ku ”kurd heta niha aletê di destê çend dewletan da nin”, ji ber ku paşketî û h.w.d. Armanca hukumeta Brîtanîya Mezin, bi gotina wî, ew e, ku dewleteke bûfêrîyê saz bike bona gefan li Tirkîyê û Yekîtîya Sovyet bixwe (MJ. 1926, hejmar 1, rûpel 24, 35-37). Îzbatî ev fikir înkar dikin û red dikin.

[2] L`Asie française. 1925, cild 11-12, rûpel 10.

[3] Lêkolînerê alman Karl Hofman, ku mêla Îngilîs dikişand, di pirtûka xwe ya bi sernavê “Problêma neftê û împêrîyalîzma Îngilîs-saksonîyê” (L., 1930) dinivîse, ku di rastîyê da pirsgirêka Mûsilê di buhara sala 1925an da hatibû çareserkirin, lê ew çareserî hela di havîna sala 1924an da hatibû amadekirin: “Tirkîya di navbera çend salan da di nava dorgirtina dîplomatî da bû û nikaribû tu tiştî bike, nikaribû tifaqdareke xurt ya wisa ji xwe ra peyda bike, ku seba xatirê wê bi Brîtanîya Mezin ra bikete nava qal û cengê” (rûpel 392).

[4] Gûrko-Kryajîn V. A. Rohilata erebîyê û împêrîyalîzm, rûpel 119, 120, 142.

[5] Bronştêyn V. B., Rozênblyûm V. G. Dewrana neftê “Oil”. M.-L., 1936, rûpel 422.

[6] MJ. 1924, hejmar 2-3, rûpel 66.

[7] Binhêre: Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsa kurdan, rûpel 269-271.

[8] MJ. 1924, hejmar 2-3, rûpel 74; Wek ku K. Hofman nivîsîye, ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî ra pirsên wisa îdî ”ne giring in”, wek mandata Brîtanîyayê li Îraqê û ”sîyaseta Îngilîs di serhildana kurdan da” (Problêma neftê…, rûpel 363).

[9] Îrandûst. Şerê ji bo Mûsilê. – MJ. 1924, hejmar 4-5, rûpel 101.

[10] Fêdçênko A. F. Îraq di şerê ji bo serxwebûnê, rûpel 31.

[11] Îrandûst. Şerê ji bo Mûsilê, rûpel 101-102.

[12] Îrandûst. Rêyên çivane yên sîyaseta Îngilîs li Rohilata Nêzîk. – MJ. 1926, hejmar 4, rûpel 22. Lêyborîstan xeta împêrîyê ya di pirsa Mûsilê da rexne kirin. Gava K. Wîlyams dibêje daxwaza Îngilîs ew e, ku Mûsilê di bin hukumê me da bê parastin, ew ”xala sereke ye di sîyaseta sazkirina dewletên bûfêrîyê da”, û di nivîsa xwe da herwiha destnîşan dike, ku ”Mûsil warekî wisan e, ku meriv dikare hewil bide wê sîstêma dewletên bûfêrîyê di navbera Behra Sipî û Behra Hindistanê da careke din ava bike, ku berî şêr di sîyaseta me ya di hindava Rohilatê da hebû û ew di nav salên piştî şêr tam rûxîya, ji ber ku li Rohilata Navîn ruhê welatparêzîyê pêş ket û herwiha ji bo wê jî, ku desthilata Sovyet ya Rûsîyayê propaganda aqilane derbaz kir” (dîsa li wir, rûpel 24). Bi wê ra tevayî lêyborîstan bi xwe di dema serokatîya xwe ya demkurt li Brîtanîya Mezin di salên 20-30î yên sedsala 20an da hema bêje ew rexne qebûl kir, ku dema opozîsyon ser hukum da bû, li ser wê barîn.

[13] Îrandûst. Şerê ji bo Mûsilê, rûpel 103. Li konfêransa Stembolê Alî Fethî beg elam kir (5ê hezîranê, sala 1924an, roja dadana konfêransê): ”Tirkîya û dewleta komarîyê ye, ku ji tirkan pêk tê û hemû xwedî eynî mafî ne. 90 selefê binecîyên Mûsilê kurd û tirk in” (OM. 1924, hejmar 6).

[14] Îrandûst. Şer ji bo Mûsilê, rûpel 90, 104-106.

[15] Dîsa li wir, rûpel 90, 103.

[16] Arfa H. The Kurds, rûpel 38.

[17] Nimûneyeke din jî: ”Îngilîsan ji bo aramîya xwe xemxurî dibirin, ku serhildana kurdan ya ”miletîyê” dijî Tirkîyê di wextê da bibe”. Qiralîyeta kurdan ya ”bi serî xwe”, ku karmendên Îngilîs yên neftê xeyal dikirin, wê di berjewendîyên wan da be. Ewê rê vekira ber bi dagîrkarîya Îngilîs-Pershien li bakur” (Nivîsên navnetewî. – MJ. 1925, hejmar 2, rûpel 142).

[18] Binhêre: Matvêyêv K. P. (Bar-Mattay), Mar-Yuhanna Î. Î. Pirsa aşûrîyan, serê 4an; Matvêyêv K. P. Aşûrî û problêma aşûrîyan, serê 6an.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev