Kesadiya bazara kurdî

Kesadiya bazara kurdî

Welat Agirî

Nivîskarê Mem û Zînê, Ehmedê Xanî, di dawiya salên qirna 17an de qala kesadiya bazara kurdî dike. Dibêje xwedî û xwedanekê me nîn e, ger hebûya îlm û îzan, kitêb û dîwan, şiîr û xezelên me bê kes û bê biha nediman.

Pey re gilî û gazindên xwe didomîne û dibêje heke bazar kesad nebûya, alîkarekî me hebûya û qumaşê me jî pere bikira, em di rewşeke weha bê kemal û bê mecal de nediman.

Ger firsend û mecal hebûna, dê ji bo ziman û edebiyata kurdî çi bikira?

 

Ehmedê Xanî dibêje:

Min dê elema kelamê mewzûn

Alî bikira li banê gerdûn

Min ê alaya peyvên mewzûn daçikanda li ser bane gerdûnê

Bîna ve riha Melê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Min ê bianiya rihê Cizîrî û bi wî rihî sax bikira Eliyê Herîrî

Keyfek wê bida Feqîhê Teyran

Hetta bi ebed bimayî heyran

Wê dilşadiyek bida Feqîhê Teyran, dê bima ebedî heyran

 

 

Helbet Ehmedê Xanî di vê sedsalê de, ku nivîsandina bi kurdî gelekî kêm bû, Mem û Zîn, Eqîda Îmanê û Nûbara Biçûkan diyarî zimanê kurdî kir û bû yek ji nemirên edebiyata kurda. Wek di berhemê de behs dike, wateya nivîsandina kurdî dihat maneya bêderfetî, bêmecalî û bêpiştgirîyê.

Eger di wan bêderfetiyan de, ew eser hatibin nivîsandin, gelo xwedî û xwedanek hebûya rewşê çawa bûya?

Niha dixwazim vegerim roja me, yanî vê sedsala bîst û yekan. Ger mirov sedsala Xanî û ya bîst û yekan bîne hemberî hev, dê were dîtin ku ferqeke mezin di navbera wan de nîn e. Kesadiya bazara zimanê kurdî, îro jî dewam dike û yan qumaşê me pere nake yan jî gelekî erzan e.

Baş e! Ka em çawa dizanin qumaşê me erzan e yan jî pere nake?

Ger bazara me kesad nebûya, piraniya nivîskarên kurd, karê nivîsandinê wek şixulê duyem nedikirin. Ez gelek kesan dizanim ku rojê di înşaet û xwaringehan de dixebitin, himaltiyê dikin û şevê jî heke piçekî taqet mabe, serîkî didin zimanê bêxwedî û bêxwedan.

Di van şert û mercan de, heqê kesî nîn e, ku bêje çima di nav kurdan de wêjevanên wek Markus Zusak, Khaled Hosseini, Ihsan Oktay Anar, Orhan Pamuk, Kathryn Stockett, Patrich Rothfuss dernakevin.

Haa helbet, miletê kurd derbarî ziman, edebiyat û nivîskarên xwe de dikare qiyasan bi wêje û edebiyatên gelên din re bike, lêbelê ew roj ne îro ye.

Dema civata kurd bi fersend û mecalên aborî rê pêşiya nivîskarên xwe vekirin, ew ji karê înşaet, xwaringeh, şofêrtî û himaltiyê xilaskirin, nivîskariya wan ji karê duduyan derxistin û ew jî hewceyê karê duduyan nekirin, wê demê heqê wan heye hesêb bipirsin, qiyasan bikin. Ev alîkariya wan ya ji bo nivîskaran jî bi stendin û xwendina pirtûkan dibe.

Dîtina ku ez dibînim di nav ciwanên kurd de, her diçe xwînerên kurdî zêde dibin. Hêvîdar im, ku di siberojê de bi alîkariya bi van ciwanan, wê edebiyata kurdî jî di nav qada navnetewî de cihekî baş bigire.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev