Melayê Cizîrî – Mîrê Qelema Edebiyeta Kurdî ya sedsala 16an

Melayê Cizîrî – Mîrê Qelema Edebiyeta Kurdî ya sedsala 16an

Guhdarên hêja, guh bidine bernameya radyoya Riataza “Klasîkên me” derheqa jîyan û hizra Klasîkê kurd, şaîr û nivîskarekî gewre Melayê Cizîrî (z.1570 Cizîr – m. 1640 Cizîr). Di beşa pêşin a bernameyê de emê bi kurtî li ser jiyan û berhemên Melayê Cizîrî, herwiha di derbarê dewr û malbeta şaîrê mezin da rawestin. Melayê Cizîrî di dîroka Edebiyata Kurdî ya Klasîk de cîkî giring digire. Melayê Cizîrî an Şêx Ehmedê Mehmede Botî ji eşîra Bota ye.

Ew jî weka hemî zana û navdarên Kurdên wê demê, li malbateke oldar mezin dibe. Mamostê wî yê pêşîn bavê wî bûye. Dû ra li gelek deverên welat xwendina xwe berdewam kirîye. Amed, Cûlemêrg û Hesenkêyf ji van deveran in. Destûra meletîyê ji Amadê Mela Taha wergirtîye.



Berhema naskirî ya Melayê Cizîrî ”Dîwan” e, ku bingehê wê ji 114 helbestan pêk tê. Ji bilî “Dîwan”ê hinek helbestên Melayê Cizîrî bi “Dîwan”ê re hatine belav kirin.

Di derheqa sala jidayîkbûna Melayê Cizîrî de gelek dîrok hene. Mixabin rastîya dîroka ji dayîkbûna Melayê Cizîrî, kesên dîrokzan û nivîskar, nedîtine. Mijara here girîng ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolînvanan va nehatîye zanînê, ev jî babeta bernameyeke me ya taybet e.

Seydayê mezin bi gotina gotîyan dora sala 1570an li Cizîrê hatiye dinê.

Weke ku tê gotin, dora sala 1640an li Cizîre çûye li ser dilovaniya Xwedê.

Wî bi ra û hizrê xwe demek da vekirin. Di sedsala 16’an wan de, di dema wî da dema hizrê hemdem û nûjen bi Melayê Cizîrî ra li Kurdistanê tê afirandin.

Melayê Cizîrî di gel Klasîkên me yên mezin wek: Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran di rêza şaîrê hemdinyayê de jî cîyê xweyî layîq digire, efrandinên kîjana bûne durên enzelî di xezîna edebîyeta miletîyê da û yên ku berhemên giranbaha pêşkêşî civaka mirovatîyê kirine.

Milet tu caran qedrê qelema xwe winda nekirîye. Efrandinên şaîrê xwe bi qurne, bi zargotin xwey kirine.

Di dema xwe da Klasîkê mezin Melayê Cizîrî nav û hurmeteke wisa dest anîbû nava miletê kurd da, ku milet ew nav kiribû “Pêxemberê ser defterê” yan jî “Pêxemberê qelemê”.

Fermo, guhdarîya kompozîsîyona karwana şêr û kilamên li ser helbestên seydayê nemir Melayê Cizîrî sêwirandî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev