NAN Û NAVÊN WÎ YÊN CUDA

NAN Û NAVÊN WÎ YÊN CUDA

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Diyar e ku mêjûya nên pir kevn e. 9.000 sal B.Z nan li ser kevirên pehn hatiye çêkirin. Diyar e jî ku genim li wê axa ku îro jê re Kurdistan tê gotin ji qamîş hatiye bidestxistin. Piştre gelek tiştên ku nan jê çêdibe, hatine dîtin weke cedasî, gilgil/garis, lazût û hwd. Hin tiştên ku nan ji sîsik û dendikên wan jî çêdibe hatine dîtin.
Ji ber ku dîroka genim û nan gelek kevn e û pir jî têkel e, em zêde nakevin navê.
Lê di van dused salên dawiyê de navê hin texlîtên nan ku li Kurdistanê tê bikaranîn, li gor lêkolîn û dîtina min, dê li virê pêşkêşê xwedevanên hêja bikim:

. NANÊ TENÛRÊ
. NANÊ SÊLÊ
. NANÊ ŞIKEVA
. NANÊ KILOR
. NANÊ KEVIR
. NANÊ KADE
. NANÊ HIŞK
. NANÊ ÇOREK
. NANÊ LEWAŞ

Piraniya nanê bi van navên cuda, ji arvanê genim çêdibe. Lê li gelek herêmên Kurdistanê nanê ceh, nanê garis û gilgil, nanê lazût û hwd jî hene.

. NANÊ TENÛRÊ: Kurd rojane nanê xwe berêvarkî li tenûrê dixin. Ji vî nanî re heta su-sê saetan NANÊ GERM tê gotin. Lê dema şev û rojek di ser re derbas dibe, jê re NANÊ TISÎ û NANÊ SAR tê gotin. Ev nan an bi şorbê re tê xwarin, an jî nayê xwarin lê didin çêlekên şîr.
Nanê tenûrê di kûpekî ku ji şivan çêbûye de tê parastin.

. NANÊ SÊLÊ: Ev nan ji arvanê genim, bê hevîrtirş û bi rûnê tewaş tê çêkirin. Ji arvanê genim û hevîrê nerm li ser sêlê çêdibe. Sê-çar qat hevîrê pehn û rûnkirî li hevûdu tê têrgerandin û li ser sêlê herdu alî tê pijandin.
Nanê sêlê bi piranî ji bo xwarina taştê tê çêkirin.
Herweha kesên weke koçeran û gerokeyên dî, hertim nanê sêlê dixwun.

. NANÊ ŞIKEVA: Ew nan e ku hevîrtişt nakeve navê, çi li tenûrê yan li ser sêlê bête çêkirin, navê xwe her ev e û xwarina wî jî pir xweş e.

. NANÊ KILOR: Ew nan e ku di nava koza êgir de wek şikeva tê çêkirin û germagerm jî tê xwarin. Bi piranî ev nan kesên rêwî, şivan û aşvanî ji xwe re çêdikin.

. NANÊ KEVIR: Agirê êzingan li ser kevirekî pehn an sellekî tê dadan û hevîrê ku hatiye pehnkirin datînin serê. Gelek car ev nan jî şikeva çêdibe.

. NANÊ KADE: Ev nanê mêjûyî ji arvanê genim çêdibe û MIRTÛXE di navê de ye. Wek lengeriyeke mezin û qalind tê hazirkirin û dixin nava agirê tenûrê. Dema dipije, derdixin û ji ariya tenûrê dimalin û bi piranî di taştiya sibehê de bi çayê re tê xwarin.
Ev nan bi hevtiyan tê parastin, xasma jî li herêmên Kurdistanê yên sar zêde tê çêkirin, li herêma Serhedê zêde tê bikaranîn.

. NANÊ HIŞK: Jê re NANÊ QELANDÎ jî tê gotin. Ev cûre nan jî, ji arvanê genim çêdibe û li tenûrê dikeve, agirê tenûrê hindik e û pê ve rojekê dimîne. Ev nan bi mehan tê parastin. Dema meriv dixe nava avê, pir zû nerm dibe.

. NANÊ ÇOREK: Ji arvanê genim çêdibe û di şûna avê de şîr tê bikaranîn. Nan bi formeke piçûk e, kuncî an hevsudand li ruyê wî dikeve û weke nanê hişk bi tenûrê ve zêde dimîne û hişk dibe.
Dema yek diçe rêwîtiyekê, jê re çorek çêdikin. Berê kesên ku diçûn leşkeriyê jî, ji wan re çorek çêdikirin.

. NANÊ LEWAŞ: Ev nan ji arvanê genim çêdibe û li tenûrê dikeve, gelek tenik û ber e, xwarina wî jî pir xweş e. Zêde li herêma Serhedê çêdibe.

Ji van navên ku li jorê hatin gotin zêdetir, di van dused salên dawîn de jî gelek navên nan ên cuda derketine holê. Herweha ji navan jî zêdetir, hin cure nan hene tiştê wek kuncî, hevsudandk (reşreşk), dendikên cuda ku li ruyê nên dikevin, navê xwe jî cuda çêdibe.

Ev babeta navên nên, pir fireh û dewlemend e, hêja ye ku pirtûkek li serê bête amadekirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev