120`MîN SALVEGERA ROJNAMEYA “KURDISTAN” PÎROZ BE!!!

120`MîN SALVEGERA ROJNAMEYA “KURDISTAN” PÎROZ BE!!!

Guhdaren delel, roja 22 Nîsanê salvegera rojnamegeriya Kurdî tê pîroz kirin!!!

Rojnamegeriya kurdî bi rojnameya “Kurdistan” dest pê kir.

Rojnamegeriya kurdî 120 sal berê li sirgûniyê di 22’e nîsana 1898’an de li paytextê Misrê li Qahîrê bi navê rojname ‘Kurdistan’ dest pê kir ,ya kuji aliyê Miqdad Mîdhat Bedirxan ve hate derxistin.Yekemîn rojnameya kurdî bû , ku 31 hejmar hate çapkirin û piştra hate girtin.Hejmarên 1-ê heta 5-ê li Qahîreyê, ji 6-ê heta 19-ê li bajarê Ceneveya Swîsreyê, ji 20-an heta 23-êyan li Qahîreyê, hejmara 24-ê li Londonê, ji 25-ê heta 29-ê li başûrê Îngilistanê û hejmarên 30-ê û 31-ê dîsa li Ceneveyê hatiye çapkirin û weşandin.



Piştî Mîdhed Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13-ê nîsana 1909-ê de rojnameya “Kurdistan”ê ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hate girtin.
Îro li hemû deverên Kurdistanê bi çalakiyên cuda cuda û bi naverok ev roj wek roja rojnemegeriya Kurdî tê pîroz kirin. Ya herî bi naverok jî ev roj ji sala 1967 an va wekî destpêka rojnemegeriya Kurdî hatiye qebûl kirin û her wiha bi vî awayî jî tê pîroz kirin.

Li Kurdistana Azad cejna rojnemevanan Li Hewlêr, Kerkuk, Silêmanî û Dihokê, her wiha li hemî devêrên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê jî ev roj bi gelek çalakiyên cuda tê pîroz kirin.

Her çende îro bi sedan rojnameyên Kurdî û televizyon û radyo û malperên elektronî hene, baweriya me heye û em hêvîdarin ku ev bîranîn bibe sedema pêşxistina rojnamevaniya Kurdistanê.

Em jî, rojnamavanê malpera Ria taza, hemû rojnamagerên kurd bi vê salvegera giranbiha pîroz dikim û her wiha serkaniya rewşenbîriya Kurdan Bedirxaniyan jî bi vê bûyara giring careke din bi bîr tînin…

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev