Angorî çavkaniyeke fransî (1898): Rojnameya “Kurdistan”

Angorî çavkaniyeke fransî (1898): Rojnameya “Kurdistan”

Rohat Alakom, nivîskar/lêkolîner

Rojnameya Kurdistan ku cara pêşîn roja 22/4 1898an de li paytextê Misirê, Kahîreyê derketiye îsal 120 saliya xwe tijî dike. Qasî 31 hejmarên wê hatine weşandin. Heta niha ji der hejmarekê (hejmara 19) hemû hejmarên din hatine dîtin. Kurd bi çar çavan niha hêviya peydabûna vê hejmara 19an in! Roja 22 Nîsanê (Avrêl) ev çend sal in di nav kurdan de wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîroz kirin. Îsal 120 saliya Rojnamegeriya Kurdî tijî dibe. Dema sala 1898an rojnameya Kurdistan derketiye li Fransayê di kovarekê de (Revue des Revues) nivîseke balkêş di derbarê derketina Kurdistan de hatiye weşandin. Ev nivîs ev çend sal in di arşîva min de wisa mabû û her li rûyê min dinêrî. Vê carê min nivîs ji hevalê xwe nivîskar Fawaz Husên re şand ku li Fransayê dimîne bona vê nivîsê wergerîne kurdî. Li jêr tekstê wergerê û orjînalê wê jî cîh girtine. Kovara fransî ev nivîsa kurt wek analîz bi nav kiriye. Di vê nivîsa bi navê Rojnameyên kurd û araniwidan de cîhekî fireh ji Kurdistanê re ji hatiye veqatandin. Kesê ku ev nivîs amade kiriye di destpêka nivîsa xwe de derxistina rojnameya Kurdistanê wek bûyereke mezin dibîne. Ji ber ku heta wê demê kurd ji aliyê biyaniyan de wek kesine hov û nezan dihatin nasîn. Nivîs bi vê dîtinê dest pê dike: “Va ye tiştekî ku dê kesên ku kurdan weke neteweyekî hemû nexwende û hov dibînin matmayî bike, ecêbmayî bihêle”. Bi rastî derketina Kurdistanê gelek kes û hêz ecêbmayî hiştine. Rojnameya Kurdistanê wê demê rûmet û qedrê kurdan li cîhanê yekcar bilind kiriye, di nav kurdan de bûye bayîsê şabûneke mezin. Haya kurdan bi saya vê organê ne tenê ji nûçeyên cîhanê çêbûye herwiha kurdan hebûna xwe jî keşf kirine. Di avakarina neteweyan de giringiya rola weşanên perîyodîk (rojname, kovar, salname) bi saya derketina rojnameya Kurdistan derkete holê. Rojnameya Kurdistanê bi destê lawê Bedirxan Paşayê Mezin, Miqdad Midhet de derket. Vî lawê kurd sûr û serma, tarîya zivistanê li pey xwe hiştiye, bi kelecaneke mezin berê xwe daye Misirê û di orta bahareke xweş de rojnameya xwe derxistiye. Ev nivîsa fransî vê hewldayîna Miqdad Midhet bi zimanekî romantîk wiha tîne zimên: “Ew vê zivistanê ji Stembolê (Konstantînopolîs) li ser pişta keştiyeke îtalyayî reviya û wî li Qahîreyê hejmara pêşîn a “Kurdistan”a xwe derxist”. Di dawiya nivîsê de em herwiha dibînin ku Miqdad Midhet wê demê pirsa neteweya kurdî derxıstıye pêş. Nivîs nîşan dide ku di heman demê de tevgerên neteweperestên arnawid jî bilind bûne. Ev analîza ku di kovareke fransî de 120 salan berê derketiye wek dokumenteke pêşîn dikare bê hesibîn ku rojnameya Kurdistanê dide nasîn.

Rojnameyên kurd û arnawidan[1]

Wergêr: Fawaz Husên 

Kurdistan: Peryodîkeke kurdî! Va ye tiştekî ku dê kesên ku kurdan weke neteweyekî hemû nexwende û hov dibînin matmayî bike, ecêbmayî bihêle, kesên ku kurdan tenê layiq dibînin ku celadên kedî û sernerm bidin Sultan da ku ew ermenên ne çekdar serjêbike. Kurd, bi rastî, ji eşîran pêk tên, eşîrên bê alfebe û weke edebiyat tenê hin stranên wan ên neteweyî hene, hin li ser şeran û yên din li ser evînê û li ser tinazî û devavtinê ne. Peryodîka bi navê “Kurdistan” bi tîpên erebî û bi zimanê kurdî çap dibe. Kurdî jî, jixwe, zimanekî nîvê wî ermenî ye, nîvê din farisî. Ev rojname ji ber kesatiya sazker û xwedanê xwe balkêş e. Miqdad Midhet bixwe lawê mîrê kurd Berdirxan e, mîrê ku bi dirêjahiya şeş salan li Asyaya-Piçûk (Nîvgrava Anatoliyê) rola “Aliyê ji Tébélen” (Paşayekî arnawid ku li hemberî osmaniyan serî hildaye) lîst. Ew hîna li wê derê xwedî rûmet e û weke “pîr”ekî, mirovekî pîroz tê nasîn. Omer Paşa, komendanê hêzên tirk bixwe li çiyayên Rawendûzê û piştî şerekî dirêj zora Bedirxan bir. Mîr Miqdad Midhet li girava Gîritê hate dinê, li cihê ku bavê wî di zindanê de bû. Ew zimanê fransî tam dizane. Ew vê zivistanê ji Stembolê (Konstantînopolîs) li ser pişta keştiyeke îtalyayî reviya û wî li Qahîreyê hejmara pêşîn a “Kurdistan”a xwe derxist. Ew tê de yekitî û kevnahiya nijadê kurd berbiçav dike û li angorî wî, divê ev nijad herdem li Asyaya-Piçûk weke neteweyekî sedî sed ji kok û reha tirkan cihê bê nasîn û bimîne. Ew bi dilekî germ ji hemwelatiyên xwe dixwaze ku dev ji edetên xwe yên hov berdin û dest bi hînbûna huner, pîşe û zanistiyan bikin. De ka em jî hêvî bikin ku ew guh bidin vê daxwazê! Tiştê balkêş ew e ku tam di wê dema ku lawê Bedirxan pirsa neteweya kurdî dide pêş, yek ji malbata qehremanekî mezin, markîs (nîşana esilzadetiyê) Castriotti de Scanderberg, ji Napoliyê, ji cihê ku lê dimîne, daxwazek wisa ji hemû arnawidan (alban) re dişîne û ji wan dixwaze ku xwe di rêxistinekê de bikin yek da ku nîrê pîs yê tirkan bihejînin. Ev çend sal in ku ji mêj ve rojnameya l’Etendard albanais ango “Ala arnawidî” ku li Îtalyayê derdikeve xwe ji can û dil dide vê doza pîroz a serxwebûnê. Di kêmî sedsalî de, me dît li Tirkiyê, li vê goristana mezin a neteweyan, çawan niştimanên ciwan û dilêr weke Yunanîstan, Romaniya, Bulgarîstan, Serbîstan dîsa vejiyan. Va ye li ber çavên me ye ku qiralîtiya Mînosê ji nûve saz dibe. Çi ne bûyêrên din, surprîzên geş ku sedsala bîstan ji me re amade dike? Gelo em ê bi çavên xwe bibînin, weke di dema parvekirina Rojhilatê li ser destê Xaçhilgiran de, çawan mîrîtiyên Ermenistanê, Antakya, Rihayê (Edessa), Salonikê, Izmîrê vejîn? Ey mîrên Elmanyayê û dûndeyên pir ên Xiristiyanê kal, gelek text û erş li Tirkiyê ji we re hene!

 

(Revue des Revues, volume XXVI, 1898, rûp. 124)

Riataza

[1] Sernivîsa vê nûçeyê bi fransî wiha ye: Revues Kurdes et Albanaises. Peyva revue îro di zimanê fransî de bona kovaran tê bi kar anîn. Ji rojnameyan re journal dibêjin. Ji ber vê yekê me jî sernivîsa vê nûçeyê wek Rojnameyên kurd û arnawidan wergerande kurdî. Mimkûn e di van salên berê de peyva revue bona hemû weşanên perîyodîk (rojname û kovar) hatiye bi kar anîn yan jî amadekarê vê nûçeyê ev organ wisa navandiye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev