Ekolek Neoklasîk: Kanîya Pêncçavî

Ekolek Neoklasîk: Kanîya Pêncçavî

Xwendevanên hêja!

Wek ku hûn zanin, malpera me beşeke edebî ya nû vekirîye bi sernavê ”Kanîya pêncçavî” û di bin wî navî da her roja şemîyê emê berhemên 5 helbestvanên kurd yên genc biweşînin.

Îro helandar û hezkirîyê vê koma pênc kesan, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn gotareke delal ser wan û berhemên çend kesên ji wan nivîsîye. Kêfa me gelek jê hat, bi hêvîya ku kêfa we jî pê bê.

 

Mela Mihyedîn, nivîskar/lêkolîner

Ekolek nû li wêjeyê zêde dibe, ev ekol dê demek nêz de wekî heyva çardeşevî li ezmanê wêjeya kurdî dê biçirise.

Ev komek nû ye û ji pênc kesan pêk tê, lewma navê komê “Kanîya Pêncçavî” ye. Ji alîyê helbestvan û hozan Hasan Canalîyî ve ev nav li komê hatîye kirin. Endamên komê ev kes in: Qasim Xelîlî, Tahir Dinarî, Soran Amed, Memê Miksî û Arif Selçuk. Vê demê endamekî din jî li komê zêde bûyê û ew jî Şervan Azad e.

Kanîya Pêncçavî komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe.

Endamên komê di hemû helbestên xwe de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne. Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Eynî mîna danberhevên wêjeya klasîk yên wekî Mela Cizîrî û Feqîyê Teyran an jî yên Mela Beşîrê Bedewî û Mela Nezîrê Bedewî; danberhevên vê komê jî ji wan danberhevan kêmtir nîn in.

Roj bi roj dê werin nasîn û danberhevên wan jî wekî şebçiraxekî dê di wêjeya kurdî de ronîdar bin.

Wekî van xweşcamêran min jî dil daye wêjeya klasîk; di her dersa xwe de û li her derî heta ji min tê ez behsê wê dikim û pesnê wê didim. Baş e ku ez leqayî vê komê bûm û lêqayî kek Qasim Xelîlî hatime. Bi saya wan û helbestên wan carek din meriv noqî deryay sembolîzmê dibe.

Di her wêjeya netewan de nîqaşek mezin derdikeve meydanê û ew nîqaş jî li ser berhemên klasîk û li ser berhemên nûjen in. Her nivîskar û helbestvan xwe dixe rêça yekî ji wana û li gorî qaîdeyên wana berhemên xwe tînin wicûdê. Wêjeya me jî ji klasîkan berê xwe dabû nûjenîyê û di nava wan de ekolek neoklasîk xwe da der.

Wêje di nava xwe de dibe sê cure; wêjeya devkî (folklor), wêjeya klasîk û wêjeya nûjen. Li gorî fikrê min folklor çavkanî û wêjeya herî xurt e û her wêje kêm an jî zêde nesîbê xwe ji vê zeryayê werdigire. Di çavên min de folklor ji bo dewlemendîya xwe miqabilî zeryayê tê, wêjeya klasîk jî miqabilî deryayê tê û wêjeya nûjen jî miqabilî gol û çeman tê. Ji alîyê dewlemendîyê ve a herî dewlemend folklor e û pişt re wêjeya klasîk e û piştî wana jî wêjeya nûjen tê.

Di wêjeya klasîk te vegotinek sembolîk heye û eynî mîna neynikê ye. Di hundirê meriv de çi hebe gava meriv wê helbestê bixwîne ew jî li gorî rewşa me diguhere. Ya ku klasîkan dike nemir ev vegotina sembolîk bi xwe ye. Dilê meriv pê xweş û gîyanê meriv pê rehet dibe.

Mirovên me yên îroyîn ji ber hênceta zor û zehmetîya zimanê klasîkan newerin xwe têkilî wan bikin. Lê ev yek têne hênceta tirala ye û yê nexwazê  herdem dikare ji xwe re hênceta bibîne.

Famkirina klasîkan pir rehet e û reçeta wê jî sed peyvên kevnare ne. Kesê ku van sed peyvan hîn bibe dikare bi rehetî ji klasîkan tamek bê buha bistîne. Kesê ku carekê li tama wê nerî carek din nikare dev jê berde.

De ka kermekin Ey xwînerên ezîz, xwe ji klasîkan mehrûm nekin û xwe ji helbestên Kanîya Pêncçavî mehrûm nekin.

 

Ev helbesta wan jî manîfestoya komê ye:

 

KLASÎK IM

 

Na li xwe hûn nanihin bêjin me nîne ehliyet

Û j’me nayê em bi pîvan rêz bikin du rêz û xet

 

Lê bi ser de d’pinihin şi’ra kilasîk cûbir in

Şaxê sedsalan im ez qurm im û hûn kurm û vir in

 

Ravekên sergêj û tewşo kirne tevşo hûr dikin

Me j’Herîrî û ji Uryan şi’r û Xanî dûr dikin

 

Kon vedaye meyz li “berbanga” we ji bêxîretî

Girtiyê serbestiyê ne halê we hetîketî

(Qasimê Xelîlî)

 

Devdirêj in, têrbiwêj in, napêjin hûn xav in hew

Hem piraxa felişî lê pozbilind nadan in lew

 

Wêjevanên Ewrupî bê dane we çi heyhedan

We j’Melê meydan divê b’du rêzikê pûç hey nezan

 

Ma çi ye “singa şevê” bes bo mi çavê dilberê

Dev ji êşan berde û ka wer tu rûne l’hemberê

 

Tu bi neftê arî pê xe risteyên tev pûç û boş

Wer ji dest ebrûkevanê badeya eşqê binoş

(Memê Miksî)

 

Ya veşartî we di dil de ew nabê deng û ekol

Hûn wusa bûn ta Cizîrî dikir gazin ji Mexol

 

Ez ji haveynê welêt im ji çiya û vê xakê

Divê bêjim ne wek we ez zimanê vê civakê

 

Pê dizanin canfedayê li dij bindest û dîlî

Xaçepirsa şiîra we heyf jê nayê tu hilî

 

Cedwelê rêzên we zanim ne hêjayî huner in

Ser bextê Dînarî hûn tev bê zirav û ceger in

(Tahir Dînarî)

 

Dîlok, Stembol, Qonya

 

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev