GER TIŞTÊN EZ BIBÊJIM HEBIN

GER TIŞTÊN EZ BIBÊJIM HEBIN

Husên Duzen, nivîskar

Van rojan gelek caran ji min tê pirsîn, bê seba çi ez nanivîsim. Kêliya ez dibêjim min berê jî nedinivîsî, bersîva yekser li min vedigere, kemzêde ev e: “Belê, belê, te gelek caran tiştên dihatin xwendin nivîsîn.” Ez neçar dimînim ku ez gotinên xwe zelaltir bibêjim: Ger tiştên ez bibêjim hebin, ez dinivîsim.

Bi rastî jî ger tiştekî mirov bibêje tune be, mirov nenivîse xêrtir e.

Ji bo daxwaza serxwebûna Kurdistanê gelek gotinên mirov bigota hebûn. Min hinek ji wan gotin, gelek gotinên ku hîn bên gotin hene; babet bi dawî nebûye. Babeta man û nemanê ye, ya serbilindahî û serpêliyê ye, babeta dewleta Kurdistanê!

Dema êrişên hêzên biyanî hatin ser Efrînê, sê gotinên min hebûn: Şermezarkirina êrişan, diyarkirina avêtina dilê min a li gel şerwanên li dijî êrîşan û peyva sisiyan ku min tenê dikarîbû bi dengekî nizim bigota, lê min got: Heta ji we bê xwîna keç û xortên ku xwe sipartine we kêm bidin rijandin, carina kêmxwînrijandin jî serkeftin e. Ji van peyvan pê ve tunebûn tiştên ez bibêjim…

Van rojan bahsa helbijartinên Tirkiyê dibe. Ne li ser vê babetê, lê li ser rabûna kelecana hin kurdan a ji bo vê bûyerê çend gotinên min hene. Ew jî bi demê re dikarin bên gotin.

Berî wê divê bûyera Kayûman bê gotin, destdanîna dewletê ya ser şeredarîyên ku kurdan bi destxistibûn, û bêdengiya ku tê wateya pejirandinê. Ji kirinên dewletê bêtir dê gotinên min di derbarê helwest û derûniya Kurdan de bana. Hûnê bibêjin seba çi ne şermezarkirina kirinên dewletê? Belê ew jî, lê bê gotinên ku li ser xendeqan hatin gotin bên famkirin, pêwist e em têkçûnên xwe tenê bi helwesta dewletê şirove bikin?

Belê, min ê karîba çend peyv li ser pirhejmara partîkokên me yî bakur bigota. Belkî bêyî wan gotinan jî dibe, ji ber min berî bi sê çar salan li ser pirhejmara partîkokên rojavayê welêt çend gotin gotibûn.

Hûnê bibêjin birastî jî gotinên te yî tu bibêjî li ser babetên din tune ne?

Hûn rastiyê bixwazin, hene. Wek mînak mirov dikarîbû çend gotin li ser dana Xelata Ehmedê Xanê bigota, yan jî çewtiyên zimên ên ku vê dema dawiyê bi destê naşiyên kurdan seranserî Kurdistana mezin di weşanên kurdan de dibin.

De ez serê we vê roja xweş zehf neêşînim. Bi hêviya ku roja we bi ro û ronî be…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev