Ji ŕȇzenivîsȇn “Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd”

Ji ŕȇzenivîsȇn “Ȇzdîtî û dîŕoka gelȇ kurd”

ḰASA ȆZDÎDȆ SOR yanê Avcehxaneya here kevnare ya cîhanê di Kurdistanê da

Torinê Torinî, lêkolîner

Gor zanyarȇ navdar Ҫerkezȇ Ŕeş navȇ Ȇzdîd ji navȇ Yazadȇn kevnare yȇn ne ku dȇw, lȇ qenc – pak, ku bi xweŕa ŕonahîyȇ tînin, tȇ. Lȇ peyva ,,sor,, agir, tev dîhar dike. Ji wana usa jî navȇ A hûr a Mazda – Yazaddad pȇşda hatîye (1). Heman gotarȇ da zanyar usa jî li ser ewȇ nȇŕînȇ ye, ku navlȇkirina ,,dasinî,, ne ku ji tȇrmîna ,,daȇvayasna,, (ҫawa ku hinek kes bi dûrnedîtî ŕaber dikin), lȇ ji ya ,,maz dayasna,, tȇ. Zaneyȇ ȇtnografîyayȇ û zargotinȇ Emînȇ Evdal jî dinvîse: ,,Bal ȇzdîyan dȇwȇn ejdaha jî ruhȇn neqenc bûn, … yȇn ku ne gelekî bi aqil in, hela di ser da jî xişîm û nezan in…,, (2).

Gor mîtologîya ȇzdîtîyȇ berȇ, ,,gava nifiŕ nifiŕ bûn, dua jî dua bûn,,, ṫextȇ Xwedȇ, Ȇzdîdȇ Sor ṫevî Mȇr – Xwedawendan li ser erdȇ, li ŕex merivan bûne. ,,Gorî bawerîyȇn kurdan Ȇzdîd pȇşî li ser dinyayȇ serokatî kirîye, lȇ paşȇ wek ku Zews bal yûnanan, hilfiryaye ezmanan û serokatî li cîhanȇ kirîye,, (3).

Ev bawerîya ȇzdîtîyȇ ji ewan dewrȇn kevnar tȇ, gava misirîyȇn kevnare jî bawer kirine, ku destpȇkȇ da Mȇr – Xwedawend li ser erdȇ mane, û ew dem ,,Dema zȇŕîn,, nav kirine, gava sûmeryan jî bawer kirine, ku Mȇr – Xwedawend li ser heҫe – kotȇn ҫîyan li hev civyane – cemaya xwe pȇk anîne. Û ew ҫîyayȇn pîroz hema yȇn Kurdistanȇ bûne (4). Gava Zîûsûdra (Nuh Nevî) yȇ ji tofanȇ filitî li ser van ҫîyan qurban da, Xwedayȇn li vira hȇwirî bîn hildan û dor qurban – gorîdayî civyan. Evan ҫîyayȇn Kurdistanȇ ,,herŕo hilatin û avabûna ŕoyȇ nav xwe da xwey dikin,,(5). Aratta – Kurdistan a evan ҫîyan alîyȇ sûmerîyan va ,,Welatȇ xwedîyȇ kanonȇn pîroz,, hatîye navkirinȇ (6). Û piştovanȇ wî welatȇ ,,kûr,, – ҫîyayî, li ḱu ,,Dinya Axretȇ,, ya pȇşîyȇn sûmerîyan e jî Dûmûzî – Taûs bû ( 7).

Awa, gor mîtologîya ȇzdîtîyȇ Ȇzdîdȇ Sor û Mȇr – Xwedawend, wek Xwedayȇn sûmerîyan ȇn li ser ҫîyayȇn Kurdistanȇ, li ser erdȇ bûne û pȇ ḱasa şîra ji tirîyȇn Mȇwa dua li hev kirine, ḱetine nav sohbetan û biryar dane. (Derbarȇ ,,Toq – Sûra Ȇzdîd,,, ,,Hola Ȇzdîd,, da min gotarȇn ,,Şîvînî: – Mȇrȇ Sivȇ,,, ,,Bircȇn Misirȇ ҫȇkerȇn Kurdistanȇ ҫȇkirine,, û yȇn din da nivîsîye).

Zanyarȇ ermenî S. Ûmaŕyan dinvîse, ku bi zimanȇ ḱasîtȇn steyrparȇz peyva ,,ḱas,, steyr daye ḱivşȇ. Awa ,,ḱas,, pîrozîyȇ dîhar dike (8). Gor ȇzdîtîya îroyîn – ,,ḱas ulmȇ Xwedȇ ye,,. Ji sȇ herf – kanonȇn ŕiḱnȇ yȇn ȇzdîtîyȇ ya derbarȇ derneḱetina dij ŕehma Xwedȇ û kanonȇn Erşȇ Ezmîn da hema ,,Ḱas a zȇŕîn,, tȇ navkirinȇ. Gûdȇa yȇ kûtî – kurd, ku padîşatî li Sûmerȇ û Kûtîûmȇ kirîye, wȇneyan da ḱasa pîroz destȇ xwe da girtîye. Ji wȇ ḱasȇ ҫemȇn Dicle û Ferat tȇne der. Niha jî ocax – malȇn mag – micȇwirîyȇn ȇzdî da Ṫasȇn pîroz – ,,Ṫasȇn Zer,, yȇn ,,ezmanî,, tȇne xweykirinȇ û pȇ wana sond tȇ xwarinȇ, ҫawa ku destana ,,Ȇnmȇrḱar û serekmagȇ Arattayȇ,, da Ȇnmȇrḱarȇ ji Sûmerȇ pey ji Arattayȇ stendina besa dilşayîyȇ ŕa bo eḱinȇ adan sivȇ zû, gava Ŕoyȇ şemala xwe ŕaxistîye li ser palȇn ҫîyan, ŕîtûal – ŕȇ û ŕizma duakirinȇ ya pȇ Ṫasan pȇk anîye:

Paşȇ ṫas danî li kȇlȇ,

Ṫasȇn ҫûk li ser hȇşnayîyȇ,

Û navbera wan ŕa lawȇ Ûtû *

Gav da bȇ deng, hat û ҫû.

Ḱasa jîyanȇ sîmvola bijîşktîyȇ da jî hatîye bi ḱar anînȇ. Gor ȇzdîtîyȇ merivȇ pȇşin (cem sûmerîyan – Lûlû, bi kurdî Lolo – Oro/ Lȇlȇ – Ȇrȇ) pey ḱas ser da kirinȇ da giyandar bûye – giyan di qalib – govde da hȇwirîye. Sûmerîyan mirîyȇn xwe ḱasa şeravȇ – ava jîyanȇ di destan da li ser lȇvȇn devan girtî binax kirine (9). Gor X. Abovyan ȇzdî şeravȇ ne ku wek hemû gelȇn dinȇ bo serxweşbûnȇ û ḱȇfȇ, lȇ wek pîrozî bi ḱar tînin. Ew bi herdu destan ḱasa ** şeravȇ digirin, usa vedixwin, ku ҫilkek şerav a pîroz û dua lȇ kirî jî neŕije (10). Niha jî ȇzdî şîn û şayan da pȇ ,,ḱasa tirîyȇn mȇwa, Eyneta wȇ eyneta dȇwa, Meriv vedixun, xafil diҫin pȇva,, (11) bi eşqî Mȇrȇn Dîwana Xwedȇ, û wek wana, duayȇn here merivhizîyȇ û cînarhizîyȇ dikin, şîretan didin, kirȇn pak dişȇkirînin, daxwaz, nȇt – meremȇn xwe bo paşeŕojȇ dîhar dikin. Şerava dua lȇkirî hȇ ȇnȇrgîa qenc va tȇ dagirtinȇ. Her gotineke li ser ḱasȇ jî dibe dersek, dibe dibistanek….

Qewl – gotin, beyt – serhatîyȇn ȇzdîtîyȇ tînine zimȇn:

Cîk li buhuştȇ xweştir hebû,

Ḱas û badî yȇ me bûn,

Ferdo cîyȇ Sulṫan Ȇzdîdȇ xwe bûm.

(Qewlȇ ,,Xafilȇ Bȇnasîn,,) (12)

Ewe ḱasa mi da,

Dabû destȇ babil û hinda,

Serhaba, biramo, ya mi da.

(Qewlȇ ,,Bav Beḱirȇ Omera,,)

Gelo bingehȇn van gotinan yȇn dîŕokî hene?

Tirî mȇwake erdnîgarîya Kurdistanȇ û dor – berȇ wȇye. Mîtanî û ûrartûyȇn kal – bavȇn ȇzdîyan bi sedan salan berî pȇşdahatina bawerîya ,,nan û şerav,, (,,goşt û xwîna Îsa,,) yȇn xaҫparȇzîyȇ şerav vexwarineke pîroz dîtine, bona xȇr û gorî – qurban dayînȇ bi ḱar anîne. Sîtilȇn pîroz ȇn ûrartûyan bona xȇran, şeravȇ hebûne. Şerava Ûrartûyȇ ya giranbaha birine Sûmerȇ û Misirȇ. Gor lȇḱolînerȇ kurd – Letîfȇ Bŕûkî cȇŕȇ ku tȇ da bermaîya şerava kevn hatîye dîtinȇ, yȇ qesra Aratta yȇ 7500 salî ye (13). Lȇ evan dawîyan bi saya analîzȇn laboratorîya zankoya tȇxnîkîyȇ ya Myûnxȇnȇ hatîye dîharkirinȇ, ku bermayî – terta avceha here kevnare di ḱuŕnȇn 150 – 160 lîtrȇ yȇn li pîrozgeha li ŕex mezelȇ ȇzdîyan ya Xirbe ŔEŞKȇ (Gyobȇklî tȇpȇ ) ya 12.000 salî hatîye dîtinȇ. Oksalat a kalsîûm (CaC2O4.H2O) ya li vira dîtî ji hevsûtina ceh (genim) û avȇ peyda bûye. Dor – berȇ evȇ zîyaretgeha here kevnare hema protowelatȇ çandina ceh û genim e – qulҫekî buhuşta li ser erdȇ ye. Gor zanyarȇ ermenî – A. Varpȇtyan li vira hȇşnayîyȇn cuda – cuda jî li avcehȇ hatine zȇdekirinȇ, û ev ҫanda bingeha ,,Homa,, ya zeredeştîyan û ,,Soma,, ya hindîyan e (14). A lema jî Qewl – Beyṫȇn ȇzdîtîyȇ dibȇjin:

,,Ewe ḱasa mi da,

Dabû destȇ babil û hinda,,

Belȇ, heta zanyarȇn biyanî jî, mînanî Qewl – Beyṫȇn ȇzdîtîyȇ, dibȇjin ,,Cîk ji buhuştȇ xweştir hebû,, û ew cî hema Kurdistan bû, şaristanî, usa jî ,,Soma,, ya hindîyan ji vira herikîne – ҫûne. Lȇ hinek sofîyȇn nû peyda bûyî ȇzdîyan û ȇzdîtîyȇ, wekî wisane usa jî ,,Ḱasa Ȇzdîdȇ Sor,,, tevî ҫiradankȇn sexte ji Hindistanȇ tînin û ne dîhare ew welat, dîŕok, şaristanîya kal – bavȇn ȇzdîyan bo ḱîjan ḱoҫberȇn hatî vala dikin… (15).

Nivîsarnasî:

*Sûmerîyan Royȇ ŕa ,,Ûtû,, gotine, binelîyȇn fȇza xwe yȇn Ŕoparȇz jî ,,kûtî,,, lȇ welatȇ wan ,,Kûtîûm,, navkirine. Awa, ȇkzoȇṫnonîma ,,kûtî,, û ȇndoȇṫnonîma ,,kurd,, (k – RO – d) li hev digirin (Mȇzekin: T. Torinî, ,,Gulî û ȇtnonîma ,,kurd,,, malpera ,,Bahzanî,,)…

**Lȇḱolîna X. Abovyan a ,,Ȇn ȇzdî,, da peyva ,,eşqî,, bi şȇweyȇ ,,ȇgîxî,,, lȇ peyva ,,ḱas,, bi şeweyȇ ,,ḱnars,, hatîye nivîsarȇ. X. Abovyan usa jî bi pak serwext nebûye, ku ȇzdî ne ku şeravȇ wek xwîna Îsa dibînin, lȇ bo ŕȇzgirtina xaҫparȇzȇn mȇvan bi eşqî Îsa yȇ pȇxemberȇ wana ḱasa xweşîyȇ bona wana pȇk tînin – salixîya wana vedixwin. Cem ȇzdîyan mene – sebeb – armanca her ḱasvexwarinȇ heye. Heger xweşîyȇ, bextewarîyȇ bûk û zavȇ ra daxwaz dikin, bi eşqa Mala Dara Miraza ḱasȇ pȇk tînin, heger ḱasa oxirȇ vedixwin, ḱasȇ bi eşqî Mȇrȇ Oxirȇ hildidin. Usa jî bi eşqa Melekî Taûs, Ȇzdîdȇ Sor, Mala Adya (Adî, Aldî, Xaldî), Her hevt Sîwarȇn Ŕiḱnȇ û hwd ḱasȇn anegor pȇk tînin. Şînan da bi eşqa Mȇrȇ Şînȇ, Dewrȇş Erd, Cidȇn pȇnc micewrîyȇn xwedîyȇn hevt ferzan û hwd ḱasa ŕehmȇ – dilovanîyȇ vedixwin. Bi eşqa Mȇr – Melekan ḱas pȇkanîn ṫenȇ ҫanda ȇzdîyȇn xwedîyȇn dînȇ Mȇr – Milyaḱetan da heye…. (Ҫanda ḱas pȇk anînȇ li cem ȇzdîyan mijara gotareke berfire ye…).

Arîyan Mangȇn ŕonkayȇn erşȇ ezmîn wek Xweda parȇz kirine. Merivȇn kevnare bȇ dûrebîn li dor Ŕoyȇ Hîv û pȇnc (bi ṫevayî şeş) geŕsteyr dîtine. Ji şeşan pȇnc bona her yekî Mȇrȇn Cidan bûne. Ji vira tȇ bawerîya ȇzdîtîtîyȇ ya derbarȇ pȇnc mag – micȇwrîyȇn cidan yȇn xweyȇn hevt ferzȇn (biratî, xwîşktî, yar – dosttî, bisk, hosta, merhebî, zikhat) gor tesîra hevt Mang – ŕonkayîyȇn milḱȇn Her Hevt Sîwaran da. Awa mag cidȇn xwe va digihîjne Mȇr – Xwedawendȇn Mang – ŕonkayȇn erşȇ ezmîn… (Bineŕin: Ṫ. Ṫoŕinî, ,,Nîşanȇn zodîakȇ li Kurdistanȇ hatine sȇwrandinȇ û di ȇzdîtîyȇ da tȇne parastinȇ,,)(16).

Ҫend ҫavkanî:

1.Ҫerkezȇ Reş, ,,Kurdistana Îraqȇ binecîya kurdaye qedîmî,,, rojnama ,,Ŕya teze,,, N65 (4527), 24. 08. 1991 s.

2.Ȇmînȇ Evdal, ..Bawermendîyȇn kurdȇn ȇzdî,,, Yȇrȇvan, 2006 s., ŕûpel 24 (Wergera ji zimanȇ ermenî: Tȇmûrȇ Xelîl)

3.Emînȇ Evdal, ,,Bawermendîyȇn kurdȇn ȇzdî,,, Yȇrȇvan, 2006 s., ŕûpel 20 (Wergera ji zimanȇ ermenî: Tȇmûrȇ Xelîl)

4.Destana ,,Gîlgamȇş,, (,,Gîlgamȇş û welatȇ nemiran,,, ,,Ȇnmȇrḱar û serekmagȇ Arattayȇ,,… ), Հին Արևելքի պոեզիա, Ե., 1982թ., էջ 160 – 161

5.Հին Արևելքի պոեզիա, Ե., 1982թ., էջ 143

6.,,Энмеркар и верховный жрец Аратты,,, И. Т. Каневa, 1964, с. 208, 210, 218, 219

7.Энмеркар и верховний жрец Аратты,,, И. Т. Каневa, 1964, с. 218

8.Ս. ՈՒմառյան, <<Սյունիքը դիցարան>>, Եր., 1981 թ., էջ 68

9.Զ. Կոսիդովսկի, <<Երբ արևը աստված էր>>, Եր, 1987 թ., էջ 65

10.Խ. Աբովյան, երկերի լիակատար ժողովածու, VIII հատոր, <<Եզիդիներ>>, Եր., 1958թ., էջ 263, 407

11.Zargotina kurda, para II, Moskva, 1978 s., rûpel 10

  1. Zargotina kurda, para II, Moskva, 1978 s., rûpel 25

13.Л. Маммад, ,,Потоп: Meстo сoшествия – Гора Джуди в Курдистане… Kurdist.ru, 31. 12. 2010 г.

14.Ա. Վարպետյան, <<Աշխարհի առաջին գարեջրատունը>>

(վերստին Գյոբեկլի թեփեի մասին), 23. 01. 2018թ

  1. Ṫ. Ṫoŕinî, ,,Bawerîya ȇzdîtîyȇ ji Hindistanȇ hatîye yanȇ ҫûye Hindistanȇ?,,, Malpera ,,Riataza,,. http://krd.riataza.com/2018/03/17/ji-r-zenivis-n-zditi-u-diroka-gel-kurd-3/
  2. ,,Է ԱՐԱՐ, Արիացիների Աստուածաշունչը,,, Եր., 1992թ.

 

Di wêne da: Pîrozgeha Xirbereşkê ya 12 hezar salî, ku li kurnên wê da bermayîyên avceha here kevinare dîtine.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev