MonitorKurdî: karekî hêjayî pesindayînê û piştgirîyê

MonitorKurdî: karekî hêjayî pesindayînê û piştgirîyê

Malpera Riataza vî karê pîroz silav dike!

Xwîner, xwendekar û şopînerên doza Kurdî yên hêja!
Wekî hûn jî dizanin Çapemenîya Kurdî gelejimar û cihêreng e. Em jî dixwazin di nava vê gelejimar û cihêrengîyê de cihê xwe bigirin, lê bi girêdayî çand û kelepûra kurdî û bi şêwazeke nû.

Em xwe wek hilgirê peyama Rojnameya “Kurdistanê” a di sala 1898an de ji aliyê Mîqdad Bedirxan li Misirê çapbûyî dibînin û dihesibînin. Sebaret vê, em him Roja Rojnamegerî û Rojnameya Kurdistanê him jî Roja bidest xebata malpera nûçeyan a #monitorkurdi.com ê pîroz dikin û mizginîya #monitorkurdi.com ê didin.

Li gor me çapemenî ne bi tenê “çapemenî” ye. Çapemenî, di heyama sedsala 21an de risteke girîng digire li ser xwe di warê peydakirina hişmendîya mêjû û terîxa neteweyan de. Çapemenî, bi vê taymetmendîya xwe ve birêxistinkirina girseyan de dikare roleke erênî bilîze.

Di derbarê vê de jî gelek Teorîyên Çapemenîyê hene; “Eger girse/gel hîs bikin dê qîmet li gotin û raya wan bihete dayîn û dengên wan bihête bilindkirin, dê ray û fikira xwe eşkere bikin û ta ku bikaribin RayaGiştî peyda bikin.”

Li gel vê ronakbîrekî kurd dibêje “Li hember xeletîyan, derketina hêzekê çaverê nekin; pêşîyê hûn li dijî xeletîyan derkevin rê; hûn dê li ser rêyekê bigihêjin hevdû û hûn dê bibînin ka hêzeke çawa mezin in!”

Em guh didin vê bangawazîyê û derdikevin li ser rê. Hûn jî derkevin li ser rê, em bigêjin hevdû ta ku bibin hêzeke mezin.

Di lîteratûra rojnamegerîyê de têgeheke bi navê “Rojnamegerîya Hemwelatîyan” heye. Ev, cureyeke rojnamegerîyê a nû ye; bo vê rojnamegerîyê perwerde û zanîna rojnamegerîyê şert nîn e. Her hemwelatîyek, di cîhê bûyerê de bi awayeke rastexo/zindî bûyer û geşedanan ji hemwelatîyên din ên wekî xwe re belav dike. Pêşbînî tê kirin ku ev cureyê rojnamegerîyê, dê di vê sedsala me de bibe rojnamegerîyeke sereke a cîhanê.

Em jî wek monitorkurdi.comê daxwaz ji we dikin ku bibin peyamnêrekê/î hemwelatî a/ê monitorkurdi.com ê ta ku piştgirîya we ji bo me bibe çirayek. Karê me yê teknîkî/sazkirina malperê berdewam e. Malpera me dê di demeke nêzik de karîger bibe.

Dubat dikin, Roja Rojnamegerîya Kurdî û bidest xebata monitorkurdi.com ê pîroz bibe.

MonitorKurdî.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev