Nameyên evînî -26

Nameyên evînî -26

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîstûşeşan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

***
Tu jî zanî ku eleqeyên bi keçên dervayî te erk in, eleqeya bi te ra evîn e.

 

***
Hinek caran kes nizanin ku ji dil hez dikin. Bi wan va wisa xuya dibe, ku ji wan hez dikin, loma ew jî ji wan hez dikin. Weke ku em bi hezkirina xwe deynê wan didin. Lê hezkirin deynan hez nake û naxweze jî deyn bide kesekî.

 

***
Tu bo çi nabî feylosof? Tu zanî, dema yek hêrs dibe, dixweze li yekî xe, jê ra dibêjin berî lêxistinê heta 10an bijmêre. Ango, heta bijmêre, hêrsa wî datîne. Vêca a te tu gerekê hetanî hezarî bijmêrî.

 

***
Tirsa min qet tiştekî wisa nîne. Dilê min têra xwe êşîya, êdî bes e. Agir bi agir venamirînin, bi avê vedimerînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev