Rojnamegerî û weşangerîya Kurdî di navbera salên 1898-1923 de* – 2

Rojnamegerî û weşangerîya Kurdî di navbera salên 1898-1923 de* – 2

Weşangerîya kurdî ewqas giring e, ku malpera me biryar da nivîsa lêkolîner Seîd Veroj bikin 5 paran û 5 rojan pey hev raberî we bike. Nivîs ewqas dagirtî û bi zanyarî hatîye nivîsar, ku têr dike em bi tevaya rojnamegerîya kurdî ya hemû salan bînine ber çavan û lezetê jê bibînin. Îro em beşa duduyan çap dikin.

 

Seîd VEROJ, lêkolîner

2.1. Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan û netewetîya Kurd

Dema em bala xwe bidin belavoka damezrandina vê komelê û naveroka nivîsên nav rûpelên rojnameya wê; di nav kadroyên wan de fikrek neteweyî-sîyasî yê zelal û cûdaxwaz nîne, ne yekpare be jî, sîyaseta Meşrûtiyetê di çarçoveyeke erênî de hatîye nirixandin û di xebata xwe de jî herî zêde girîngî daye ziman û perwerdeyîya kurdî. Mafê serbestî û perwerdeyîya bi zimanê kurdî, mafê kulturî yê gelê kurd di nav çarçoveya ûmetparîzî de û di bin sîya Xelîfeyê Îslamê û nav sînorên sîyasî yên Dewleta Osmanî de hatîye parastin. Mîsal; yek ji damezirêner û nivîskarê rojanameyê Babanzade Îsmaîl Heqî, dema behsa kurdan dike dibêje: “Kurd berîya her tiştî misilman in, ji wê şûnde Osmanîyên resen in û di dereca sisêyan de jî kurd in.”[1] û herweha di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje:

“Di dinyayê de tû hêzekî nîne ku lihevhatin û aheng, rastî û dûristîya di navbera kurdîtî û osmanîtîyê de tune bike. Osmanîparêzî kurdîtiyê û kurdîparêzî jî osmanîtiyê digire nav xwe û bi şêweyek mutlaq manaya ev herdu peyvan têkelî hev bûye. Xwedê neke ku osmanîtî ji holê rabe, kurdîtî jî namîne; ku kurdîtî ji holê rabe û têkeve rewşekî nedîyar, osmanîtî jî dikeve rewşekî lawaz û perîşan.”[2]

Mele Seîdê Kurdî jî di nîvîsa xwe ya hejmara yekemîn de, pêşîyê girîngîya yekîtî û îslamîyetê û pêre jî ya milletê tîne ziman û weha dibêje:

“Ey gelî kurdan, îttifaqê de qewet, îttîhadê de heyat, biratîyê de seadet, hukunetê de selamet heye. Kabika îttîhadê û şerîta mehebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xilas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim: Hun bizanin ku sê, sê cewherê me hene, hifza xwe dixwazin. Yek îslamîyet, ku hezar xwîna şehîdan bûhayê wê dane, ê diduwa însanîyet, ku lazim e em xwe nezera xelkê de bi xizmeta aqilî, ciwanmêranî û însanîyetê nîşanê dinê bidin. Ê sisîyan mîllîyeta me ye, ku mezîyetê daye me.”[3]

Naverok û temaya herî berçav a Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan, her wekî di bername û naveroka nivîsan de hatîye dîyarkirin; daxwaza xwendin û perwerdeyîya bi zimanê kurdî, rakirina dijminî û îxtilafên nav civata kurd û yekgirtina milletê kurd e. Di hejmara yekemîn a rojnameya navborî de, bang û wesîyeta Seîdê Kurdî, vê yekê bi zelalî dîyar dike:

“Sê dujminê me hene, me xirab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemalê Îstenbulê delîlê wê ye. Ê diduwan, cehalet û bêxwendinî, ku hezar ji me da yek qezete nikarin bixwînin, delîlê wê ye. Ê sisêyan, dujminatî û îxtilaf e, ku ew edawet û qeweta me winda dike, me musteheqê terbîye dike û hukumet jî ji bêînsafîya xwe zulim li me dike.

… çareya me ew e ku em her sê dujminê xwe ser xwe rakin. Ev şûrê edlê marif û xwendin e; ê diduyan îttîfaq û mehebbeta millî ye; ê sisêyan însanê bi nefsa xwe şixula xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.

Wesîyeta paşî: Xwendin, xwendin, xwendin û destê hev girtin, destê hev girtin, destê hev girtin.”[4]

Di nav rûpelên Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan de, ji alîyê naverokê ve nivîsên cûr bi cûr hatine belvkirin. Em dikarin bêjin ku di gelek nivîsan de te’mayên fikra netewetîyê hatine ziman. Der bareyê vê mijarê de Bozarslan dibêje: “Sîyaseta wê komelê li ser du bingehan hatîye avakirin: Yek ji wan bingehan, di nav çarçova meşrûtiyet û azadîyê da yekîtiya dewleta Osmanî bûye; yek jî, azadîya kurd û Kurdistanê bûye di nav sînorên wê dewletê da”[5] Dr. M. Şûkrî Hanîoglu jî dibêje: “Li derûdora Cemîyeta Teavûn û Terakkî ya Kurdan tevgereke neteweyî dest pêkiribû.”[6] Bîlal Şîmşîr jî dibêje: “Di rêznameyê de, herçiqas ji alîyekê ve nasnameya osmanîtîyê hatibe destnîşankirin jî, ji aliyê din ve jî cûdaxwazî kirine û nasnameya kurdîtî derxistine pêş,”[7] Lêbelê lêkolîner T. Z. Tunay dibêje: “Ew komelên kurd ên ku di dema Meşrûtiyeta Duyemîn de hatine damezirandin, mexseda wan ne ew bû ku ji welatê Osmanî cûda bin.”[8]

  1. Rojnameya Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan]

Rojnameyên ku piştî îlankirina Meşrûtiyeta II. hatine belavkirin, ji wan yek jî Şark ve Kurdistan (ku di vê nivîsê de wek bilêvkirina kurdî, em dê wekî Şerq û Kurdistan binivsînin) e. Ev rojname li Îstenbulê hatîye çapkirin, ciyê rêvebirin û adresa rojnameyê, li ser rûpelê pêşîn weha hatîye lêkirin: “Nuri Osmaniyede 49 numarali daire-i mahsuse.”[9] Di hejmara yekemîn a Şerq û Kurdistan de, nûçeya xebata damezirandina Komela Teavûn û Terrakkî ya Kurdan jî hatiye belavkirin. Dema em tarîxa neşirkirina Rojnameya Teavûn û Terrakkî ya Kurdan û derçûna rojnameya Şerq û Kurdistê bidin ber hev, em dibînin ku ev herdu rojname li du hev hatine neşirkirin. Yekemîn hejmara Şerq û Kurdistan 20ê Mijdara 1908ê û ya Rojnameya Teavûn û Terakkîya Kurdan jî di 5ê Kanûna Ewil de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşîn ê rojnameyê, Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî wek mesulên rojnameyê û herweha Ehmed Şerîfê Hersekî, mesulmidur û Bedrîyê Melatyayî jî sernivîskarê rojnameyê hatine destnîşankirin.

Her hejmarek rojnameya Şerq û Kurdistan çar (4) rûpel e, bi alfabeya erebî û zimanê osmanî hatîye nivîsandin û li beşê kunyeyê hatîye nivîsandin ku “di hefteyêk de du caran tête neşirkirin”[10] Li gor agadarîyên heyî, nayê zanîn ku ev rojname li ser hev çend hejmar hatine neşirkirin. Îro li ber destê me hejmarên 1, 2 û 5 hene. Hejmara duyemîn a Şerq û Kurdistan, 24yê Mijdara 1908ê hatîye neşirkirin. Li ser bergê hejmara pêncemîn (5.) jî, tarîxa 5ê Kanûna Ewel a 1908ê hatîye lêkirin.

Li ser bergê rojnameyê mottoya (dustûra) “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike” [Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir][11] hatîye lêkirin. Ev dustûra jorê, ji alîkî ve armanc û xeta îdeolojîka rojnameyê jî dîyar dike; berpirsyarên rojnameyê, li hemberê nêrîn û nirxên Awrupayî (Xerbî), parastina nirx û nêrînên Şerqî dikin. Di nivîsa destpêk a rojnameyê ku bi navê “îfade-î mahsusa” û bênav hatîye nivîsandin de, îzehata vê dustûra jorê weha hatîye kirin: “Em çima îddîaya şaîbeyên Xerbê dikin? Li gor dîtina wan, şerqîyan li Şerqê dîmenek kirêt derxistine holê. Meseleya Şerqê ji alîyê wan ve bi vê awayê tête dîtin. Belê ji ber vê yekê em behsa neheqî, bêşefaqetî, xedir, kîn, mexsed û meyla Xerbê dikin û em dê bikin; ku ev di zahîrê de şîrîn xuya dike lê di rastîyê de şaîbeyên wan ji bo însanetîyê êşekî giran peyda kirîye.”[12]

Di navê rojnameyê de hebûna peyva “Kurdistan”, nayê wê manayê ku ev rojname ji alîyê rêxistinên kurdan ve hatîye derxistin. Hetanî îro têkilîya wê ya rêxistinî dîyar nebe jî, ev yek nayê vê wateyê ku qethen têkilîya wan a rêxistinî tune bû, mimkun e ku ew bi xwe grubek piçûk bin yan jî bi grub û komeleyek re têkilîya wan hebe. Em dizanin gelek rojname û kovarên ku wê demê hatine çapkirin, bi temamî nebe jî piranîya wan li ser navê komele û rêxistinan hatine belavkirin. Îro qasê ku tête zanîn Şerq û Kurdistan, li ser navê rêxistin û cemîyetekî nebûye. Lêbelê herdu peyvên ku navê rojnameyê pêk anîne, balkêş in. Ji naveroka nivîsên rojnameyê dîyar dibe ku di navê rojnameyê de hebûna peyva  “Şark” [Şerq], di manaya dîyarkirina hemû civakên rojhelatî yên dervayê “şarezayîya” Awrupaya Rojava û erdê Osmanî de hatîye bikaranîna.”[13] Peyva “Kurdistan” jî, ji alîyê aîdîyeta kulturî û cografî ve wek parçeyek ji erdê Osmanî di nav peyva “Şark” [Şerq] de hatîye bicîkirin.

Polîtîka weşandina rojnameya Şerq û Kurdistanê li ser parastina “Îtîhadê Osmanî”[14] bû. Lewra “di Şerq û Kurdistan de fikirîyata “osmanîparêzî” serdest bûye û dewra desthilatdarîya Abdulhemîdê II. bi navê “îstîbdatê” hatîye binavkirin. Ragehandina rêvebirîya Meşrutîyeta 1908ê, bi kêfxweşî hatîye pêşwazîkirin û di naveroka hin nivîsên çapkirî de bextewarîya li hemberê ragehandina Meşrîtîyetê û pêkhatina îdareya nûh hatîye dîyarkirin.”[15] Bedrîyê Melatyayî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de vê yeke weha tîne ziman: “Ev kela bilind a hûrriyetê ku îro hatîye fetihkirin, ji xwe daxwaza me kurdan, hemwelatîyên mislim û xeyrî-mislim bû. Milletê Osmanîye çendek sal in ku bi hesretê li benda Meşrutiyetê bûn. Em dê bi hemû xîret û fîîlyata xwe bibin fedekarê Meşrutiyetê.”[16] Pirsgirêka kurd û Kurdistanê jî li ser bingeha Îtîhadê Osmanî, di çarçoveya pêşxistina îslehetan û mafê perwerdeyîya bi zimanê kurdî de hatîye şirovekirin. Herweha der barê vê pirsgirêkê de, rexne li sîyaseta Xerbî girtine û hatîye gotin ku: “Frenk û welatîyên Frenkî bûyî, daîmî, rastîyê bi yek çavî û eksê wê dibînin, di çapemenîya Xerbî de ‘Teracim-î ahval-î Ekrad’ [Tercumeyê halê kurdan]  bi awayê çîroka gulyabanî hatîye neşirkirin.”[17]

Herwekî me di destpêkê de jî dîyar kiribû ku li ser bergê pêşîn Ehmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî her sê bi hev re wek mesulên rojnameyê hatine nivîsandin. Di nav rûpelên rojnameyê de jî herî zêde nivîsên ev her sê şexsiyetan hatine weşandin. Sernivîskarê rojnameyê, nivîsên xwe bi navê Bedrî, M. Bedrî û Bedrîyê Melatyayî nivîsandine. Midurê mesul jî nivîsên xwe bi navê Şerîf, Şerîfê Hersekî û Ehmed Şerîfê Hersekî nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, yek ji damezrêner û nivîskarê berdewamî yê rojnameya Şerq û Kurdistanê ye. Her çiqas hetanî îro têkilîya sîyasî û rêxistinî ya rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, nasnameya sîyasî û etnîkî ya berpirsyar û nivîskarên wê, ji alîkî ve meyla giştî ya rojnameyê dide dîyarkirin. Bi taybetî jî nasnameya sernûserê wê Bedrîyê Melatyayî; ji alîkî ve naskirîyê xwendevanên çapemenîya wê demê ye û ji alîyê din ve jî agadarîyên der barê nasnameya wî ya sîyasî û neteweyî de gelek kêm in. Di berdewamiya vê nivîsê de em dê bêtir li ser vê babetê rawestin. Her çiqas heta îro têkilîya rêxistinî ya vê rojnameyê nehatibe tespîtkirin jî, mimkun e ku ev her sê şexisîyetên namdar bi xwe dendika rêxistinek yan jî grubeke teng bin.

Yek ji nivîskarên balkêş ê rojnameyê jî Mele Seîdê Kurdî ye. Di hejmarên berdest ên rojnameyê de du nivîsên Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin; di hejmara yekê de nivîsa “Kürdler neye muhtacdır?[Kurd muhtacê çi ne?] bi navê Mele Seîdê Meşhur û di hejmara pêncan de jî nivîsa bi navê “Kurd Alemi[Alema Kurdan] bi navê Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî hatine neşirkirin. Di dawîya vê nivîsê de hatîye lêkirin ku “mabadi var” yanî “berdewanîya wê heye”. Lê mixabin ji ber ku em nizanin weşana rojnameyê dewam kirîye yan na, ger weşana wê dewam kiribe hejmarên din li ber destê me nînin, lewra em nizanin di berdewamiya vê nivîsê de kîjan babet hatine nivîsandin û di hejmarên pey wê re jî çi cûre nivîs hatine neşirkirin. Naveroka nivîsên Seîdê Kurdî û Bedrîyê Melatyayî, bi giranî li ser îslehatên nû û perwerdeyîya bi zimanê kurdî ne. Edîtorya rojnameyê, di pêşekîya nivîsa Mele Seîdê Meşhur a bi navê “Kurd muhatacê çi ne?” de, piştgirîyeke aşkere dane daxwazname û pêşniyara wî ya ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî. Di wê kurtepêşekiyê de weha hatîye gotin: “Hezretî Bedîûzeman Mele Seîd Efendî, ji bo pêkhatina perwerdeyîya bi zimanê kurdî, daxwaznameyek pêşkêşî mabeynê (daîreya perwerdeyî) kiribû û di netîceya vê hewldana xwe de rastê gelek musîbetan hatibû. Em bi neşirkirina sûretekî vê daxwaznameyê îftixar dikin.”[18] Seîdê Kurdî ji ber vê “daxwazanme”ya ku di nav rûpelên Şerq û Kurdistanê de jî hatîye neşirkirin, ji alîyê dadgeha eskerî ya wê demê ve tête mahkemekirin û ji ber vê yekê gelek musîbet bi serê wî ve têne. Naveroka daxwaznameya wî bi kurtayî ev e:

“Bi biryar û xîreta hikumetê li bajar û bajarokên Kurdistanê xebata dirustkirin û avakirina dibistanan dest pê kirîye, em bi vê yekê kêfxweş û sipasdar in. Lêbelê ji van dibistanan, tenê zarokên aşînayê zimanê turkî îstîfade dikin. Ji ber ku mamosteyên van dibistanan ne weqfê zimanê herêmî û gelek zarokên kurd jî ne aşînayê zimanê turkî ne, ew ji perwerdeyî û medreseyên îlmê ku çavkanîya kemalîyetê ye, mehrum dibin.

… Çareserîya vê yekê ev e: ji bo ku bibe sebebê teşwîq û mîsalek xuyayî, divê li herêmên cûda yên Kurdistanê bi navê Medreset’ûl Zehra medrese bêne çêkirin: yek li alîyê Beytûşebabê di ciyê navenda eşîreta Ertûşî de; ya dî di navenda Modkan û Belikan û Sason de; ew a dinê jî li Wanê di navbera Kakan û Heyderan de bin. Divê li her yek medreseyê kêmtirîn 50 xwendekar hebin, hemû mesrefên wan ên rojane ji alîyê hikumetê ve bêtin temînkirin û di van medreseyan de ligel îlmên dînî, îlmên fenî jî bêtin xwendin. Digel sazkirina van sê sazîyên perwerdeyî, divê piştgirîya pêşxistina hinek medreseyên din jî bête kirin. Pêkanîna vê yekê gelek muhîm e, ev, bi maddî û manewî yek ji sebebê girîng ê heyatîyeta dahatûya Kurdistanê temîn dike.”[19]

 

* Ev nivîs, di roja 26/04/2015 de, di panela “117. Salvegera Rojnamegerîya Kurdî” de hatîyê pêşkêşkirin ku ji alîyê PAKê ve hatibû sazkirin.

[1] Babanzade Îsmaîl Heqî, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Kurd û Kurdistan, Wergera M. Emin Bozarslan, no: 1, Sweden,1998              

[2] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, werg. M. Emin Bozarslan, no.:1, Sweden, 1998       

[3] Bedîûzeman Mele Seîdê Kurdî, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Hevkarî û Pêşkevtina Kurdan], wergera M. Emin Bozarslan, no: 1, 1998, Sweden  

[4] Mela Seîdê Kurdî, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurdan], h: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998 

[5] M. Emin Bozarslan, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Hevkarî û Pêşkevtina Kurdan], Sweden, 1998, r. 9             

[6] Dr. Şûkrû Hanioglu, Bir siyasal düşünür olarak Doktor Abdullah Cevdet ve dönemi, Üçdal Neşriyat, 1981, Îstenbul, r. 315      

[7] Bilâl Şimşir, Kürtçülük (1787-1923), weşanên Bilgi, çapa 3., 2009, Ankara, r. 258        

[8] Tarık Zafer Tunay, Türkiye’de Siyasi Partiler, Cild: 1, weşanên İletişim, çapa 4., 2011, İstenbul, r. 434        

[9] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul, r. 1. Di nivîsa sereke ya bi navê İfade-i Mahsusa [Gotara Taybet] a rojnmeyê de ku bê îmze hatiye lêkirin, armanca weşandina rojnameyê û şiroveya dustûra “Ev rojname, teswîra rewşa sîyasî ya Şerqê û şaîbeyên Xerbê yên der barê însanîyetîyê de dike[Şarkın siyasi vaziyeti ile Garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir] hatîye kirin.

[10] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul

[11] Şark ve Kurdistan, no: 1, 20ê Mijdara 1908, Îstenbul

[12] Şark ve Kurdistan, no: 1, Îfade-î mahsusa, r.: 1, 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015

[13] Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no: 8, Îstenbul, 2013

[14] Îtîhadê Osmanî: Di manaya fikra parastina yekgirtina Dewleta Osmanî de hatîye gotin. Di vê çarçoveyê de sala 1889ê “Cemîyeta Îtîhadê Osmanî” hatibû damezirandin. Ev rêxistin ji alîyê Îbrahîm Temo, Îshak Sûkûtî, Abdullah Cevdet, Mehmed Reşîd û Hîkmet Emîn ve hatîye damezirandin. Bn. Dr. M. Şükrü Hanioğlu, Bir Siyasi Düşünür olarak Abdullah Cevdet ve Dönemi, weşanên Üçdal, 1981, Îstenbul, r. 25        

[15] Serhat Bozkurt, Bir II. Meşrutiyet gazetesi olarak Şark ve Kurdistan, Kürt Tarihi, no:8, Îstenbul, 2013

[16] Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015

[17] Malatyalı Bedri, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/malatyali-bedri-kurd-ve-kurdistan-sark-ve-kurdistan-sayi-1-20-kasim-1908/, 15.02.2015

[18] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

[19] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev