Bîrhatinên şervanekî Serhildana Şêx Seîd Efendî

Bîrhatinên şervanekî Serhildana Şêx Seîd Efendî

Welat Agirî

Ev çendeke “Dîtin û bîrhatinên min” a Hesen Hişyar di destê min de bû. Pirtûk ji yanzdeh beş û pêncsed û yek rûpelan pêk tê. Ez ê bi van gotaran, dîtin û nêrînên xwe ên derbarî kitêbê parve bikim, lê beriya dayina agahiyan, dixwazim ji xwendevanên malpera Riataza re behsa Hesen Hişyar bikim.

Hesen Hişyar di sala 1907an de li gundekî Amedê tê dinyayê. Hêj di çarde-panzde saliya xwe de bi tevgerên kurd re dikeve dan û stendinê. Di serhildana Şex Seîd Efendî de beşdarî şoreşê dibe û roleke aktîv jî dileyîze. Di şer de birîndar dibe û dikeve destê eskerên tirk. Ew jî wek Şêx Seîd di mehkema Îstiklalê de tê darizandin, ku di wan salan de du heb mihkemeyên Îstiqlalê hebûn; yek li Enqerê bû, ji bo mihalîfên Mistefa Kemal dixebitî û ya din jî li Amedê bû, ku wezîfa wê dardekirina kurda bû.

Hesen Hişyar di mehkemeyê de tê darizandin, lêbelê emrê wî piçûk e. Mihkeme jî li şûna îdama wî, panzdeh sal cezayê hepsê didê. Bi girtiyên din re berê wî didin girtîgeha Nîgdeyê, ku Nîgde bajarekî tirka ye. Di girtîgehê de gelek dijwariyan dibîne, lê ya herî zêde wî diêşîne şepirzetiya malbatên mişextî ne. Yanî di Nîgdeyê de, ne bi tenê kurdên hepisxanan, herweha malbatên sirgûnkirî jî hene, ku li gorî nivîskar jin û zarokên wan kerî nan neditîn bixwin.

Di sala 1928an de, bi efûya giştî, şerkerê serhildana Şêx Seîd ji girtîgehê dertê û diçe Amedê. Lê li Amedê jî zêde namîne. Bi destpêkirina liberxwedana Araratê ve, ew jî di nav serhildêrên Agirî de ciyê xwe digire. Di wê serhildanê de jî bi ser nakevin û bêgavî û mecbûrî, bi Îhsan Nûrî Paşa re, derbasî Îranê dibe. Pey re vedigere welêt, lê dewleta tirk li pey e û vê carê daxwaza wan kuştina wî û kesên wek wî ne.

Hesen Hişyar di sala 1934an de derbasî binxetê dibe, ku di wan salan de binxet di bin kontrola firansizan de ye. Îltica wî ji aliyê otorîteyên firansizî ve tê qebûlkirin. Pişt re çare û derfetekê nabîne ku vegere welatê xwe û ev firqeta wî çil û heft sal dikişîne. Di sala 1985an de, ji gundê xwe dûr, ku di pirtûkê de gelekî behsa bedewiya gundê xwe dike, bi wê firqetê ji vê dinê bar dike û diçe.

“Dîtin û bîrhatinên min” a Hesen Hişyar di sala di sala 1993an de yanî piştî mirina wî, li Beyrûtê, ji aliyê çapxana Emîral hatiye çapkirin. Pirtûk bi alfabeya kurdî ya latînî hatiye nivîsandin û zimanê wê jî gelekî dewlemend e. Nivîskar ji bilî bîrhatinên xwe, li ser gelek mijarên cuda malûmatî pêşkeşî xwendevanên xwe kiriye.

Di destpêkê de li ser kok û pêşiyên kurda gelek agahiyên hêja daye. Bi awayekî fîzîkî xerîta Kurdistanê raxistiye ber çavan û dewlemendiyên serax û binax bi xwînerên pirtûkê re parve kiriye.

Di beşa yekan de, behsa cîhê jidayikbûnê û salên zaroktiya xwe dike. Û dîsa heman birê de, qelema xwe ji bo çand, erf û edetên kurda jî bi kar tîne. Li ser mijarên wek:

  • Jinên kurd di xwedîkirina zarokan û hînkirina ziman de
  • Di hin teqalîdan de ferqa jin û mêran
  • Wergirtina (cil û berg) nijadî
  • Di zewaca zarokên xwe de dê û bav
  • Di zemanên gotî de sihêrbazî û xirafat, radiweste û bi hevokên zelal pêşkeşê kurda dike.

Di başa duduyan de, ji zemanên paleolitik û neolitik dest pê dike, qala destpêkirina jiyana bajarî ya mezopotamiyan û çandinî û zîraetê dike. Li gor nivîskar, heya destpêka qirna bîstan jî ereban nizanibûn çandiniyê bikin ku piraniya erebên Suriyê bi alîkariya kurda dest bi çandiniyê kirin. Nivîskar dibêje heya sedsala bîstan, ji xeynî çay, şekir û donê lampê piraniya hewcehî û lazimiyan xwemal bûn:

  • Çêkirina her tewir çekên cengdarî
  • Çêkirina alavên cotkarî
  • Çêkirina aşên avê
  • Çêkirina beroş û firaxan
  • Çêkirina berr, çewal, orxan û doşekan
  • Çêkirina gore, lepik û kincan
  • Çêkirina keleh, çeperên şervanî û bedenên dorbajaran
  • Ji bezê pez û sewalan çêkirina sabûnê
  • Çêkirina barûdê ku nivîskar weha dibêje: “di çileyê meha temûzê de, axûra pêz rêj dikirin û derî digirtin ji bo tişt nere hindur, di şûna mîza pêz de wek kefa sabûnê bi ser rûyê erdê diketin, jê re şûşe digotin. Ew û xijika dara bî û hinek kîrkût di nav hev de dikutan û dibû barûd”.
  • Sol û pêlav, li her bajarên Kurdistanê çermê pez û dewaran dihatin debaxkirin, sol û qondire dihatin dirûtin.
  • Ji hiriyê şal û şapik û êlengên qalind çêdikrin ku xençer di wan re derbaz nedibûn.

Em ê bi gotarên li dû vê, fikr û agahiyên derbarî nivîskar û bîrhatinên wî bidomînin.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev