
Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye:
-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe.
Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.
Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.
Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…
Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.
Helbestvan ev kes in:
Tahir Dînarî
Soran Amed
Arif Selçuk
Memê Miksî
Qasimê Xelîlî
G u l d e s t e
JI FETLÊ MAR E BISK
Bej û avî têne seyr robar e bisk
Payebilind û perwa serdar e bisk
Bestî hinav û cergê dildar e bisk
Çi ne rimbazê Teter salar e bisk
(Tahir Dînarî)
Pir bi cewr e yan Dehaq yan Cengiz e
Leşkerê Romê ye an ew dildiz e
Karê wê mijtina xwîna qirmiz e
Çengalake dildirr e xwînxwar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Dil talib e l’baxê Irem be mêvan
Ji dest saqî bade noş ke ji lêvan
Dûv re gez ke ji dara sing du sêvan
Lê nahêle l’kohê jor xeddar e bisk
(Memê Miksî)
Zecr û hicran me jê dîtin bêjimar
Ne dil û ne insaf hebû wê ti car
Lê em şa ne, bi mirina b’tîra yar
Çarmix û hem kemend û sêdar e bisk
(Arif Selçuk)
Ev demek burî li emrê min tenê
Gestime ez wê jana lêv û çenê
Nêçîr kirim aska deşta Xetenê
Feraşîn û zozanê Gebar e bisk
(Tahir Dînarî)
Bade da dil kafirê çil rojekî
Bûm murîd û mestê gulberojekî
Kirme cezbê w mam fena dilsojekî
Dil dilerzînê ji kehrebar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Pêşkêş dikim tev kulîlkên erxewan
Nazmihan e ew cînarê ebruwan
Sipî kir wê ev cînîkê pir cuwan
Dilqeswet e ji rehmê bêpar e bisk
(Memê Miksî )
Biskê miskî l’ser dilî bûn wek bela
Ser girêdan dil li wan bû mubtela
Ka werin sêra feqîro hûn hela
Îro dil pêtal e û têr ar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Li ser seran zêrîn taca key Qubat
Bivênevê kes ji ber nabe felat
Serkêşa derdê min, ez ji ber ribat
Ez neşîm qevzek herim hevsar e bisk
(Tahir Dînarî)
Pakrewan e, yê ku tîra biskan kuşt
Xweş in ku ji zilfan werin tîr û xişt
Me hinavek heye ji cefayê mişt
Arif ji dest hêjar û bêzar e bisk
(Arif Selçuk)
Ser li min hejandin gulyên dilruba
Xistne kendîlê dilêm biskê liba
Dil xilas nabê ji zulm îro siba
Her sibih halêm ev e w xwînsar e bisk
(Qasimê Xelîlî)
Ketim cengê tîr dibûrin ji newqe
Hebû yek can rêya wê de kir tewqe
Ji qurbana Nebî Xelîl çi ferq e?
Tênabîne korekê bê’ar e bisk
(Memê Miksî )
Min gedayî digrê qozya duçilaq
Wek Sedamê kuştin dikir li Iraq
Ji dêla ez, ew min davê bi telaq
Jêr û nimz e xwehr ji fetlê mar e bisk
(Tahir Dînarî)
Jêdûrketin ezab e pir kelijîm
Şeva tarî ta sibihê ponijîm
Nema êdî ez dikarim wer bijîm
Piştê îro min tenê tek çare bisk
(Soran Amed)
Mizgîn le we hat îmanê xemrevîn
Di dest min de belav bû ew rengşevîn
Sekran kir ser bi va bêhnê ’emberîn
J’îro pê de l’ser dil hukumdar e bisk
(Memê Miksî)
Amed, Dîlok, Qonya, Stembol
Riataza