Rojnamegerî û weşangerîya Kurdî di navbera salên 1898-1923 de – 5

Rojnamegerî û weşangerîya Kurdî di navbera salên 1898-1923 de – 5

Weşangerîya kurdî ewqas giring e, ku malpera me biryar da nivîsa lêkolîner Seîd Veroj bikin 5 paran û 5 rojan pey hev raberî we bike. Nivîs ewqas dagirtî û bi zanyarî hatîye nivîsar, ku têr dike em bi tevaya rojnamegerîya kurdî ya hemû salan bînine ber çavan û lezetê jê bibînin. Îro em beşa pêncan, a dawî çap dikin.


Seîd VEROJ, lêkolîner

 

Di nav rûpelên Serbestî de hin nivîsên li ser kurd û Kurdistanê

Ji ber ku hemû hejmarên Serbestî li ber destê me nînin, nayê zanîn ku ji serî heta dawîyê û bi taybetî jî di hejmarên çapa Parîs û Misrê de li ser kurd û Kurdistanê çi hatîye nivîsandin û nîqaşkirin. Li gorî lêgerêna me ya di hinek nûsxeyên navbera salên 1918-1919 de, nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.

Kamiran Bedirhan, Kürdler hakkında [Der heqê Kurdan de], no: 181, 21 Kanun-i Evvel 1918

Kamiran Bedirhan, Kurdistan-1,  no: 186, 26 Kanun-i Evvel 1918

Kamiran Bedirhan, Kurdistan-2,  no: 188, 28 Kanun-i Evvel 1918

– Kamiran Bedirhan, Kurdistan-3,  no: 193, 2 Kanun-i Sani 1919

 – Kamiran Bedirhan, Kurdistan-4,  no: 198, 7 Kanun-i Sani 1919

– Celadet Ali Bedirhan, Kürdler ve itihad siyaseti [Kurd û sîyaseta îtîhadê], no: 209, 22 Şubat 1919

Mewlanzâde Diwan-i Harbe Urfîde [Mewlanzâde di Dîwana Herbê Urfî de], no: 210, 23 Şubat 1919

Mewlanzâde Diwan-i Harbe Urfîde [Mewlanzâde di Dîwanê Herbê Urfî de], no: 211, 24 Şubat 1919

– Kamiran Bedirhan, Kurdistan, no: 462, 7 Nisan 1919

– Kamiran Bedirhan, Kurdistan hakında selayhiyetdar olmayanlar [Ew ên ku der heqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in], no: 470, 19 Nisan 1919

–  Kürdler ve Kurdistan: Kürd vatandaşlara [Kurd û Kurdistan: Ji kurdên welatî re], no: 476, 25 Nisan 1919

Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdistan’da haleti fikriye [Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî], no: 477, 26 Nisan 1919

Kürdler ve Kurdistan: Kürd hemşerilerimiz [Kurd û Kurdistan: Hemşerîyê me yên kurd], no: 479, 28 Nisan 1919

Kürdler ve Kurdistan: Bir beyanname münasebetiyle [Kurd û Kurdistan: Bi mûnasebeta beyannameyek], no: 480, 29 Nisan 1919

Kürdler ve Kurdistan: Kurd muhacielerinin vaziyeti [Kurd û Kurdistan: Rewşa muacîrên kurd], no: 481, 30 Nisan 1919

Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana Kurd memurler [Kurd û Kurdistan: Memurên kurd li Kurdistanê], no: 482, 1 Mayıs 1919

Hekkarili Abdurrahim Rehmi, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 483, 2 Mayıs 1919

Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana doğru [Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve],  no: 484, 3 Mayıs 1919

Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Nazik bir vaziyet karşısında [Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyetek nazik]no: 485, 4 Mayıs 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurd Lisani [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî], no: 486, 5 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan-3 [Kurd û Kurdistan-3], no: 487, s: 1-2, 6 Mayis 1919

– Cizreli Taceddin Takî, Kürd Mektubu [Mektuba Kurd], no: 487, sf. 2,  2 Mayıs 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürtlerin Amali [Kurd û Kurdistan: Amelê Kurdan], no: 488, 7 Mayis 1919

Kurdistan Teali Cemiyeti Beyannamesi [Beyannameya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], no: 488, sahife: 2, 7 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdlerde İttifaq [Kurd û Kurdistan: Tîfaqa Kurdan], no: 489, 8 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kurdistana göz dikenler [Kurd û Kurdistan: Yên çav berdana Kurdistanê], no: 490, 9 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd Edebiyati- Mem û Zîn-I [Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-I], no: 491, 10 Mayis 1919

– Celadet Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd Edebîyatı: Mem ve Zîn-2 [Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-2], no: 495, 14 Mayis 1919

– Siverekli Halil, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no 492, 11 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 496, 15 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 497, 21 Mayis 1919

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], no: 498, 21 Mayis 1919

Evan nivîsan di hejmarên mewcud de hatine tespîtkirin. Ger hejmarên din bêne bidestxistin û kontirolkirin, mimkune em dê rastê gelek nivîsên din jî bêne.

Di sala 1920an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, li ser esasê otonomîparêzî û serxwebûnparêzîyê parçe bû. “Piştî parçebûna (jihevbûna) CTKê, Mewlanzâde Rifat di nav rêza damezrênerên Cemîyeta Teşkîlatê Îçtîmaîye de cî digre.”[1] Lêbelê têkilîyên wî û Seyîd Abdulkadir jî berdewam dikin, di gelek hevdîtinên sîyasî û dîplomatîk de bi hev re tevdigerin.

Peymana Lozanê rewşeke nû derdixe holê; di vê peymanê de bendek li ser sirgûnkirina muhalîfên Tevgera M. Kemal hebû ku TBMMyê li gorî vê bendê, navê M. Rifat jî xistîye nav “sirgûnên 150yan”.[2] Ji ber vê, M. Rifat cardin mecbur ma di dawîya sala 1922yan de Îstenbulê terk bike û derbasê Yunanîstanê bibe. M. Rifat li Yunanîstanê demek dirêj nemaye, ji ber xebatên sîyasî ji wê derê derbasê Helebê bûye. Li gor agadarîyên Ali Birinci, “Ta ku M. Rifat ji ber sirgûnên 150yan Îstenbulê terk kirîye, neşirkirina rojnameya Serbestî jî dewam kirîye.”[3] Lê mixabin em nizanin hetanî dawîyê çend hejmar hatine çapkirin.

Ji ber ku M. Rifat endamê merkezî yê CTK bû, bivê nevê ronîkirina têkilî û rola wî di Tevgera 1925an de, alîyekî girîng ê jîyana wî ya sîyasî ye. Bêguman entellektuelek wekî M. Rifat, nemimkune ji tevgera netewî û şoreşgerî ya milletê kurd dûr bikeve. Ew, raste rast tevlî xebat û çalakîyên Tevgera 1925 bûye û ji ber vê yekê demek zûtir ji Yunanîstanê veqetyaye, berê xwe daye rojavayê Kurdistanê û li bajarê Helebê bicî bûye. Li vê derê “Rêxistina Kurdên Helebê damezirandine û bi xwe jî rêvebirîya vê rêxistinê kirîye. Herweha di damezirandina Cemîyeta Xoybûnê de cî girtîye û wezîfeyên girîng girtine ser milê xwe. Li bakurê Kurdistanê tevlî Ethemê Çerkez, bi Şêx Seîd re hevdîtinek pêk anîne; li ser navê tevgerê tevlî hevdîtinên dîplomatîk bûye û li gorî raportek îstixbarata Fransiz, bi tevî Selaheddînê kurê Şêx Seîd di nav komîteyêk de xebata xwe berdewam dikin.”[4]

Di encam de ji xebat û çalkîyên wî dîyar dibe ku ew têkoşerekî sînornenas û evîndarê azadîyê bû. Van taybetîyan di bîranînên xwe de weha tîne ziman: “Ez evîndarê hurrîyetekî bêsînor im, ez dixwazim hemû welatî û hemû mirov, heta dixwazim hemû benî beşer; bi tevî nijadên sipî, zerik û reşik giş bibin hevparê evîna me.”[5] M. Rifat wek evîndar û derwêşekî doza rewa ya millete kurd û hûrrîyetê, di rêya vê xebata dûr û dirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ser dilovanîya xwe.

 

  • Kovara Kurdistan (1919-1920)

Digel kovara Jînê, kovara Kurdistan jî, ji alîyê Komeleya Pêşketin a Kurdistanê ve hatîye çapkirin û belavkirin. Yekemîn hejmara kovara Kurdistanê, roja 30ê Kanûna 1919 (30 Kanun-î Sanî 1335) di çapxaneya Necmî Îstiqlal de hatîye çapkirin. Ev kovar, kovareke hefteyî ye, tê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî û erebî hatine belavkirin. Ciyê çapkirina wê, bajarê Îstenbulê ye. Mehmed Mîhrî xwedîyê îmtiyaz û Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê bû.

Îro em baş nizanin ku ev kovar li ser hev çend hejmar hatine çapkirin. Di nav rûpelên kovar û rojnameyên hevdem ên wê de, danasîna kovarê û nûçeyên çapkirina hejmarên nû hatine belavkirin. Di hejmara 490. a kovara Serbestî de ji ber çapkirina hejmara 8. a kovarê, nûçeyek weha hatîye belavkirin: “Hevalbenda me kovara Kurdistan weşaneke berdewamî ye û hejmara wê ya 8. hate çapkirin. Di nav rûpelên kovarê de bi kurdî û turkî gelek meqaleyên mifedar hene. Em kovara Kurdistanê teswîyeyê hemû welatîyên kurd dikin. Ev kovar, bi eşqa neteweyî ya kurd xebatê dike û divê her welatîyekî kurd bi balkêşî û ji dil bixwîne.”[6] Di nav rûpelên gelek hejmarên kovara Jînê de nûçe û danasîna hejmara nû ya kovara Kurdistanê hatîye belavkirin. Di hejmara 25. ya Jînê de jî agadarîya çapbûna hejmara 14. ya kovara Kurdistanê[7] hatîye belavkirin. Der bareyê hejmarên derçûyî yên kovara Kurdistanê de bîrûrayên ciyawaz hene. Li gor agadarîya Memed Bayrak ku ji raporek Hasîp Koylan neqil dike û têde behsa hejmara 15. ya kovarê û nivîseke Mehmed Mîhrî ya bi navê “Kürtlerin Hissiyat-ı Necibesi[8] dike. Li gor nivîsîn û neqilkirina Dr. Ferhad Pîrbal jî, “Mamoste Eladîn Sicadî û Kemal Xeznedar li ser ew bawerîyê ne ku kovara Kurdistan 27 hejmar hatine belavkirin. Lêbelê ji bo rastnîşandana vê îddîayê, ji hejmara paşîn rûpelek tenê jî li berdest nîne. Mamoste Kemal Mazhar jî dibêje: “Hejmara dawî ya ku min dîye, hejmara 19. ye û li ser bergê wî hatîye nivîsîn; 7ê Receba 1338 (1920) û sala duwemîn.”[9] Viladimir Minorsky jî dibêje: “Kovara Kurdistan a heftane, li ser hev 37 hejmar hatine çapkirin.”[10] Lê tu çavkanîyek jî dîyar nake.

Di vê xebata berdest de hunê naveroka hejmarên 1, 2, 3, 4, 5, 6, 8, 9 û 13 yên kovara Kurdistanê bibînin. Hejmarên din li ber destê min nîn in. Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekemîn weha hatîye lêkirin: “Ji dervayê sîyasetê behsê her babetê tête kirin, bi her zimanî tête çapkirin û kovareke hefteyî ye.[11] Der barê ciyê neşirkirinê jî weha hatîye lêkirin: “Di çapxaneya Necmî Îstiqbal de hatîye çapkirin.” Di hejmarên 5-6an de em dibînin ku pênasaya jorîn guherîye û li şûna wê de weha hatîye lêkirin: “Sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.” Li ser bergê hejmarên 8. û 9.  jî weha hatîye lêkirin: “Kovareke fikrî û serbixwe ya sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.”[12] Wek ciyê belavkirinê jî navnîşana “Îstanbul Bab-ı Ali caddesinde Yeni Şark Kütüphanesi” hatîye dîyarkirin. Di hejmara yekemîn a kovara Kurdistanê de, bi navên cihê cihê pênc nivîsên M. Mîhrî hatine çapkirin.

Herwekî ku me li jorê jî behs kir, di hejmara yekemîn a kovarê de sîyaset, li dervayê mijûlayî û xebata kovarê bête nîşandan, di hejmarên paş wê re pênaseya kovarê diguhare û sîyasîbûna kovarê jî tête dîyarkirin. Dema ku kovar di çarçoveya armanceke sîyasî de weşana xwe bike, ev armanca sîyasî, bêguman wê bi armanca sîyasî û neteweyî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) ve têkildar  be. Di vê çarçoveyê de dema ku armanca sîyasî ya Komelê, naverok û munaqeşeyên nivîsên di nav rûpelên kovarê de bêne nirixandin, dîyar dibe ku ji bo belavkirin û pêşxistine fikra netewîya kurd, kovara Kurdistan bûye wasîteyek pirr girîng. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî jî der barê girîngîya vê kovarê û weşanên wê yên hevalbend de weha dibêje: “Rojnameyên wekî Serbestî, Kurdistan û Jînê ji bo mudafaakirina hiquqa me ya mîllî dixebitin. Ji ber vê yekê, divê li her alîyê Kurdistanê bi balkêşî bêne şirovekirin, herweha ji bo temînkirin û belavkirina wan a berdewamî û berfirehî, divê bi awayek lezgînî û mutlaq teşebbûs bêne kirin.”[13] Ev taybetîya kovarê yanî weşan û xeta wê ya neteweyî, bala wezîfedar û hêzên navdewletî jî dikşîne û di raporteke (FO 371/4191, 10ê Temmuza 1919) serbazê îngilîzî C. L. Woolley de, hatîye dîyarkirin ku “kovara Kurdistan, weşaneke netewî ya heftane ye.”[14]

Bêguman dema ku babet li ser kovar û rojnameyên kurdî be, çapemenî û weşangerîya kurdî be, nûqteyek girîng jî ragehandin û belavkirina wan e. Hinek nimûneyên pirr hindik ne tê de, pirranîya weşanên kurd wê demê li dervayê sînorên Kurdistanê hatine çapkirin. Ji ber vê yekê belavkirina wan a di nav rewşenbîr û xwendevanan de, problemek bingehîn ê xebatê bû. Em dizanin ku ji rojnameya Kurdistan a Mîqad Mîdhat Bedirxan bigre hetanî kovara Kurdistan, ji dema Dewleta Osmanîyan bigre heta dewra komara nû ya Turkiyê û di pey wê re jî ku çiqas weşanên kurdî hatine çapkirin, bêîstisna ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve zixtên polîsîye li ser wan û xwendevanên wan hatine kirin, li hemberê belavkirinê jî astengî û tengasîyên îdarî, sîyasî û ewlekarî hatine çêkirin. Bi tevî hemû astengîyan em dibînin ku di gelek bajarên Kurdistanê de, kovara Kurdistan gehiştîye ber destê xwendevanan û ji aliyê xwendevanan ve têlgiraf û nameyên pîrozbahî ji bo kovarê hatine rêkirin. Dema em bala xwe bidin nav rûpelên hejmara pêncan (5), em dibînin ku ji bajarên wekî Diyarbekir, Dêrsim û Wêranşarê ve têlgirafên pîrozbahî ji bo navenda kovarê hatine rêkirin.

Di serrûpelê kovara Kurdistanê de hatîye lêkirin ku “Ji derveyê sîyasetê bahsê her babetê tête kirin”. Lê belê di naverokê de sîyaset jî tê de, li ser gelek babetên cûda nivîsên cûr bi cûr hatine belavkirin. Dema mirov bala xwe bide nivîskarên kovarê, em dibînin ku navê gelek nivîskar û kadirên pêşhatî û namdarên wê demê têde derbas dibin. Ji nav nivîskarên kovarê, divê pêşîyê navê xwedîyê kovarê Mehmed Mîhrî bête bilêvkirin ku wî ne tenê bi navê xwe, bi mahlasên Mehmed, Mîhrî, M. Mîhrî, M. M. û Kake Heme nivîsandîye. Sernivîskarê kovarê Arwasîzade Mehmed Şefîq jî, bi navên A. Mehmed Şefîq û Mehmed Şefîq nivîsandîye. Digel nivîsên wan, nivîsên Abdullah Cevdet, Abdurrehîm Rehmî Hekkarî, Kemal Fewzî, Abdulwahîd, Ahmed Wehbî, Ahmed Arif, Qadîzade M. Şewqî, E. Q., M. Selîm Begî, Emîn Fewzî, Cano, Mehmed Osman, M. Yamulkîzade, Îbn el Reşîd, Lawê Delal û Sabrî Suleyman di nav rûpelên hejmarên kovarên bedrdest de hatine çapkirin.

Di encam de, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du alîyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: a yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, edeb, dîrok, çand û rewşa komelî ya milletê kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûr bi cûr, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya kurd e.

Dîroka çapbûna hejmarên Kurdistanê:

Kurdistan, hejmar: 1

30 Kanûna Sanî 1335/ 30ê Kanûna Paşîn 1919

Kurdistan, hejmar: 2

9 Kanûna Sanî 1335/ 9ê Sibata 1919

Kurdistan, hejmar: 3

25 Şubat 1335/ 25ê Sibata 1919

Kurdistan, hejmar: 4

15 Mart 1335/ 15ê Adara 1919

Kurdistan, hejmar: 5

3 Nisan1335/ 3yê Nîsana 1919)

Kurdistan, hejmar: 6

22 Nisan1335/ 22yê Nîsana 1919

Kurdistan, hejmar: 8

2 Mayıs1335/ 2yê Gulana 1919

Kurdistan, hejmar: 9

11Heziran1335/ 11yê Hezîrana 1919)

Kurdistan, hejmar: 13

31Ağustos1335/1919)

 

Riataza

 

* Ev nivîs, di roja 26/04/2015 de, di panela “117. Salvegera Rojnamegerîya Kurdî” de hatîyê pêşkêşkirin ku ji alîyê PAKê ve hatibû sazkirin.

[1] Rohat Alakom, Şerif Paşa, weşanên avesta, çapa duyemîn, Îstenbul, 1998, r. 79 

[2] Ayşe Hür, Resmi tarihin hainleri: 150’likler [Xayînên dîroka fermî: Nefîyên 150yan]. Taraf gazetesi, http://arsiv.taraf. com.tr/yazilar/ayse-hur/resmi-tarihin-hainleri-150-likler/16783/, 3 Temmuz 2011

[3] Ali Birinci, Tarih Uğurunda Matbuat Âleminde Birkaç Adım [Di Rêya Dîrokê de ji Alema Matbuatê Çend Gav], Dergâh Yayınları, İstanbul, 2001, r. 19

[4] Dr. Murat Issı, Mevlanzâde Rifat Bey ve Kurdistan [Mewlanzâde Rifat Beg û Kurdistan], Kürt Tarihi, sayı: 8, Ağustos-Eylül 2013

[5] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım[Bîranînên Dema Nefîyê], amedekarê çapkirinê Mithat Kutlar, weşanên avesta, Îstenbul, 2009, r. 60-61 

[6] Serbestî, h.: 490, Îstenbul, 9ê Gulana 1919

[7] Jîn, no.: 25, wergera M. Emîn Bozarslan, Cild:V, Weşanxana Deng, Sweden, 1988       

[8] Mehmet Bayrak, Kürtler ve ulusal-demokratik mücadeleleri, weşanên Özge, 1993, Ankara, r. 96 

[9] Dr. Ferhad Pîrbal, Kovara Kurdistan (1919-1920), Hewlêr, 1998    

[10] Viladimir Minorsky & Thomas Bois, Kürt Milliyetçiliği (Netewetîya Kurdan), Örgün Yayınevi, Îstenbul, 2008, r. 202              

[11] b.n. kovara Kuristan h.: 1, 30ê Kanuna 1919, Îstenbul     

[12] Kovara Kurdistan, no: 5-6, 3yê Nîsana 1919   

[13] Abdurrehîm Rehmî Hekarî, Kurd û Kurdistan, Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919           

[14] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan(1918-1958), weşanên Doz, Îstenbul, 1991,r. 54     

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev